Baroya Dêrsimê: Bila navê Tuncay Sonel ji qada cemaweriyê bê rakirin
- Rojane
- |
- 22 Nîsan 2026 16:16
- |
DÊRSIM - Baroya Dêrsimê, xwest navê waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ji qada cemaweriye were rakirin û li şûna wê navê Gulistan Doku û jinên jiyana xwe ji dest dane bên lêkirin.
Serokatiya Baroya Dêrsimê, serî li Şaredariya Dêrsimê da û xwest navê waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ji qada cemaweriyê were rakirin û navê Gulistan Doku û jinên jiyana xwe ji dest dane li şûna navê wî were kirin.
Di daxwaznameyê de hate destnîşankirin ku navê Tuncay Sonel wijdana civakê diêşîne û xwest navên Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz û jinên bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane lê were kirin. Her wiha hate xwestin ku Komîsyona Binavkirin û Bîra Civakî were avakirin.
Piştî bertekên gel, tabelayên bi navê Tuncay Sonel hatin rakirin.