Îranê li Silêmaniyê êrişî kampê kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku di êrişa Îranê ya li ser Kampa Surdeşê ya li Silêmaniyê de tu kes nemiriye. 
 
Êrişên Îranê yên li ser welatiyên ku li kampên li Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Kampa Surdeşê ya li navçeya Dukan a Silêmaniyê di saet 12:00'an de bi mûşekan hat hedefgirtin. Endamê Lijneya Rêveber a Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Amced Huseyn Penahî ji Rojnews re got ku îro di saet 13:24'an de bi du mûşekan kamp hatiye hedefgirtin. Penahî diyar kir ku di êrişê de tu birîndar û kuştî çênebûne, lê zirara madî li kampê çêbûye.