Şaredarê Eşmeyê ji wezîfeyê hat dûrxistin

Parve bike:
ENQERE- Şaredarê Eşmeyê yê CHP'yî Yilmaz Tozan, piştî hat girtin, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat dûrxistin.
 
Şaredarê CHP'yî yê Eşme ya Ûşakê Yilmaz Tozan ku di çarçoveya lêpirsîneke "îrtiqabê" de hat girtin, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat dûrxistin. Wezareta Karên Navxweyî bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku Şaredarê navçeya Eşme ya Ûşakê Yilmaz Tozan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.