Rêya Colemêrg-Wanê bi rojan e girtî ye: Hûn li benda çi ne?
COLEMÊRG - Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê der barê rêya Colemêrg-Wanê ku hilweşiya û zêdetirî hefteyek e çûnhatin çênabe daxuyanî da û got: "Dewlet bi salan e çima rêyên alternatif çênekir?"
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê, derbarê lehî û hezazên li navend û navçeyan diqewimin li ber avahiya xwe daxuyaniyek da. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Behçet Kanat metna daxuyaniyê xwend û bal kişandin ser qelsbûna xebatên şaredariya di bin rêveberiya qeyim de û Midûriyeta Rêyên Bejahî.
Behçet Kanat di daxuyaniyê de diyar kir ku tiştên li Colemêrgê diqewimin ne tenê “karesata xwezayî” ne, ev encama rêveberiyeke xerab û bêxizmetiyê ye. Kanat got: "Dewlet bi salan e çima rêyên alternatif çênekir? Li benda çi ye?" Kanat anî ziman ku erdnîgariya Colemêrgê dijwar e, lê ev nayê wê wateyê ku divê gel bêçare bimîne û got: “Rêya Wan-Colemêrgê û Şemzînan-Geverê ji bo me bûye qedera mirinê. Rêya girtî tê wateya jiyana rawestiyayî, nexweşên negihîştine nexweşxaneyan û aboriya qelsbûyî. Ev ne pirsgirêka rê, ev binpêkirina mafê jiyanê ye. Her wiha tesîsa ku bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê hatibû çêkirin, ji ber çewtiyên hilbijartina cih û rêveberiya qeyiman hilweşiya. Tevî hişyariyên li ser zemînê jî, guh nedan û rîsk mezin bû. Ev encama rêveberiya ‘rantxur’ e.”
Behçet Kanat bal kişand ser polîtîkayên qeyim jî û ev yek anî ziman: “Salên dirêj e ku qeyim bi desteserîkirina vîna gel, kapasîteya bajêr a çareserkirina pirsgirêkan qels kirin. Îro jî rayedarên AKPê bi gotinên vala û demagojiyê hewl didin xwe ji berpirsyariyê bidizin û kûrahiya pirsgirêkê veşêrin. Em bang li saziyên civaka sivîl ên Colemêrgê dikin; dem dema yekitiyê ye. Divê em li hemberî vê bêxizmetiyê bibin yek û hesabê vê îhmalkariyê bipirsin. Ev gel ne bêxwedî ye. Rêya ewle, veguhastin û jiyaneke bi rûmet ne lutf e, mafê me yê herî bingehîn e. Em ê vê zilm û bêxizmetiyê qebûl nekin û têkoşîna xwe bidomînin.”