Li Mûşê bîranîna ‘Hefteya Lehengiyê’

Parve bike:

MÛŞ - Li Mûşê bi boneya “Hefteya Lehengiyê” çalakî hat lidarxistin û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. 

 
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê, bi boneya “Hefteya Lehengiyê”, kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Bîranîn, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. 
 
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî sînevîzyonek hate pêşandan. 
 
Bîranîn, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.