‘Ji bo mayindebûna aştiyê temînata zagonî şert e’
MÊRSÎN - Hevseroka Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Zeynep Kayayê diyar kir ku pêvajo sekinî ye û got: “Ji bo mayindebûna aştiyê hewcehî bi temînata zagonî, şopandin û amadekirina raporan heye.”
Meclisa Tirkiyeyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de komîsyonek ava kir û vê komîsyonê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir. Lê heta niha jî tu verastkirinên zagonî neketine meriyetê. Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Zeynep Kaya têkildarî pêvajoyê axivî û got yek ji sedema herî girîng a xitimîna pêvajoyê, hevdîtinên kêm ên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne. Zeynep Kayayê, diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê hewcehî bi têkiliyeke muxatabiyê heye û ev tişt anî ziman: “Bêyî muxatab pirsgirêk çareser nabe.”
Zeynep Kayayê, destnîşan kir ku aştî ne bi daxwazên yekalî lê yên du aliyan pêş dikeve û got: “Hewcehî bi hevrûbûn û ronîkirina heqîqetê heye. Zeynep Kayayê, diyar kir ku xebatên komîsyona heyî kêm in, divê Komîsyona Heqîqetê were avakirin û ev tişt anî ziman: “Bêyî hevrûbûn, zelalî û agahdarkirina civakê aştî ava nabe. Her wiha heta Komîsyona Şopandin û Venêrînê neyê avakirin dê gavên tên avêtin kêm bimînin.”
‘PÊVAJO NIHA SEKINÎ YE’
Zeynep Kayayê, da zanîn ku sekinîna şer bi gel bêhnek daye standin lê geşedanên li herêmê bandorê li Tirkiyeyê dikin. Zeynep Kayayê diyar kir ku divê aştî ne girêdayî geşedanên li herêmê be û hewceye Meclis pênaseya aştiyê bike, nexşerêyê zelal bike û nîqaş bike.
'JI BO ZAGONAN DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’
Bi domdarî Zeynep Kayayê got demekî dirêj e bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nayên kirin û îktîdarê ji bo zagonên aştiyê tu gaveke şênber neavêtiye. Zeynep Kayayê got: “Ji bo civakîbûna aştiyê divê hemû derdor daxilî xebatan bên kirin. Misogerkirina zagonî ya aştiyê girîng e. Hevdîtinên bi muxataban re girîng in. Paşguhkirina muxataban tê wateya nezelalbûnê. Pêwîstî bi gavên siyasî û hiqûqî heye. Li hêla din tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên nexweş didome. Çek hatin berdan, kongre civiya û hêz kişandin derveyî sînor. Lê dewletê hêj tu verastkirineke zagonî ya vê pêvajoyê misoger bike çênekiriye. Ne rewşa girtiyên siyasî û yên kesên dê ji çiyê bên, ne tecrîd rakirin ne jî têkiliyeke muxatabiyê pêş xistin. Ji bo mayindebûna aştiyê hewcehî bi mekanîzmaya temînata zagonî, şopandin û amadekirina raporan heye.”
MA / Mehmet Guleş