AMED - Nîzamettîn Kabaîş, îşaret bi hevdîtina li gel Wezîrê Dadê Akin Gurlek kir û got: “Walî destûr neda der heqê zanîngeh û xebatkarên wargehê lêpirsîn were kirin. Me ev ji wezîr re got. Piştî hevdîtinê parêzerê me got dê lêpirsîn were vekirin.”
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîşê di 27’ê Îlona 2024’an de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û hêj jî dosyeya wê nehatiye ronîkirin. Malbata Rojîn Kabaîşê û parêzerê wan di 6’ê Gulana îsal de bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hevdîtin kir. Bav Nîzamettîn Kabaîş, têkildarî têkoşîna edaletê, pêvajoya lêpirsînê û geşedanên heyî axivî.
Nîzamettîn Kabaîş, da zanîn ku hevdîtina bi wezîr re erênî derbas bûye û got: “Ji me re got ‘dosyeya Rojînê ji bo me di rêza yekê de ye û her tişta pêwîst em ê bikin.’ Me jî der heqê dozê de agahî pê re parve kir û behsa kêmasiyan kir. Weke mînak; sînyala tengkirî ya bazê. Cenazeyê Rojînê li Molla Kasimê hate dîtin. Lê ev sînyala bazê ya tengkirî li wir nehate kirin. Me kêmasiyên zanîngehê û hêzên ewlekariyê yên lêgerîn nekirin vegot. Wî jî got dê her tiştî ji destpêkê ve bikin û şandeyeke xwedî tecrûbe bişînin Wanê.”
‘600 KES HATIN LÊKOLÎNKIRIN’
Kabaîş, da zanîn ku hêj jî nehatiye tesbîtkirin ka DNA’yên li ser keça wî hatine dîtin ên kê ne û wiha axivî: “Heta tesbît nebe jî em ê bêhnê nestînin. Dibe ku Rojîn hatibe îşkencekirin. Berpirsyartiyeke mezin li ser milê dewletê ye. Hêj ji destpêkê ve min û parêzer ji dozger re got; diviyabû ji bo DNA’yê li gundên Mollakasimê, Bardakçi û zanîngehê binihêrtina. Lê dozger got ‘ji hêla hiqûqî ve em nikarin bikin.’ Keça min hate qetilkirin diviyabû lê binihêrtina. Niha wezîr ferman daye lewma dê lê binêrin. Dê niha 2 hezar û 500 kes bên lêkolînkirin. Nêzî 600 kes hatine lêkolînkirin. Heta mehek nîvan dê encam diyar bibe. Hin kes ditirsin îfadeyê bidin. Li gor agahiyên didin me, ji du biraziyên rektorê zanîngehê yek di beşa ewlehiyê de bû û niha reviyaye derveyî welat. Divê li DNA’yan herduyan jî binêrin. Dozger jî got ew ê bikeve pey her du biraziyan.”
'DIVÊ REWŞÊN BIGUMAN BÊN ZELALKIRIN’
Kabaîş, bi domdarî got: “Du mijarên gumanên min li ser hene. Maleke nêzî zanîngeh û Gola Wanê heye. Texsiyeke bi camên reş çûye nêzî wan. Du ciwan tê de bûn. Piştî deriyê malê vedibe bi lez reviyane. Ev bûyer roja înê saet dora 17.10’ê çêbûye. Me ji wezîr xwest ev her du kes bên lêkolînkirin. Gotin îfade girtine lê divê li DNA’yê binêrin. Gotin nêzî 11-12 texsiyên spî ketine gund û derketine. Bo me tenê yek pêwîst dike. Divê sînyalên telefonên wan kesan ên di nava 18 rojan de bên lêkolînkirin.”
Kabaîş, got: “Ya din jî di roja 11’an a lêgerînan du kesên li keştiyeke şîn siwar li qeraxê golê derbas dibin. Çûn dora 250 metreyan dûrî cihê telefona Rojînê hatiye dîtin. Wê demê em hinek dûr bû. Li wir dema dîsa ketin behrê motorê patînaj kir. Yek jê paya bû û piştre dîsa siwar bû. Rojek piştre dersoka Rojînê li wir hate dîtin. Wê demê min ji dozger re got lê guh neda. Lê wezîr her du bûyer jî li cem xwe nivîsand. Dibe ku wan ev dersok danîbe wir. Dersok du metreyan dûrî avê bû. Şopa motorê jî li wir hebû. Me xwest hemû gund lêkolîn bikin lê nekirin. Li gel du DNA’yan, her wiha zirar gihiştiye qirika keça min, destê wê û tiliya wê.”
'DÊ TÊKILDARÎ ZANÎNGEH Û WARGEHÊ LÊPIRSÎN BÊ KIRIN’
Nîzamettîn Kabaîş, bi lêvkir ku mijara şandina telefona keça xwe ya Spanya û Çînê weke “mijûlkirin” nirxand û ev tişt anî ziman: “Ji ber tiştên qewimîn, êdî baweriya me kêm bûye. Demekî dirêj der heqê zanîngeh û wargehê de lêpirsîn nekirin. Lê van kesan keça min neparastibûn. Waliyê Wanê destûra lêpirsînê neda. Me ev jî got wezîr. Rojek piştre parêzerê me yê li Wanê got ji Erziromê biryar hatiye û dê der heqê wargeh û zanîngehê de lêpirsîn bê destpêkirin. Hêj gelek pirsên nebersivandî hene. Tu pirsên me ji dozgeriyê kirin nehatin bersivandin. Divê kesên peywira xwe nekirine bên cezakirin. Me canê xwe emanetî wan kir lê xwedî lê derneketin. Her cara min xwest bi rektor re hevdîtinê bikim, hincetên cuda nîşan dan. Heke ji çar paran yek jê biqasî min hewil bidana, niha kujer aşkera bûbûna. Heke bi hişyarî tevbigeriyan, niha Rojîn bijiya. Ev du sal in em êşê dikişînin.”
GEFÊN LI MALBATÊ TÊN XWARIN
Kabaîş, got 6 mehan bênavber ji hejmarên biyanî gef lê hatine xwarin û axaftina xwe wiha qedand: “Me ji dozger re got lê guh nedida. Digot ‘Ev zarok in, guh nedê.’ Piştî daxuyaniyê, sekinînin. Me ji emniyeta vir re got û wan jî got dê kamerayê bixin pêşiya malê lê hêj nekirine. Çi bibe jî ez ê dev ji vê dozê bernedim. Xwestin bi rêya tirsê min ji dozê bikin. Lê 50 sal jî derbas bibin em ê dev ji vê dozê bernedin. Rojîn ciwan bû, dixwest bijî.”