Cezayê hefsê dan xizmên kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatine qetilkirin

Parve bike:

RIHA - Bi îdiaya “heqaret” li şandeya dadgehê kirine, cezayê hefsê dan 2 xizmên kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatine qetilkirin. 

 
Di 20’ê Tîrmeha sala 2015’an de DAIŞ’ê li dijî Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûs a Rihayê êrişan bombeyî kir. Di êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Der heqê komkujiyê de doz hate vekirin û di danişîna 21’emîn de bi hinceta ku malbatên kesên hatine qetilkirin bertek nîşan dane, der heqê 9 kesan de bi îdiaya “heqaret li şandeya dadgehê kiriye” doz hate vekirin. Danişîna dozê, li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hat lidarxistin. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ê berê Şahîn Tumuklu, ji Girtîgeha Marmarayê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerên aliyan jî di danişînê de amade bûn. 
 
Tumuklu, di parastina xwe de diyar kir ku wan hewl didan daxwazên xwe yên di çarçoveya mafê darizandina adilane de bînin ziman û got: “Me xwest li rayedarên dewletê were guhdarîkirin. Daxwazên me nehatin qebûlkirin. Dadgehê, ji ber van daxwazên me fermana êrişê da cendirmeyan. Serokê dadgehê giliyê me kir. Di tu îfadeyeke me de heqaret nîne û me mafên xwe yên zagonî bi kar anîn. Cezakirina min a ji ber îfadeyên min, derhiqûqî ye.” 
 
Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel jî got: “Dema bûyer qewimî li wir bûm. Tev li gotinên miwekîlê xwe dibim. Malbatan daxwaza darizandina adilane kir. Lê serokê dadgehê bi rêya cendirmeyan êrişî malbatan kir. Tu heqaret nehatin kirin. Tu hêmayeke sûc nîne. Ev doz, berdewamiya doza komkujiyê ye.”
 
Parêzer Dîcle Aksu û Muslum Dogan jî gotin malbatan heqaret nekirine û daxwaza beraetê kirin. 
 
CEZAYÊ HEFSÊ DAN 2 KESAN 
 
Şandeya dadgehê, bi îdiaya “heqaretê” salek û 6 me cezayê hefsê da Fetî Aydin û Mehmet Ozkan û ev ceza taloq kir. 
 
Dadgehê, ji bo Çagla Seven, Koray Turkay, Ozgen Uyar, Şahîn Tumuklu, Yasemîn Boyraz û Yûsûf Yurtoglû jî biryara beraetê da. Her wiha doza Sûltan Yildiz a di 6’ê Îlona 2025’an de jiyana xwe ji dest dabû jî betal kir.