Li Cizîrê lîstika Hawarê hate nîşandan
- Çand û Huner
- |
- 17 Gulan 2026 17:28
- |
ŞIRNEX - Lîstika nû ya Ayhan Erkmen a bi navê "Hawar", ku ev salan e xebatên çîrokbêjî û şanoyê dike, li Cizîra warê Mîr Celadet Alî Bedirxan hat nîşandan.
Lîstika nû ya yekkesî ya bi navê "Hawar" a Ayhan Erkmen, ku 8 sal in çîrokbêjiyê dike û bi şanoyê re mijûl dibe, li navçeya Cizîra Şirnexê hat nîşandan. Nîşandana ku di çarçoveya 12'yemîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê ya ji aliyê Şaredariya Cizîrê û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ve hatibû lidarxistin de, li Hêwana Konferansê ya Şaredariya Cizîrê pêk hat. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, gelek welatî û dildarên hunerê beşdarî nîşandanê bûn.
Lîstika ku îlhama xwe ji Kovara Hawarê werdigire, balê dikişîne ser kesayetên wekî Ahmedê Fermanê Kîkî û Şêx Ebdurehmanê Garisî ku Celadet Alî Bedirxan jê îlham wergirtiye. Erkmen jiyana Bedirxan a li Şamê, xebatên wî yên dîplomasiyê û ekola ku di zimanê Kurdî ava kiriye tîne ser dikê, bi vê lîstikê dostaniya kûr a ku Mîr li Şamê bi gelê Kurd re ava kiriye, vedibêje.
Di çarçoveya festîvalê de li Parka Çarkendalê lîstikên zarokan hatin nîşandan û kargeha zarokan hat lidarxistin. Di kargehê de zarokan wêne xêz kirin û çalakiya boyaxkirina rûyan hat lidarxistin. Kargeh bi stranên Kurdî bi dawî bû.