Li gelek bajaran giliyê Rahmî Koç hat kirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - OHD û Dayikên Aştiyê li gelek bajaran giliyê Rahmi Koç kirin. 

 
Bertekên li dijî Rahmi Koç ku bi zimanê nijadperest û zayendperest heqaret li jinên Kurd kir, berdewam dikin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Koma Hiqûqnasên Hemdem, Ji Bo Edaletê Hiqûqnas û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li Îzmîrê giliyê Rahmi Koç kirin. Piştî gilîkirinê, li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyaniyek hat dayîn. Pankarta bi nivîsa "Em ê cudakarî, zayendperestî û nijadperestiyê qebûl nekin" hat vekirin û gelek caran dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin.
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin cihêkarî, zayendperestî û nîjadperestiyê” hat vekirin û dirûşmeyên weke, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên maf û hiqûqê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji aliyê Hevseroka Şaxa OHDê ya Îzmîrê parêzer Fatma Demîrer ve hate xwendin.
 
Fatma Demîrer anî ziman ku gotinên Rahmî Koç pîvan û qalibên tewş ên ku nasnameya Kurd piçûk dixin û Kurdan wekî civakeke kêm-zanîn nîşan didin, ji nû ve hildiberîne û got: “Nêzîkatiyên ku jinan di ser kêm-fêmkirinê re dikin mijara henek û mîzahê, nayên qebûlkirin. Cihêkarî piranî ne bi rengekî rasterast, lê di bin navê mîzah, zimanê rojane an jî ‘henekan’ de, bi rêya qalibên normalîzekirî tê belavkirin. Lê şêwazê wê çi dibe bila bibe, her gotina ku grûpeke civakî piçûk bixe, cihêkar e.”
 
Fatma Demîrer bal kişand ser polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd û wiha got: “Gelê Kurd yek ji gelên qedîm û avaker ên vê erdnîgariyê ye. Tevî vê yekê jî bi salan bi polîtîkayên dervehiştinê re rû bi rû maye. Îro jî ev nêzîkatiyên cihêkar bi şêwazên cuda berdewam dikin. Jinên Kurd encamên herî giran ên vê pergala zilmê ya piralî jiyane; hem ji ber ku jin in bi serdestiya baviksalarî re, hem jî ji ber nasnameya xwe ya neteweyî bi cihêkariya etnîkî re rû bi rû mane. Tevî vê yekê jî, jinên Kurd bûne kirdeya herî bi hêz a têkoşîna azadî û demokrasiyê; tevgera jinê di asta navneteweyî de ezmûneke mezin ava kiriye.”
 
Demîrer bang li dozgeriyê kir ku lêpirsîneke bandor, bêalî û berfireh bide destpêkirin û banga xwe ya ji bo raya giştî wiha bi dawî kir: “Li dijî cihêkariyê derketin berpirsiyariya her kesî ye. Parastina rûmeta jinan, wezîfeya mirovahiyê ye. Parastina wekheviya gelan, vîna pêşerojeke demokratîk e.”
 
Piştî ku daxuyaniya çapemeniyê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû, parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dan û giliyê Rahmî Koç hate kirin.
 
STENBOL
 
Li dijî gotinên Rahmî Koç ê ku nijadperest nerazîbûnên gelê Kurd didome. Li Stenbolê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji ber gotinên wî yên zayendperest Rahmî Koç gilî kirin. Piştî gilîkirinê dayikan li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyanî dan. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Stenbolê, rêveberên DEM Partî û HDKê ya Stenbolê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
 
Dayika Aştiyê Bedîa Gokoz diyar kir ku îro ew li dijî heqareta Rahmî Koç li vir in û wiha got: “Rahmî Koç lêborînê xwest lê ji Kurdan nexwest. Dema heqaret kir heqareta Kurdan kir lê di lêborînê de behsa Kurdan nekir. Heta ku ji jinên Kurdan lênorîn neyê xwestin em lêborîna wî qebûl nakin. Em dayik in û serbilind in. Bi tund Rahmî Koç şermezar dikin. Çi ceza heq dike divê lê bê birîn. Em bi laçikê xwe yê spî li vir in. Bila gelê Kurd fîrmayên Koçê boykot bike.”
 
Dayika bi navê Ayten Toprak jî anî ziman ku ew wê heqaretê qebûl nakin û wiha axivî: “Dema heqaret hate kirin ew ê li wir keniyan jî divê lêborînê bixwazin. Ew kesên ku li dijî vê gotinê nesekinîne şermezar dikin. Em wekî jin vê heqaretê qebûl nakin. Em bi salan e bi rûmet dijîn. Jin herdem li ser piyan in.”
 
Daxuyaniya dayikan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê yên Êlihê têkildarî heqareta karsaz Rahmî Koç ku li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de li jinên Kurd kiribû, li ber avahiya Navenda Kar a Nasiroglû ya li ser Cadeya Diyarbekirê ya Êlihê daxuyanî hat dayîn. Endam û rêveberên saziyên sîvîl ên civakî û partiyên siyasî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç dan.
 
Dayika bi navê Şukran Sîncar li ser navê Dayikên Aştiyê axivî.
 
Şukran Sîncar gotinên Rahmî Koç şermezar kir û wiha got: “Wî bê navê bêexlaq, ji xwe şerm nekir, ew heqaret li jinên Kurd kir. Em wî nelet dikin û em nelet li wî dibarînin. Kesek nikare bê edebiyê li dijî jinên Kurd bike. Çi dayik dibin bila bibin, dayikên Kurdan, Tirkan, Ereban û Suryanan dayik dayik e û jin jin e. Wî ew gotinê ne tenê ji jinên Kurd re, ji hemû jinan re gotiye. Ew jî ji jinekê ji dayik bûye, ew heqaret li dayika xwe jî kiriye. Dayikên Kurdan bi hezar sal in di her şert û mercên jiyanê yên zehmet de li ber xwe didin. Em wî Koçî nelet dikin. Divê êdî tu kes silavekî jî nede. Yên piştgirî û destekê didinê em wan jî nelet dikin. Em bang li Wezîrê Edaletê jî dikin. Em vî hesabê ji wî jî dipirsin. Divê ew jî vî hesabê ji wan bipirse. Ger ku ew jî hesab ji wan nepirse ew jî heqaretê li me dike.”
 
Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û çepikan bi dawî bû.
 
MÊRDÎN
 
Şaxa OHD a Mêrdîn û Dayikên Aştiyê jî li ber dadgehê daxuyanî dan û derbarê Rehmî Koç de gilî kirin.
 
Sekreterê Şaxê Seher Acay, diyar kir ku ew li bendê ne ku derbarê bûyerên qewimîn de lêpirsîneke adil û bi bandor bê kirin. Dayika Aştiyê Turkan Durç jî diyar kir ku zimanê ku tê bikaranîn bêhurmetiya li dijî jinan û nasnameya Kurd vedihewîne.