Hevserokê ÎHD’ê Aydin: ‘Mafê hêviyê’ nabe mijara bazarê

Parve bike:

ENQERE - Hevserokê ÎHD’ê Cîhan Aydin anî ziman ku Tirkiye û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di mijara "mafê hêviyê" de xemsariyê dike û got: "‘Mafê hêviyê’ mafekî bingehîn ê mirovan e. Hûn nikarin bikin mijara bazarê."

 
Rêxistinên maf û hiqûqê û 10 baroyan, ji bo bicihanîna biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê "mafê hêviyê" de, danezake nû ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) re şandin. Di danezana ku beriya civîna konseya ku îro dest pê dike de hat ragihandin, biryarên der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Ciwan Boltan de hatin bîranîn. Hat xwestin ku di vê mijarê de pêvajoyeke bi bandor bê rêvebirin.
 
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydîn ku yek ji saziyên vê danezanê pêşkêş kiriye, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
'HÛN NIKARIN BIKIN MIJARA BAZARÊ'
 
Aydin diyar kir ku biryara binpêkirinê ya DMME'yê ji sala 2014'an ve nayê sepandin û destnîşan kir ku ev maf bi tu awayî nabe mijara bazarê. Aydin helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî rexne kir û diyar kir ku pêvajo bi hincetên siyasî tê dirêjkirin û ev tişt got: “Mafê hêviyê mafekî bingehîn ê mirovan e. Nêzî 12 sal di ser re derbas bûn. Heta îro di warê sepandina van biryaran de tu pêşketin nîn e. Di serdemên diyarkirî de, bi kêmanî salê carekê, ji hikumeta têkildar agahî tê xwestin ku gelo ev biryar di van dozan de hatine bicihanîn an na. Em dixwazin ev biryarên dadgehê bên bicihanîn û tişta pêwîst bê kirin."
 
Aydin biryara berê ya komîteyê (Îlon/2025) ku tê de behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibû kirin bi bîr xist û wiha pê de çû: "Nêzîkatiya me ya der barê 'mafê hêviyê' de ew e ku ev maf mafekî bingehîn ê mirovan e. Çawa ku divê hûn îşkenceyê, mafê jiyanê an jî mafên din ên bingehîn nekin mijara bazarê, ev jî mafekî bingehîn ê mirovan e. Hûn nikarin vî mafî jî bikin mijara bazarê."
 
'KOMÎTEYA WEZÎRAN TIŞTA PÊWÎST NAKE'
 
Ayiın diyar kir ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve û serkeve, divê biryarên DMME'yê teqez bên sepandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jixwe hikumet 12 sal in polîtîkayeke mijûlkirina birêve dibe. Her carê bi hincetan an jî bi gotina 'em xebatan dikin' Komîteya Wezîran bi vî rengî mijûl dike. Rastî ev e ku Komîteya Wezîran jî tişta pêwîst nake. Karê ku komîte bike ne tenê kontrolkirineke salane û di encamê de berdewamkirina prosedura şopandinê ye."
 
Aydin destnîşan kir ku komîteyê beriya niha di gelek dozan de biryar li DMME'yê vegerandiye û wiha got: "Mînak di dosyaya Kavala de, di dosyaya Demîrtaş de ev yek kir. Komîte dibêje ku ev biryar nehatiye sepandin û dadgeh dikare biryareke nû bide. Li pey vê yekê, ji derxistina ji endamtiya konseyê bigire heta gelek mueyîdeyan hene. Lêbelê mirov dikare bibêje ku bi sedemên bi temamî siyasî, hem ji aliyê hikumetê ve hem jî ji aliyê Komîteya Wezîran ve pêvajo hatiye dirêjkirin. Dirêjkirina pêvajoyê, pêşiya qezayên gengaz û provokasyonan re jî vedike. Di encamê de, konjonktura li Rojhilata Navîn her tim diguhere. Ev konjonktur tenê ji bo Tirkiyeyê naguhere. Ji bo aktorên din ên herêmê jî ev konjonktur diguhere."
 
Aydin destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk fersendeke dîrokî ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê ev fersenda dîrokî nebe mijara nîqaşên siyasî an jî meseleyên bejewendiyên siyasî. Di pêvajoya şer a ku 40 sal in berdewam dike de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Em wekî rêxistinên mafên mirovan, naxwazin xetereya dubarebûna vê yekê bînin bîra xwe. Lê divê bloka hikumetê jî heman fikaran bixwe. Divê hîn bi hêztir vê fikarê hîs bike."
 
MA / Sema Bîngol