Şêniyên Havaçorê bi salan e ji bo ceyranê têdikoşin

Parve bike:

DÊRSIM - Şêniyên gundê Havaçor ê Pulurê, bi salan e ji bo ku ceyran bigihîje gundê wan têdikoşin. Alî Hayiroglu diyar kir ku Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Firatê ji bo her malekê 100 hezar TL xwestiye.

 
Gundê Havaçor ê girêdayî navçeya Pulurê ya Dêrsimê ku di sala 1994’an de bi hinceta "ewlehiyê" hatibû şewitandin, tevî 5 mezrayên xwe bi salan e bê ceyran e. Welatiyên ku piştî sala 2004’an vegeriyan ser axa xwe, ji bo ceyranê bidin gundê wan gelek caran serlêdan kirin. Lêbelê ev daxwazên wan hîn jî nehatine bicihanîn. Welatî bi salan e hewcedariyên xwe yên ceyranê bi panelên rojê dabîn dikin.
 
HER SERLÊDAN BI HINCETEKE CUDA TÊ REDKIRIN
 
Alî Hayiroglu yê ku piştî valakirina gund neçar ma koçî Stenbolê bike û li gel vegerê di mehên biharê de tê gundê xwe, destnîşan kir ku ji sala 2019’an ve ji bo ceyranê serî li saziyên peywendîdar didin û ev tişt got: "Her tim astengiyan derdixin pêşiya me. Di sala 2019’an de me hemû belgeyên xwe pêşkêş kirin, gotin 'temam, em ê sala bê bixin meriyetê'. Sala din dema em çûn, gotin 'we belge nedane'. Paşê me belgeyên xwe dîsa dan. Me lêçûnên xwe da û dîsa gotin 'em ê teqez çêbikin'. Dema em di Gulana sala 2025’an de çûn, vê carê jî gotin 'projeyên we tune ne'. Dema ku li kompîturê meze kirin, dîtin ku projeyên me hene. Her tim rewşeke mijûlkirinê heye."
 
'JI BO HER MALEKÊ 100 HEZAR LÎRE XWESTIN'
 
Hayiroglu diyar kir ku Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Firatê ji bo projeya ceyranê ji bo her malekê nêzî 100 hezar lîre xwestiye û wiha pê de çû: "Hêza min tune ye ku ez vî pereyî bidim. Par min ev yek li CÎMER’ê gilî kir. Piştî gilî, ji Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Firatê bersiva 'belgeyên xwe yên pêwîst bînin' hat. Min dîsa hemû belgeyên ku xwestibûn berhev kirin û birin. Şîrketa Firatê me mijûl dike. Berê ceyrana gundê me hebû. Di sala 19994’an de me gund vala kir. Hinek kesan stûnên elektrîkê birin. Ji sala 2019’an ve têkoşîna me berdewam dike. Ji me 10 abone xwestin. Me bi 16 abonetiya serlêdan kir. Tevî ku me 3 caran proje da jî hîn pirsgirêk çareser nebûye.
 
Tevahiya pereyê ku ji me dixwazin ji milyonekê derbas dike. Bi fikra 'jixwe gundî nikarin vî pereyî bidin' ceyranê nadin. Armanca wan ev e. Niha tevî ku ceyran tune ye jî her kes tê gund. Lê dema ku ciwan tên gund, nikarin peywendiyê deynin û dibêjin 'li vir jiyan nabe'. Ger ceyran were gund, gund dê vegere rewşa xwe ya berê."
 
Hayiroglu anî ziman ku ew hewl didin bi panelên enerjiya rojê hewcedariyên xwe dabîn bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hebeke van akuyan 5-6 hezar lîre ye. Dema wan a bikaranînê jî kin e. Zivistanê kes li vir namîne. Dema ceyran tune be mirov ê çi bikin? Zivistanê dema roj tune be ev panel naxebitin. Dema ku hewa ewrawî be em di tariyê de dimînin. Ev jî şerma Tirkiyeyê ye. Di welatê min ê xweş de hîn jî gundên bê ceyran hene."
 
MA / Ugurcan Boztaş