ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Parve bike:

* Endama Desteya Rêveber a MKG'ê Derya Ceylan ku bi Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersozê de banga serlêdanê kir, got: "Mîrateya Gurbetellî Ersozê di heman demê de têkoşîna ji bo rastiyê ye. Di vê çarçoveyê de, hemû jinên ku dengê rastiyê bilind dikin, dikarin serî li vê pêşbaziyê bidin."

 
* Birayê girtiyê nexweş Burhan Adsiz ê ji sedî 95 astengdar e û tevî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" jî nayê berdan, got: "Rewşa birayê min her diçe xirabtir dibe, ji bo bê dermankirin divê demildest bê berdan." 
 
* DAD'ê ji bo zarokan atolyeya Kirmanckî da destpêkirin ku armanca wê zindîhiştina Kirmançkî û veguhastina wê bo nifşên pêşerojê ye. Hasan Alî Kiliç ê ku atolyeyê bi rê ve dibe, got: "Tiştê ku divê em bikin ew e ku em vê mîrateyê ji zarokên xwe re bihêlin."
 
* Li nexweşxaneyên Amedê ji nexebitîna klîmayan heta paqijiyê, ji rêzên dirêj heta randevûyên taloqî salekê tên kirin gelek pirsgirêk li benda çareserkirinê ne. 
 
* Hevşaredar Gıyasettin Aydemir bang li welatiyan kir ku deng bidin Şaredariya Gimgimê, ku bûye fînalîstê "Xelata Baştirîn Pratîka Beşdariya Welatiyan" a ku ji aliyê OIDP ve tê lidarxistin.
 
* Rojnamevan Alî Duran Topuz, diyar kir ku merasîma 11'ê Tîrmehê sembola îradeya aştiyê ya Kurdan e û got bi çekdanînê ve di serdema nû de bêtir pêwistî bi rêxistinbûneke civakî û têkoşîneke berfireh heye.
 
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, dê li navenda giştî daxuyaniyê bide. (11.00)
 
* Hevserokê Giştî yê DBP'ê, dê li navçeyên Têkor û Qaxizmanê ên Qersê beşdarî hevdîtinên gel ên bi dirûşma “Em soza aştiyê bi gel re saz dikin” bibe. (11.00 - 14.00) 
 
* Têkildarî mirinên biguman ên jinan ên li navçeya Dêrik a Mêrdînê, bi pêşengiya TJA'yê dê daxuyanî bê dayîn. (15.00)