Alî Duran Topuz: 11’ê Tîrmehê bû sembola aştiyê ya Kurdan

Parve bike:

STENBOL -  Rojnamevan Alî Duran Topuz, diyar kir ku merasîma 11'ê Tîrmehê sembola îradeya aştiyê ya Kurdan e û got bi çekdanînê ve di serdema nû de bêtir pêwistî bi rêxistinbûneke civakî û têkoşîneke berfireh heye.

Bi armanca pêşvebirina pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat, bi pêşengiya Besê Hozat di 11'ê Tîrmeha 2025'an de merasîma şewitandina çekan li dar xist. Merasîma ku li Şikefta Casenê ya çoltera bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê bi rê ve çû, ji aliyê gelek siyasetmedar, parêzvanên maf û hiqûqê û rojnamevanan ve hat şopandin.
 
 
Rojnamevan Alî Duran Topuz ê ku merasîm şopandibû, bi wesîleya salvegera merasîmê ji ajansa me re axivî.
 
Topuz anî ziman ku bi konvoyan çûne qada merasîmê û di nava beşdaran de “kelecana destpêkirina serdemeke bêçek” hebû û şahidiya xwe ya wê rojê wiha vegot: “Rayedarên Silêmaniyê bi taybetî destûr nedan çalakiyên mîna dirûşm, çepik û rabûna li ser pêyan. Lê tevî vê yekê jî, kêliya koma yekem a ji 30 kesan ji şikeftê derket û berê xwe da ser dikê, atmosfer ji nişka ve guherî. Me bi awayekî fîlî destpêkirina danîna çekan dişopand, lê ji bo mirovên li wir, atmosfereke hestiyar çêbû. Bi nîşandana dîmenê dîjîtal a ku wêneya Abdullah Ocalan li ser bû, dirûşm berz bûn û rê li ber vê nehat girtin.”
 
Topuz destnîşan kir ku di merasîmê de kêliyên hestiyar hatine jiyîn û got: “Kesayetên mîna Leyla Zana û Gultan Kışanak ku bi giranî û metaneta xwe tên naskirin jî nekarîn hêsirên xwe bigirin. Ji ber vê yekê, hûn xwedî ruhekî çiqas profesyonel bin jî, xwedî karakterekî çiqas sartir bin jî, ne pêkan bû ku hûn di warê hestiyarî de bandor nebin.”
 
Topuz anî ziman ku şahidiya vê merasîmê hem ji aliyê dîrokî û hem jî ji aliyê rojnamevaniyê ve xwedî girîngiyeke mezin e û wiha axivî: “Wekî rojnamevanekî, min dixwest li wir rojnamevanekî Îngilîz, Alman, Japon an jî Hollandî jî bibînim. Ji ber ku hûn şahidiya kêliyeke dîrokî ya tevgereke çekdarî dikin ku mohra xwe li 25 salên dawî yên sedsala borî û 25 salên yekem ên vê sedsalê xistiye. Geşedanên bi vî rengî li her devera cîhanê ji bo rojnamevanan krîtîk in.”
Topuz diyar kir ku ew pêvajoyê ne tenê bi nasnameya xwe ya rojnamevaniyê, di heman demê de di ser bîra civakî û dîrokî ya Kurd re jî dinirxîne û got ku çîrokên Koçgirî û Dêrsimê ji zarokatiya wî ve wekî parçeyekî vê vê bîrê ne.
 
ÇÎROKA SÎMÛRG Û 30 BALINDEYAN
 
Topuz diyar kir ku wî koma ji 30 kesan a ku ji şikeftê derket şopandiye û di her tiştî de sembolek dîtiye û wiha pê de çû: “Kom ji 15 jin û 15 mêran pêk dihat. Ev hejmar bi serê xwe wateyeke sembolîk vedihewîne. Çîroka Sîmûrg û 30 çûkan anî bîra min. Dema kêliya şewitandina çekan hat, pêşî Besê Hozat hat û çeka xwe ya giran danî. Paşê zivirî, palasqeya xwe derxist û demançeya xwe jî danî. Vê kêliyê bandoreke sembolîk a pir xurt li ser min kir. Ku kesek di asta fermandariyê de li pêş cih bigire û ew kes jin be, herwiha balkêş bû. Vê yekê ne tenê peyameke leşkerî, di heman demê de peyameke civakî jî dida.”
 
NÎŞANEYA ÎRADEYA AŞTIYÊ
 
Topuz anî ziman ku kêliya şewitandina çekan efsaneya Kawa ya di mîtolojiya Kurd de jî aniye bîra wî û got: “Bi gotina Ocalan, ji bo veguuherîna pêvajoya pevçûn û şer ber bi pêvajoya hiqûq û demokrasiyê ve îfadeyeke sembolîk a ji vê çêtir nedihat dîtin. Kurdên ku hesin dihelandin û dikirin çek, niha çekan dihelînin û dikin hesin. Ji bo min, bi gotinan ne pêkan bû ku aştî, daxwaza aştiyê û îradeya aştiyê ji vê çêtir were îfadekirin.”
 
NE TENÊ VEGUHERÎNEKE POLÎTÎK, VEGUHERÎNEKE RÊBAZÊ YE
 
Topuz daxuyaniya Abdullah Ocalan a di nava pêvajoyê de bi bîr xist û got: “Piştî destpêkirina pêvajoyê, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan çû giravê û hat, peyama Abdullah Ocalan a ku digot, 'Hêza min heye ku ez vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û şer veguherînım zemîna hiqûq û demokrasiyê' anî. Bi van gotinên Ocalan re, em dibînin ku pêvajo ne tenê veguherîna rêgezeke polîtîk e, di heman demê de veguherîneke rêbaza jî di nav xwe de dihewîne.”
 
‘MESELE NE TENÊ DANÎNA ÇEKAN E’
 
Topuz destnîşan kir ku bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di 27'ê Sibatê û piştre, peyamên wekî “Kurd êdî bêyî hewcedariya hêzeke pêşeng a çekdarî dikarin hebûna xwe ya siyasî û civakî bidomînin” bûn, û diyar kir ku çek û pevçûn “ji neçariyê derketine holê.” Topuz destnîşan kir ku pêvajo ne tenê “meseleya danîna çekan” e, di heman demê de sedemên wê yên civakî, siyasî û çandî jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dawiya salên 1980'î de, yek ji dirûşmên herî berbelav 'PKK gel e, gel li vir e' bû. Li gorî nêrîna min, gotina Ocalan li gorî vê yekê ye: PKK gel e, gel li vir e. Dikare li dhatûya xwe bigere. Nexwe wekî rêxistin êdî hewcedarî bi PKK'ê nîne. Di vê çarçoveyê de, pêvajoya danîna çekan ne tenê biryareke leşkerî ye, di heman demê de tê wateya ji nû ve pênasekirina rêxistinî û civakî.”
 
DAXWAZA DOMANDINA TÊKOŞÎNÊ
 
Topuz diyar kir ku divê naveroka metna ku Besê Hozat û Nedîm Seven di merasîmê de xwendine were fêmkirin û got: “Min dîroka nêz a cîhanê lêkolîn kiriye û dizanim ku têkoşînên dîrokî her tim bi çekan nayên qezenckirin. Wateya din a danîna çekan, li gorî peymana di navbera hêzên serwer ên gerdûnî de ye ku bi çekê re dimeşe. Danîna çekan di heman demê de tê wateya derketina ji qadeke ku her kes dikare te bi koda 'terorê' wekî dijmin îlan bike. Ji ber vê yekê, tiştê ku hêviyê dide ne tenê danîna çekan e, tiştê ku hêviyê dide daxwaza domandina têkoşîna pê re ye.”
 
‘PÊVAJO BÊ HEVSENGÎ PÊŞ DE DIÇE’
 
Topuz diyar kir ku li ser Abdullah Ocalan hewldanek ji bo pêşxistina gotina “rêxistin guh nade te” heye, ev yek hem ji aliyê medyayê ve û hem jî di warê akademîk de hatiye ceribandin lê negihîştine armanca xwe û got: “Gav bi gav hat dîtin ku karê spekulasyonê ne wiha ye. Bêyî ku ti astengî derkeve heta roja îro hat û tenê bi wê merasîma sembolîk a wê rojê re sînordar nema. Mînak, gavên ênber ên wekî valakirina hin qadên leşkerî yên li ser xeta sînor hatin avêtin. Li aliyê dewletê ve gaveke cidî ya beramber nehat dîtin. Ev jî nîşan dide ku pêvajo bê hevsengî pêş de diçe.”
 
‘HEWCEDARIYA RÊXISTINBÛN Û TÊKOŞÎNA CIVAKÎ’
 
Topuz bal kişand ser ku piştî şewitandina çekan divê têkoşîn di her qadê de berdewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke ev têkoşîna hebûna neteweyî be û di ser hêmanên bingehîn ên wekî ziman û çandê re berdewam bibe, êdî di qonaxeke ku serdema pevçûna çekdarî li pey xwe hiştiye de, divê ev têkoşîn veguherin qadên cuda. Qadên wekî ziman, çand, huner û akademî divê ji têkoşîna polîtîk cuda lê ligel wê paralel werin nirxandin. Nexwe ev têkoşîn kêm dimîne. Ji ber vê, di serdema nû de hewcedariyeke pir berfirehtir, piralî ya rêxistinbûn û têkoşîna civakî derketiye holê.”
 
MA / Hêlîn Ozgun