MÛŞ - Hevşaredar Gıyasettin Aydemir bang li welatiyan kir ku deng bidin Şaredariya Gimgimê, ku bûye fînalîstê "Xelata Baştirîn Pratîka Beşdariya Welatiyan" a ku ji aliyê OIDP ve tê lidarxistin.
Şaredariya Gimgimê ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê birêvebirin, ji hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an vir ve xizmetên li gorî pêdiviyên gel dike. Wekî yek ji du şaredariyên pîlot ên ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatine destnîşankirin, Şaredariya Gimgimê "modela budçeya beşdar" li seranserê bajêr bi cih anî. Bi dayîna mafê axaftinê rasterast ji gel re bi rêya vê modelê, şaredarî li gorî pêdiviyên lezgîn ên ku ji aliyê niştecihên bajêr ve hatine destnîşankirin xizmetê dike. "Modela budçeya beşdar" a ku ji aliyê şaredariyê ve hat kirin, niha bala navneteweyî kişandiye. Bi saya vê modelê, şaredarî bûye fînalîst ji bo "Xelata Pratîka Herî Baş di Beşdariya Welatiyan de" ku ji aliyê Çavdêriya Navneteweyî ya Demokrasiya Beşdar (OIDP) ve tê lidarxistin. Dema dawî ya dengdanê ji bo pêşbirkê ku di destpêkê de ji bo 15'ê Hezîranê hatibû destnîşankirin, heta 15'ê Tîrmehê hat taloqkirin.
Hevşaredarê Gimgimê Giyasettîn Aydemîr banga dengdayînê li welatiyan kir.
GEL PIRGSIRÊK DIYAR KIRIN, XIZMET DEST PÊ KIR
Hevşaredar Giyasettîn Aydemîr diyar kir ku wan di Gulana 2025'an de înîsiyatîfa "budçeya beşdar" daye destpêkirin û pêvajoya ragihandina bernameyê vegot. Aydemir destnîşan kir ku civînên li ser vê mijarê li taxan hatine lidarxistin û got: "Di civîna duyemîn de pirsgirêkên gel hatin destnîşankirin. Piştî ku ev pirsgirêk hatin destnîşankirin, delege hatin hilbijartin. Welatiyan pirsgirêk û pêdiviyên taxên xwe anîn ziman. Li vir xaleke girîng derket holê: welatiyên xwe di şaredariyê de nedidîtin an jî nedikarîn bigihîjin wê, di dawiyê de karibûn bi rêveberiyê re têkilî daynin. Pirsgirêk û daxwazên xwe ji me re ragihandin, bi vî rengî demokrasiya beşdar pêş xistin. Piştî guhdarîkirina pirsgirêkan, me bi rêxistinên civaka sivîl re civîn li dar xistin. Piştre, em bi saziyên sivîl re civiyan. Me hejmaran analîz kir: 'Budçeya şaredariya me çiqas e? Me par çawa xerc kir? Em ê îsal çawa xerc bikin?' Budçeya me hat diyarkirin. Piştre me civînên din ên taxan li dar xistin da ku hûrguliyên budçeyê parve bikin û ji gel xwest ku hewcedariyên xwe yên pêşîn û pirsgirêkên ku çareseriyên lezgîn hewce dikin destnîşan bikin."
Aydemir anî ziman ku gel bi xwe hewcedariyên xwe û rêza lezgîniya wan diyar kiriye û wiha got: "Me îsal dest bi xebatên xwe kir. Amadekariyên me yên ji bo hemû taxan temam in. Em tam dizanin ka em ê çi bikin; çavkaniyên me yên darayî û projeyên me bi awayekî zelal hatin diyarkirin. Hem em û hem jî gel di vê mijarê de rihet in. Welatî nayên şaredariyê û napirsin ku 'Çima hûn vê yekê nakin?'. Ew dizanin ku ji bo wan budçeyek hatiye veqetandin û her wiha baş dizanin ka ew budçe dê li ku derê were xerckirin."
BANGA DENGDANÊ
Aydemîr destnîşan kir ku Şaredariya Gimgimê di "Xelata Pratîka Herî Baş a Beşdariya Welatiyan" a ku ji hêla OIDP'ê ve hat lidarxistin de di nav 188 welatan de, dı nav 40 welatên pêşîn de cih girtiye û got: "Em ji hemü welatiyên xwe yên ji Gimgimê, hevalên xwe û gel dixwazin ku beşdarî dengdana ku ji hêla OIDP'ê ve hatiye kirin bibin. Di vê dengdanê de, mimkun e ku ji bo pênc şaredariyan deng were dayîn; tenê dengdana ji bo Gimgimê têrê nake. Em hêvî dikin ku her kes di vê mijarê de berpirsiyar be û xwe wekî xwediyê Şaredariya Gimgimê bibîne."
MA / Can Kirbaş