Beşdarên civîna gel a li Mûşê: Astenga li pêşiya pêvajoyê nejidilbûna dewletê ye

Parve bike:

MÛŞ - Welatiyên ku li Mûşê beşdarî civînên gel ên bi dirûşma "Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin" bûn, bang li dewletê kirin ku nêzîkatiyeke jidll nîşanî pêvajoyê bide.

 
Di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de kiribû re zêdetirî salekê derbas bû. Bi vê bangê re PKK'ê xwe fesix kir, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji 30 gerîlayan pêk dihat jî di 11'ê Tîrmeha 2025'an de çekên xwe şewitandin.
 
Di çarçoveya pêvajoyê de, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma "Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin" li bajarên Kurdistanê civînên gel li dar dixe û daxwaz û rexneyên welatiyan guhdar dike. Di çarçoveya van civînan de li Mûşê û navçeyên wê sê rojan bi gel re hevdîtin hatin kirin. Me mîkrofon dirêjî welatiyên ku beşdarî civînên li navçeyên Gimgim û Kop ên Mûşê û bajarokên Mexdî û Vartînîsê yên ser bi Mûşê ve bûn, kir.
 
Welatiyên ku diyar kirin aştî dê bibe diyariya herî xweş ji bo vê erdnîgariyê, bal kişandin ser wê yekê ku astenga li pêşiya aştiyê, nejidilbûna dewletê û hewldanên wê yên kêm in.
 
MA / Can Kirbaş