Xelkê Wanê: Qanûn girîng e, lê em azadiya Rêberê xwe dixwazin!
- Rojane
- |
- 12 Tebax 2026 10:08
- |
WAN – Waniyan anî ziman ku Qanûna Çerçeve hêviya ji bo aştiyê zêde kiriye û bal kişandin ser statiya qanûnî ya Abdullah Ocalan û gotin: "Heya azadiya fizîkî ya Rêberê me pêk neyê, em ê baweriya xwe bi tiştekî neynin."
Pêşniyazqanûna "Hevgirtina Neteweyî û Xurtkirina Yekparebûna Civakî" ku di çarçoveya Pêşvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin hat, di 10'ê Tebaxê de li Lijneya Giştî ya Meclisê bi piraniya dengan hat qebûlkirin. Nîqaşên der barê qanûnê de didomin, lê niha çav lê ye ku dê pêkanîna wê bi çi rengî be. Li Wanê welatiyan diyar kirin ku divê pêvajo ber bi aştiya mayinde ve biçe.
Waniyan anî ziman ku qebûlkirina qanûnê girîng e û bal kişandin ser rola Abdullah Ocalan û gotin: "Dema em azadiya fizîkî ya Rêberê xwe bibînin dê baweriya me ya ji bo pêvajoyê zêde bibe. Heya ew azad nebe em ê ji tu tiştî bawer nekin."
MA / Lutfî Pala-Ozlem Yacan