Li Dîlokê 5 kesên ku dest dirêjî jina astengdar kirin hatin girtin
- Rojane
- |
- 15 Tebax 2026 09:30
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Şahînbeyê 5 kesên dest dirêjî jina ker û lal kiribûn hatin girtin.
Li navçeya Şahinbey a Dîlokê, 5 kesên ku jina ker û lal a revandibûn û paşê dest dirêjî wê kiribûn, hatin girtin.
S.P. ku piştî ji mala xwe ya li Taxa Cengîz Topelê dertê û diçe dikanê venagere. Li ser vê malbat haya polîsan pê dixe. Polîs, piştî çend saetan li Taxa Vatanê jinikê dibinin. S.P. ji malbata xwe û polîsan re got ku hin kesên nenas ew revandine û dest dirêjî wê kirine. Polîs M.Ş.E. (25), M.T. (27), S.B. (28) ve F.R'yi (17) binçav kirin. Paşê jî A.E. hat binçavkirin.
Her 5 kesên hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê her 5 kes girtin û ew şandin girtîgehê.