NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriyeyê di çarçoveya entegrasyonê de gavên dawî tên avêtin. Tasfiyekirina OSO'yê ku di provakasyona Serêkaniyê de hebû didome û ligel vê gavên ji partiyeke siyasî tên avêtin ku dê xîtabî tevahiya gelan bike.
Der barê peymana entegrasyonê ya ku di 29'ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, gavên dawî tên avêtin. Wekî beşek ji gavên leşkerî, HSD bi awayekî tumenan tevlî artêşa Sûriyeyê hat kirin. Li bajarên ku nifûsa wan a Kurd zêde ye, hêzên ewlehiyê hatin avakirin; her wiha ji bilî rêveberiya van bajaran, Sîpan Hemo ku kesayetekî ji nava HSD'yê ye, wekî Cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin.
VEGERA BO SERÊKANIYÊ
Vegera welatiyên ku di sala 2018'an de bi zorê ji Efrînê hatibûn koçberkirin, çêbû. Her wiha, der barê vegera bo Serêkaniyê de jî gavên destpêkê hatin avêtin. Karwana yekem di 10'ê Tebaxê de gihîşt bajêr. Lêbelê, koma yekem a ku vegeriya, bi êrişa Tugaya Sultan Murad, Tugayên Hemze, tabûrên Nûredîn Zengî û komên Ahrar el-Şamê re rû bi rû ma; ev kom ew hêz bûn ku di nava artêşa Sûriyeyê de hatibûn entegrekirin û ji derve anîbûn bajêr da ku li wir bi cih bibin.
Ev komên ku di bin fermandariya Tirkiyeyê de tevdigerin, demeke dirêj e ku red dikin ji bajêr derkevin. Di vê çarçoveyê de, rêveberiya Şamê Ebû Amşa ku yek ji serokên OSO'yê ye, ji fermandariya Fîrqeya 62'yemîn û Seyf Ebû Bekir Polat jî ji fermandariya Fîrqeya 76'an dûr xistin. Lêbelê, rapor nîşan didin ku ev kom guh nadin fermanan û li hemberî derketina ji Serêkaniyê li ber xwe didin. Tê gotin ku helwesta Tirkiyeyê ku hêzên xwe bi piranî ji Serêkaniyê vekişandine dê paşeroja van koman diyar bike.
TIŞTÊN LI KOBANÊ QEWIMÎN
Êrişên li dijî welatiyên ku vedigeriyan malên xwe, li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bûn sedema bertekên mezin. Welatî derketin kolanan û bang li hikûmeta demkî kirin ku tedbîran bigire û li artêşê jî kirin ku ewlehiyê misoger bike. Tevî vê yekê jî, biryardariya ji bo vegerê bi awayekî xurt berdewam e
Li bajarokê Sirînê yê Kobaniyê civîn hatin lidarxistin bi beşdariya Sîpan Hemo, Fermandarê Hêzên Rojhilatê û Cîgirê Wezîrê Parastinê û tê de biryar hat dayîn ku pêvajoya vegerê bêyî astengî bidome. Di heman demê de, rêveberiya demkî daxwaza hilweşandina HSD'ê kir û destnîşan kir ku divê artêş wekî hêzeke yekbûyî bimîne.
MODELA BAKUR
Li gel van pêşveçûnan, tê ragihandin ku aliyê Kurd xwe amade dike ku gavên dawî yên pêvajoya yekbûnê bavêje. Agahiyên ji rayedarên Kurd hatine wergirtin nîşan didin ku HSD dê di demeke nêzîk de xwe fesix bike. Lêbelê, hat diyarkirin ku beriya fesixkirina HSD'ê, partiyeke siyasî ku li ser bingeha paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo nûnertiya hemû gelên Sûriyeyê hatiye sêwirandin, mîna tevgera li Bakurê Kurdistanê niha di qonaxa avakirinê de ye. Hat destnîşankirin ku ev partî dê ne tenê bi çarçoveyeke herêmî sînordar be, lê dê li seranserê Sûriyeyê xwedî bandor be û hemû komên pêkhateyî û her wiha cihêrengiyên etnîkî û olî di nav xwe de bihewîne. Tê fêmkirin ku HSD piştî avakirina vê saziya siyasî dê xwe fesix bike.
Di heman demê de, hat zanîn ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî amadehiyê dikin ku xwe fesix bikin û derbasî pêvajoyeke veguherînê bibin. Her wiha, tê payîn ku ev sazî di bin banê partiyeke yekgirtî de werin cem hev, li ser bingeheke herêmî bixebitin û girîngiyê bidin perwerde û rêxistinbûnê.
MA / Mûrat Çîftçî