Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir 2025-11-16 16:46:35 MÊRSÎN - Li Mêrsînê bi boneya 25’ê Mijdarê û bi pêşengtiya TJA’yê li dijî fihûş û tiryakê meş hat lidarxistin. Jinan, banga têkoşînê kir.    Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Navneteweyî, li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî fihûş û têkoşînê meş hat lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Li dijî tiryak û fihûşê em xwe birêxistin bikin” hat lidarxistin. Jinên ku li Parka Aştiyê hatin gel hev, beriya meşê li defê xistin, stran gotin û goveng gerand. Jinên ku dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û "Jin, jiyan, azadî azad bike Rêbertî” berz kirin, bi dovîz û pankartên “Jinên ciwan rê nadin tiryakê”, “Ne tiryakê, xwedî li jiyanê derkeve”, “Jiyanê hembêz bike, ji tiryakê re bibêje bes e” û “jin li dijî tiryak û fihûşê, jiyana ciwanan diparêzin” meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Li dijî tiryakê mil bidin milên hev”, “Li dijî fihûşê mil bidin milên hev”, “Bê Serok jiyan nabe”, “bêdeng nemîne biqîre, na ji tiryakê re” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Çalakvan, heta pêşiya avahiya Dem Partiyê ya navçeyê meşiyan.    Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Nûr uykur li vir daxuyanî xwend.    CIWAN DI HEDEFÊ DE NE     Nûr Uykurê got ku hewldan heye ku ciwanan bênasname bikin û ji têkoşîna rêxistinkirî bên dûrxistin û ev tişt anî ziman: “Em baş dizanin ku pratîkên li ser ciwanan tên meşandin, pratîkên qirkirinê ne. Divê bê zanîn ku qirkirin ne tenê li dijî bedenan lê li dijî ruh û zêhn jî tê kirin. Divê her ciwanek bi vê rastiyê re rû bi rû bibe. Bi tiryakê re ciwanan ji heqîqetê, fikr û hemû hestan tên şûştin. Dixwazin mirovên bêhest, taybetiyên mirovahiyê winda kirin û mîna robotan ava bikin. Bi fihûşê re jî bedena jinê dikin meta, tê teşhîrkirin û li ber îstîsmarê vedikin. Bi taybet jî li Kurdistanê û li metrepolên Tirkiyeyê di nava nifûsa xizanan de ev rastî bêhtir tê dîtin. Sedema vê jî şertên aborî, bêkarî û bêhêvîtî ye.”    ‘BERSIVA ME DÊ BIBE TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ’     Nûr Uykurê, da zanîn ku bersiva herî xurt a ciwanan a li dijî bişaftinê dê têkoşîna rêxistinkirî be û got: “Jinên ciwan, dê di avakirina civaka demokratîk de diyarker bin. Em dizanin tu ciwanekî bi fikra rêbertiya azad tevdigere ji bingeha exlaqî dûr nakeve. Di rêya aştiyeke birûmet de, ji bo civakeke demokratîk, exlaqî û polîtîk, gavên burokratîk bi tena serê xwe têr nakin. Hewceye li dijî van pirsgirêkên bandorê li gelan dikin, têkoşîneke rêxistinkirî were dayin û em ê bi vê bersivê bidin. Jinên ciwan ên di avakirina civaka demokratîk de pêşengtiyê dikin, dê li taxan, li kolanan, li zanîngeh û tu qadên jiyanê rê nedin kedxwariyê, koletiyê û qirkirina li dijî beden û ruhî. Werin em di rêya aştiyeke birûmet de xwe birêxistin bikin, azad bibin û komunan ava bikin. Bersiva me ya herî xurt a a li dijî tiryakê, dê bibe têkoşîna rêxistinkirî û avakirina civaka demokratîk. Em ê di xeta heval Sarayan, Rojbînan û Ronahiyan de biisrar bin. Em ê agirê heval Mazlum, Hakî Karer û hwd. hil kirin bêhtir gur bikin.”    ‘EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’     Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar jî da zanîn ku têkoşîna li dijî tiryakê êdî mecbûriyeteke û bi bîr xist ku êdî temenê bikaranîna tiryakê daketiye 7’an. Tenzîle Baydarê got ku dewlet bi zanebûn çavên xwe li vê rewşê digire, bi zanebûn rê dide tiryak têkeve welat, bi taybet jî zarokên Kurd ji bo tiryak û fihûşê tên arastekirin, polîs tiryakê dibîne lê dest nadê. Tenzîle Baydarê li dijî tiryak û fihûşê banga têkoşînê kir.