SÎM karta Gulistan Doku piştî windabûna wê hatiye bikaranîn
AMED - Buroya Krîmînal a Buroya Neteweyî, rapora têkildarî SÎM karta telefona Gulistan Doku temam kir. Li gorî raporê, piştî ku Gulistan Doku winda bûye di telefoneke bi heman modelê de hatiye bikaranîn.
Derbarê xwendekara Zanîngeha Munzurê ya li Dêrsimê Gulîstan Doku ku di 5'ê Çileya 2020'an de winda de bi salan tu agahî derbarê windabûna wê de nehatin bidestxistin. Piştî şeş salan, di çarçoveya operasyoneke têkildarî doza Gulistanê de, çend kes hatin girtin; di nav wan de bi taybetî Waliyê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel û kurê wî Mustafa Turkay Sonel, herwiha Serbijîjkê wê demê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr hebûn. Daxuyaniyên piştî van girtinan hatin dayîn, derbarê tiştên ku bi serê Gulistan Doku de hatine agahiyên girîng aşkera kirin. Vekolîna li ser dosya û agahiyên derketine holê nîşan didin ka çawa destwerdan li delîlên têkildarî bûyerê hatiye kirin.
Li gorî nûçeya JINNEWS’ê; raporeke berê aşkera kiribû ku Tuncay Sonel SÎM karta Gulistan Doku bi dest xistiye, ji bo veşartina wê rastiyê ku ew kart di destê wî de bûye û wî destwerdan li delîlan kiriye, wî malbat araste kiribû ku di 6'ê Sibata 2020'an de serlêdanekê pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bikin û tê de diyar bikin ku wan kart bi dilxwazî radest kiriye. Agahiyên din ên ku derketin holê nîşan dan ku Sonel bi vê tevgerê hewl daye wisa nîşan bide ku kart qet di destê wî de nebûye û tu têkiliya wî bi bûyerê re tune ye.
RAPORA BUROYA KRIMÎNALÊ
Di raporê de hat gotin: "Hat tespîtkirin ku di 8'ê Çileya 2020'an de, di saetên 18 -17 û 18 ango piştî windabûna Gulistan Doku bi rêya wê SIM karta ku tê zanîn beriya windabûnê di destê wê de bûye, ji amûreke heman modelê têketin hatiye kirin.û di 8'ê Çileya 2020'an de hin hesabên bikarhênerên Instagramê ji hesabê Gulistanê hatine astengkirin. Ev rewş wê rastiyê eşkere dike ku li ser hesabê Instagramê yê Gulistan Doku guhertin hatine kirin, bêyî ku were zanîn ka ew sax e yan na."