Li Îranê di salekê de 61 jin hatin darvekirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafên jinan Nedîm Muqereb ragihand ku di salekê de rêjeya darvekirina jinan li Îranê bilind bûye û got tenê di salekê de 61 jin hatine darvekirin.
 
Zext, gef û êrişên rejîma Îranê li ser welatparêz, çalakvan û girtiyên siyasî berdewam e. Bi taybetî di hedefa rejîma Îranê de jin di rêza yekem de cih digirin. Çalakvana mafê jinan Nedîm Muqereb, di hevpeyvînekê de li gel malpera Radyo Zemane, derbarê rêjeya darvekirinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê axivî.
 
Nedîm Muqereb ragihand ku rêjeya darvekirina jinan li Îranê zêde bûye û di salekê de herî kêm 61 jin hatine darvekirin ku di asta cîhanê de ev wek rêza yekem tê qeydkirin.
 
Li gorî rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ya sala 2025’an, Îran nêzîkî ji sedan 80’î tevahiya darvekirinên tomarkirî yên cîhanê pêk aniye ku ev jî asta herî bilind a piştî sala 1981’ê ye.
Nedîm Muqereb diyar kir ku tenê kêmtirî ji sedan 10’ê darvekirinên jinan ji aliyê medyayên fermî yên rejîmê ve tên ragihandin û yên din bi veşartî tên bicihanîn.
 
METIRSIYA DARVEKIRINA GIRTIYÊN JIN
 
Nedîm Muqereb destnîşan kir ku ev tundiya sîstematîk tenê dozên sivîl li xwe nagire, heta niha jî gelek jinên girtiyên siyasî û bi raman ên wek Şerîfe Mihemmedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî di bin metirsiya darvekirinê de ne û wiha got: “Heman demê du jinên girtiyên xwepêşandanên vê dawiyê yên bi navên Bîta Hîmetî û Meryem Hûdwend cezayê darvekirinê lê hatine birîn û metirsiyeke giran li ser jiyana Mehbûbe Şebanî û Hedîse Mirwarî heye ku bi tometa ‘şerê li dijî Xwedê (mûharebe)’ tên dadgehkirin û bi cezayê mûharebeyê jî darvekirine.”
 
Komeleya Parêzvanên Mafên Jinan jî ragihandin ku bêparkirina tometbaran ji parêzerên serbixwe, bikaranîna îşkenceya zayendî di dema lêpirsînê û sepandina cezayê mirinê de, binpêkirineke aşkera ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e.