'Tirkiye mecbûr e ku biryarên DMME’yê bi cih bîne' 2025-05-24 09:01:46   MERSÎN - Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Kenkeş bi bîr xist ku Tirkiye biryara DMME'yê ya têkildarî mafê hêviyê bi cih neaniye û got ku Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên ku alîgirê wê ne, neçar e biryarên DMME'yê bi cih bîne.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Di ser biryara DMME'yê re 10 sal derbas bûn ku di vê mijarê de rêziknameya qanûnî xwest, Tirkiyeyê tu gav ji bo jiholêrakirina vê binpêkirinê neavêt. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ku xwedî wê rayeyê ye ku çavdêrî li bicihanîna biryarên DMME bike û cezayan bi cih bîne, heta Îlona îsal dane Tirkiyeyê ku rêziknameyên qanûnî ava bike. Lê belê Tirkiyeyê heta niha di vî warî de ti gav neavêtiye. Endamê ÎHD'ê Mehmet Kenkeş, biryara DMME û mafê hêviyê nirxand.   Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Kenkeş ku biryara DMME’yê û mafê hêviyê nirxand, bi bîr xist ku yekemîn biryara ku DMME’yê di vê mijarê de standî doza 'Vinter û yên din' a sala 2013'an a li Brîtanyayê bû.    Kenkeş da zanîn ku nenaskirina mafê hêviyê hem qanûnê hem jî pêvajoya dewam dike ya der barê pirsgirêka Kurd de asteng dike û wiha got: "Li ber çavan e ku yek ji aktorên sereke yên pêvajoyê Birêz Ocalan jî cezayê muebbetê wergirtiye, ji tercîheke ku pêvajo bi rengekî tenduristî were meşandin bêhtir pêwîstiyek xuya dike. Her wiha divê lihevkirin berfireh be."    'RÊZIKNAMEYA QANÛNÎ PÊWÎST E'    Kenkeş diyar kir ku mafê hêviyê ne tenê pirsgirêka hiqûqa ceza ye, di heman demê de pirsgirêkeke destûra bingehîn e û wiha got: "Li gorî hiqûqa DMME’yê pêwîste Qanûna Înfazê ya Ceza ji nû ve bê sererastkirin. Tirkiye weke aliyekî peymanên navneteweyî tê xwestin ku li gorî wan tevbigere. Bi rastî jî madeya 90'emîn a Destûra Bingehîn pir zelal e. Di madeya 90'emîn a Destûra Bingehîn de çarçoveyeke bingehîn der barê pêkanîna peymanên navneteweyî di hiqûqa navxweyî de heye. Di vê madeyê de, bi şertê ku di navbera normên hiqûqî yên navxweyî û peymanan de pevçûn rû bide, divê pêşî li peymanan were girtin, hiqûqa navneteweyî li hiqûqa navxweyî were zêdekirin. Mafê hêviyê dikare di çarçoveya mafên mirovan de bi awayekî teorîk bê fêmkirin û mafdar bê dîtin."    BINPÊKIRINA MAFÊ HÊVIYÊ    Kenkeş bi bîr xist ku xala 46’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) dewletên îmzeavêtine neçar dihêle ku biryarên DMME’yê bi cih bîne û destnîşan kir ku ti îstîsmara vê ferzê nîne. Kenkeş da zanîn ku mafê hêviyê di çarçoveya "îşkence û muameleya xerab" de tê nirxandin û wiha got: "Girtiyekî ku di nava şert û mercên giran de cezayê muebbetê dixwe, di tevahiya emrê xwe de di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin, ji têkiliyên xwe yên civakî tê veqetandin û bi rengekî bêçare mehkûmî tenêtiyê tê kirin. Ev rewş, bi cihneanîna mafê xwe yê hiqûqî yê hebûnê re, derfetên vegera takekesî ya li civakê bi temamî ji holê radike. Her wiha divê were zanîn ku Birêz Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de di bin tecrîdeke gelekî giran de ye.”   MA / Abdulkadîr Ayten