Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – EPDK, di belavkirina gaza xwezayî de xercên abonetiyê, girêdan û karûbarê zêde kir.
 
 Saziya Birêkûpêkkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) li ser sînorên jor ên girêdana belavkirina gaza xwezayî û xercên xizmetguzariyê guhertin çêkir. Biryara guhertinê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
 
Li gor biryarê ji bo sala 2025’an ji bo xercê girêdana abonetiyê ya ku ji aliyê şirketên belavkirina xaza xwezayî ve tê sepandin, sînorê jorîn dê bibe 6 hezar û 154 lîre. Ji bo 100 metrekareyî heqê pêvekirina girêdana aboneyan 5 hezar 353 lîre, ji bo 100 metrekareya ewil heqê kontrol û erêkirina girêdanê jî 3 hezar û 471 lire hat destnîşankirin. Heqê guheztina metreya ku bi pêşda hat dayîn hezar û 630 lire, heqê vekirin û girtinê jî 157 lire hat destnîşankirin. Heqê danûstendina tesîsên navxweyî dê di navbera 92 lireyî û 2 hezar û 118 lireyî de diguhere.