Li cihwarên pîroz ên elewiyan û li ser xeta fayê ji bo JES'ê projeya sondajê hat erêkirin
Projeya JES'ê ku tê plankirin bê çêkirin û dê bandorê li cihwarê pîroz ê elewiyan bike, hat pesendkirin. Şêniyên herêmê yên bertek nîşanî vê dan gotin: "Em naxwazin canê ew qas mirovan fedayî jeotermalê bikin."
Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berf û şilopeyê
Meteorolojiyê ji bo Wan, Şirnex û Colemêrg hişyariya barîna berf û şilopeyê kir.
Meteorolojiyê ji bo gelek bajaran hişyariya barînan kir
Midûriyeta Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barînên zêde kir.
Cendirmeyan jina ducanî derb kir: Em ê destûrê nedin GES’ê
Welatiyên gundê Arzoxlî yê girêdayî navçeya Sûrê diyar kirin ku di êrişa cendirmeyan de jinekê ducanî hatiye birîndarkirin û rakirina nexweşxaneyê û gotin dê destûrê nedin ku GES di nava erdên wan de bê çêkirin.
Êrişî protestoya GES'ê hat kirin: 16 kes hatin binçavkirin, 4 kes birîndar bûn
Cendirmeyên ku êrişî gundiyên li dijî GES'ê rabûn kirin, 16 kes binçav kirin.
Cendirmeyan êrişî gundiyên ku li dijî çêkirina GES'ê rabûn kirin
Cendirmeyan bi cop, guleyên plastîk, ava şid û gaza îsotan êrişî şêniyên gundê Arzoxlî yê navçeya Sûrê kirin ku naxwazin li mêrga wan GES bê çêkirin.
Platforma Ekolojiyê ya Mûşê hate avakirin
Platforma Ekolojiyê ya Mûşê hate avakirin. Endamê platformê Alî Riza Vural, li dijî texrîbata ekolojîk banga têkoşîna hevpar li gel kir.
Komeleya Hawirdorê ya Munzurê li dijî talana ekolojîk banga piştevaniyê kir
Komeleya Hawirdorê ya Munzurê, diyar kir ku bajar bi bendav, GES, HES û bi projeyên madenan hatiye dorpêçkirin û li dijî talana ekolojîk banga piştevaniya civakî kir.
Li Gimgimê berteka li dijî JES’ê: Em ê nehêlin xwezaya me bê qetilkirin
Şêniyên gundê Xwarikê ku bertek nîşanî projeya JES’ê ya li ser sînorên gundê wan tê plankirin dan, destnîşan kirin ku ew ê li dijî projeyê li ber xwe bidin û gotin: “Em bi xizaniyê razî ne, lê em bi qetilkirina xweza xwe razî nabin.”
Pêrtag di bin xetereya xîzê, pomzayê û GES’ê de ye
Navçeya Pêrtagê di bin xetereya xîzê, pomzayê û GES’ê de ye. Ekolojîst Erhan Dogru diyar kir ku dixwazin Dêrsimê bê mirov bihêlin û destnîşan kir ew ê destûrê nedin vê yekê.