Şewata li Antakyayê didome
- ekolojî
- 11:13 01
Şewata ku duh li Antakyayê derketibû hêj didome.
Şewata li navçeya Akhîsarê ya Manîsayê dest pê kirî di roja 4’an de didome. Her wiha şewatên li navçeyên Ahmetlî û Kulayê jî di roja 2’yan de didome.
Şewata li qada daristanê ya di navbera navçeyên Menderes û Seferîhîsarê de dest pê kirî di roja 3’yan de didome. 5 gund û 2 tax ji ber şewatê hatine valakirin.
Tevî rapora ÇED’ê ya Hesandînê hatiye betalkirin jî xebatên madenê didomin. Şêniyên herêmê û hiqûqnas li dijî rewşê bibertek in.
Meclisa Ekolojiyê ya Amedê di encamnameya xwe de got: “Bi avakirina komun, komîsyon û meclisên li hemû herêman tên avakirin re em bi awayekî rêxistinkirî xwezaya xwe biparêzin.”
Şewatên li Antalya, Mersîn û Osmaniyeyê hater kontolkirin. Di şewatê de jîngeh û baxçeyên fêkiyan zirar dîtîn.
Xebatên ji bo vemirandina şewata duh li navçeyên Menderes û Seferîhîsarê yên Îzmîrê dest pê kirî di roja 2’yan de didomin. 10 taxên van navçeyan ji bo tevdîrê hatin valakirin.
Ji ber xebatên sondayê yên TPAO’yê yên li gundên li quntarê Çiyayê Gabarê, kanî ziwa bûn. Ji bo welatiyên ku ava wan a vexwarinê qirêjî bûye, bi tankeran av tê veguhestin.
Şewata li navçeya Alîagayê derketî û li Taxa Ilipinar a Foçayê berfireh bû didome. Li Ilipinarê 20 avahî ji bo tevdîrê hatin valakirin.
Şewata duh di saetên şevê de li qada daristanê ya herêma Omeryayê derketî, hate vemirandin.
Welatiyên Liceyê bertek nîşanî lêgerîna petrolê ya li 21 gundên navçeyê dan û gotin: “Malên me, qadên me yên jiyanê talan dikin. Em lêgerînên petrolê naxwazin.”
Li gundên Basret û yê Zivingo yê li herêma Çiyayê Gabarê, birîna daran berdewam e. Di dîmenan de tê dîtin ku pezkovîyên cureyê wan li ber tunebûnê ye, ji ber birîna daran û tunekirina qadên wan ên jiyanê, tevî karikên xwe ve qadê diterikînin.
Kaniya Çirê ya herêma Timoqê ji ber sergoya kesên tên seyranê bi tunebûnê re rûbirû maye.
Li gundê Şexelî yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê şewat bi daristanê ket. Piştî mudaxileyê, şewat hate kontrolkirin.