Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şîrketa enerjiyê ya Rûsyayê Gazprom ragihand ku sewqiyata gaza xwezayî ya ji bo Ewropayê di ser Ûkraynayê re hatiye rawestandin.

Di daxuyaniya şîrketa enerjiyê ya Rûsyayê Gazpromê de hat ragihandin ku peymana şandina gaza Rûsyayê ya ji ser Ûkraynayê ji Ewropayê re ji îro pê ve bi dawî bûye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ukraynayê dirêjkirina peymanê red kir û wiha hat gotin: "Ji Gazpromê derfeta peydakirina gaza xwezayî ya bi ser Ûkraynayê bê par hatiye hiştin. Li ser Ukraynayê gaza xwezayî ya Rûsyayê nayê şandin."
 
Li gorî daneyên ku rêveberiya Ukraynayê ji bo dawiya sala 2023'an weşandiye, gaza rûsî ya ku bi rêya boriyan ji welêt derbasî Ewropayê tê kirin, di sala 2023'an de li gorî sala 2022'an ji sedî 28 kêm bûye û daketiye 15 milyar metrekup.
 
Tê texmînkirin ku Ukrayna bi saya peymana navborî salê bi qasî 1 milyar dolar û Gazprom jî salê zêdetirî 3 mîlyar dolar qezenc dike. Dema ku xetên sereke yên ku gaza Rûsyayê digihînin Ewropayê yên wekî Herikîna Bakur 1, Herikîna Bakur 2 û Yamal Ewropa sewqiyat raweste wek rêya tekane Tirkiye derdikeve pêş.