Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunergaha Welat ji bo şervanên ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin, klîba bi navê "Gujje Çemê Me" weşand.

Hunergaha Welat ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê çand û hunerê de xebatan dimeşîne klîbeke nû amade kir. Strana "Gujje Çemê Me" weke diyarî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî ANS'yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin, pêşkeş kir.
 
Klîp bi têbiniya; “Ji bo piştgiriya şervanên azadiyê, berxwedan û têkoşîna hebûn û tunebûnê dimeşînin. Ev xebat diyarî ji bo hêzên me yên QSD'ê, giyanê şehîdan, şervanan û yên li çeperan şer dikin, Pira Qereqozak, Bendava Tişrîn, Minbic û Kobanê li berxwe didin e."
 
Gotinên strana ku hunermend Selah Ibrahîm distrê, ji aliyê Îbrahîm Feqe û Şêro Hindê ve hatiye nivîsandin. Vîdyoya stranê ku muzîka wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye amadekirin, ji aliyê Roder Dimilî, Mihemed Mûsa, Welat se'îd ve hatiye kişandin.