Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên çapemeniyê yên navneteweyî xwestin rojnamevana Îtalî Cecilia Sala ku di 19'ê kanûnê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin, bê berdan.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), saziyên çapemeniyê yên navneteweyî bang li dewleta Îranê kirin ku rojnamevana Îtalî Cecilia Sala ku ji 19'ê kanûnê ve di Girtîgeha Êvînê de girtî ye, serbest bê berdan.
 
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a dewleta Îranê  IRNA’yê di 30’ê kanûnê de, hat piştrastkirin ku rojnamevana Îtalî Cecilia Sala ji 19’ê kanûnê ve bi hinceta ku "qanûnên Komara Îslamî ya Îranê binpê kiriye" di girtîgeha Êvînê de tê ragirtin. Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya CPJ'ê, Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Festîvala Rojnamegeriyê ya Navneteweyî (IJF) bang li hikûmeta Îranê kirin ku Cecilia Sala serbest bê berdan. 
 
Di daxuyaniya CPJ'ê de hat ragihandin, Cecilia Sala ku di rojnameya Il Foglio û şîrketa podkaste Chora Media de dixebite, bi vîzeya rojnamegeriyê li Îranê ye û divê di 20'ê kanûnê de vegeriya Îtalyayê.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku CPJ û RSF girtina sala nimûneyeke tepeserkirina rojnamevaniya serbixwe li Îranê nîşan dide û amadebûna Îranê ji bo armanckirina nûçegihanên biyanî û yên navxweyî ji bo tepeserkirina nûçeyên rexnegirên rejîmê nîşan dide. Li gorî daneyên 1’ê kanûna 2024’an li Îranê 16 rojnameger di girtîgehan de ne. 
 
BINÇAVKIRINÊN KÊFÎ
 
Di daxuyaniyê de rêveberê CPJ Jodie Ginsberg diyar kir ku Îran rojnamevanên li hundir û derve hedef digire. Her wiha di daxuyaniya Midûrê Giştî yê RSF’ê Thibaut Bruttin de wiha hat gotin: “Binçavkirina Cecilia Sala ji aliyê rayedarên Îranê ve bê hinceteke fermî û tevî vîzeya derbasdar a rojnamevaniyê binçavkirineke kêfî ye. Em ji şert û mercên girtîgehê jî agahdar in, ji ber ku ew di hucreya yekkesî ya Girtîgeha Evîn tê ragirtin û em ji şert û mercên girtina wê bi fikar in."