NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Partiya Çep a Fransayê Jean-Christophe Sellin diyar kir piştî banga Abdullah Ocalan divê PKK ji lîsteya “terorê” were derxistin û got: “Divê Abdullah Ocalan jî ji girtîgehê derkeve û mîna Nelson Mandela divê tev li pêvajoya çareseriya siyasî bibe.”
PKK’ê, piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, di 1’ê Adarê de agirbest ragihand. Lê tevî biryara agirbestê jî êrişên dewleta tirk berdewam in. Piştî banga Abdullah Ocalan, çavê her kesî li hikûmet û dewletê ye ku gavên şênber biavêje.
Ji Partiya Çep a Fransayê Jean-Christophe Sellin têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN’
Sellin, anî ziman ku piştî banga Abdullah Ocalan divê dewleta Tirk gavê biavêje, hêzên navneteweyî jî dest ji krîmînalîzekirina PKK'ê berdin û PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin. Sellin, bi bîr xist ku DAIŞ bi saya PKK, YPG û YPJ'ê hate têkbirin û wiha domand: “Her wiha meseleya me ya yekane ne ew e ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin. Di heman demê de divê Abdullah Ocalan jî ji girtîgehê derkeve û weke mînaka Nelson Mandela ya beriya 30 salan tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bibe."
‘LI ROJHILATA NAVÎN ÇAR DÎNAMÎKÊN GIRÎNG HENE’
Bi domdarî Sellin anî ziman ku di serî de rejîma Erdogan rejîmên li Rojhilata Navîn xwe dispêrin dîktatoriyê û destnîşan kir ku jehrkuja van rejîman jî demokrasî ye. Sellin, diyar kir ku li Rojhilata Navîn çar dînamîkên girîng hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya yekemîn PKK û Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurd a li dora wê ye. Ya duyemîn, tecrûbeya xweseriya demokratîk a li Rojava ye. Vê hêzê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peymaneke gelekî aqilane îmze kir. Ya sêyemîn alternatîfa demokratîk a li Tirkiyeyê ya li dora DEM Partiyê ye. Ev avanî jî niha di çarçoveya şoreşa gel de ku bi milyonan mirov bi baldarî dişopînin, dikare tevkariyê li pêvajoya çareseriya siyasî bike. Dînamîka çaremîn jî tevgera jinê ya li Îranê ye. Vê jî dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya Kurdan pejirandiye.”
‘ÇARESERÎ BI PARADÎGMAYA OCALAN PÊKAN E’
Jean-Christopher Sellin li ser çareseriyê jî ev nirxandin kir: "Ev çar an jî pênc qad bi hev re dema hate nirxandin, her wiha mafê tayînkirina çarenûsa xwe ya gelan, tecrûbeya demokratîk, femînîst û ekolojîk û azadiya Ocalan pêk were, ev yek wê were wateya 'konfederalîzma demokratîk' ku pirsgirêkên me hemûyan çareser bike."