Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin

  • rojane
  • 12:10 25 Hezîran 2023
  • |
img
AGIRÎ - Ji xizmên karkerên li Trabzonê rastî êrişa nîjadperest hatin R.G. da zanîn ku heta niha têkildarî êrişê tu kes nehatiye binçavkirin û wiha got: “Eleqeya bûyerê bi me re nîne. Êrişeke li dijî kurdan e.” 
 
Karkerên înşaetê yên bi navên V.A., Î.G., U.G., C.G., D.O. û yekî navê wî nehat zanîn, ji navçeya Panos a Agiriyê ji bo xebatê çûn navçeya Maçka ya Trabzonê. Karkerên kurd, di 18’ê hezîranê de rastî êrişeke komeke nîjadperest hatin. Karker, di êrişê de birîndar bûn û piştî tedawiyê jî vegeriyan bajarê xwe. Walîtiya Trabzonê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û îdia kir ku êrişeke nîjadperest nîne û ji ber “şer” derketiye. 
 
'RÊYA ME HATE GIRTIN’
 
Ji karkerên rastî êrişê hatibû U.G. da zanîn ku dema bi wesayîta xwe diçûn rê li ber wan hatiye girtin û wiha qala bûyerê kir: “Bi wesayîtê rêya me girtin. Me stranekî bi kurdî guhdar dikir. Min cama wesayîtê vekir û axivîn. Ji min re gotin; ‘hûn nikarin li vir muzîkê guhdarî bikin.’ Min jî sedema wê pirsî. Ji min re gotin; ‘em wisa dixwazin.’ Piştre em ji wesayîtê paya bûn û wan jî dor li me girtin. Dê me jê re bigota qedexeyeke wiha tune ye lê mihlet nedan û dest bi lêdana me kirin. Piştî şer me xwest bi wesayîtê ji wir biçin lê qêriyan û gotin; ‘rê li ber bigirin.’ Du wesayîtan rê li ber me girtin. Em bi darê zorê piştî pişt çûn û xwe gihand înşaetê.” 
 
'TENÊ YEK RAYEDAR JÎ NEHAT SERDANA ME’
 
U.G. diyar kir ku dê dîsa ji bo xebatê biçin lewma naxwaze navê xwe eşkere bike. Birayê U.G. yê bi navê R.G. jî destnîşan kir ku xizmên wan çûne qereqolê û wiha dom kir: “Koma nîjadperest hate vê derê û dirûşma ‘Tu karê sûriyeyiyan û PKK’iyan li vir tune ye’ berz kirin. Piştre jî belav bûn. Gelek roj bi ser bûyerê re derbas bûn lê yek êrişkar jî nehate binçavkirin. Hem li qereqolê û hem jî li nexweşxaneyê qeyd hene lê tu kes nehat binçavkirin. Xuyaye ku ev bûyer, bûyerekî edlî nîne. Em çendek rojan li wir man lê tenê yek rayedar jî nehat serdana me. Heke kesek hatibûya cem me û bigot; ‘em bira ne, ev bûyer bûyerekî xelet bû’, dê me jî negota êrişeke nîjadperest e.” 
 
R.G., bi domdarî da zanîn ku êrişkaran hewl dan ji karkeran Î.G. û C.G. bi wesayîtê bieciqînin û axaftina xwe wiha qedand: “Li vir hewl dan bikujin. Gelek kêl di serê Î.G. de hene. Wesayît lê xistine. Bilind bû hewayî û piştre di nava deviyan de gêr bû. Lê hêj têkildarî bûyerê tu kes nehatiye binçavkirin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin. Eleqeya bûyerê me re nîne, êrişeke li dijî kurdan e. Divê dewlet li ser van bûyeran bisekine. Me bi awayekî xwe li wir parast lê dibe ku hemû kes xwedî heman derfetan nebe. Divê rê li ber van êrişan were girtin û rayedar li ser bisekinin. Heta li qereqolê jî digotin ‘hûn çima van terorîstan nadin me’ û hewl didan êriş bikin. Ev, êrişeke jirêzê nîne.” 
 
MA / Bêrîvan Kutlu
 

Sernavên din

29/06/2023
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist