Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê

  • rojane
  • 09:02 4 Tîrmeh 2023
  • |
img

ÎDIR - Endamê Meclisa Şaredariya Îdirê Mûsa Etercî anî ziman ku bajar 3 sal in ji aliyê qeyûm ve bi rant û talanê tê birêvebirin û got ku qeyûm ê hemû îhaleyan dide AKP'iyan, di 3 salan de 450 milyon lîre deyn xistiye stuyê şaredariyê. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de Şaredariya Îdirê bi dest xistibû lê di 15'ê gulana 2020'î de qeyûm tayinî wê hatibû kirin. Qeyûmê ku 450 milyon lîre deyn xistiye stûyê şaredariyê, hemû îhaleyan jî dide fîrmaya aîdî Abdulcabbar Baştemûr ku berê serokatiya AKP'ê ya bajêr kiriye. Derket holê ku heya niha bi bedêla 58 milyon û 796 lîreyî 15 îhale dane fîrmaya aîdî malbata Baştemûr. 
 
HEMÛ ÎHALE DANE SEROKÊ AKP'Ê YÊ BERÊ
 
Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm Walî Engîn Sariîbrahîm de, di 13'ê gulanê de ji bo çêkirina rêyê îhaleyek çêkir. Mesrefa îhaleyê wekî 7 milyon û 102 hezar TL hat diyarkirin. Şaredariyê bi 6 milyon û 847 lîreyan îhale da şîrketa Başyolê ya malbata Baştemûr. Heman şîrket di 23'yê tîrmeha 2022'yan de jî bi 6 milyon û 847 hezar lîreyî îhaleyeke din a rê wergirt. Şîrketên malbata Başteûrê di 11 salên dawî de bi bedêla 75 milyon û 662 hezar TL'yî, 31 îhaleyên cemaweriyê girtine. Ji van îhaleyan 58 milyon û 796 hezar TL yê bedêla îhaleyên Şaredariya Îdirê ne. 
 
Ji xeynî vê şîrketa Hakra Înşeat a Reşît Baştemûr (birayê Abdulcabbar Baştemûr) jî di 11 salên dawî de 35 îhale ji saziyên cemaweriyê girtine. Bedêla van îhaleyan jî 36 milyon û 933 hezar TL ye. Heman şîrketê ji van îhaleyan 16 jê bi bedêla 26 milyon û 513 hezar TL'yî ji Şaredariya Îdirê girtiye û 5 îhale jî bi bedêla 5 milyon û 683 hezar TL'yî de jî ji Şaredariya Xelfeliyê girtiye û 3 îhale jî bi bedêla 2 milyon û 763 hezar TL'yî de jî ji Şaredariya Melekliyê û 3 îhale jî bi bedêla 813 hezar TL'yî ji Şaredariya Hoşgaberê girtiye. 
 
Endamê HDP'î ya Meclisa Şaredariya Îdirê û Hevberdevkê Îdirê ya Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Mûsa Etercî, anî ziman ku gava şaredarî di destê rêveberiya HDP'î de bû 7 milyon TL di qaseya şaredariyê de bûye, lê piştî qeyûm hatiye tayinkirin şaredarî di nava deynan de hatiye hiştin. 
 
DI 3 SALAN DE 450 MILYON DEYN
 
Etercî anî ziman ku bi piştgiriyeke mezin a gel şaredariyê bi dest xistine û wiha got: "Me bi awayekî bê deyn şaredarî wergirt. Beriya qeyûm bê tayinkirin di qaseya me de 7 milyon TL hebû. Tu proje nehatine kirin lê niha 400-450 milyon TL deynê şaredariyê heye. Hemû gelê me dizane ku sedema sereke ya tayînkirina qeyûman, rantxurî ye. Ev, ji bo derî li rantê bê vekirin hat kirin. He rkes dizane tu hevalên me daxilî nava rantê nebûye. Lê AKP, ji bo qada rantê peyde bike û pere ji desthilatê re bên şandin, qeyûm tayin kirin." 
 
Etercî bilêv kir ku qeyûm projeyên HDP'ê jî wekî projeyên xwe daye der û wiha domand: "Projeyên ku di bîlboardan de reklama wan dike projeyên me ne û di ser vê re rantxuriyê dikin." 
 
‘QEYÛM NÛNERÊN DESTHILATÊ NE'
 
Etercî destnîşan kir ku qeyûm şaredarîvaniyeke bêalî nake û axaftina xwe wiha qedand: "Mixabin hemû walî, qeyûm û qeymeqam wekî nûnerên partiya desthilatê dixebitin. Îdarekarên gel in, lê li herêmê wekî nûnerên partiya desthilatê hereket dikin. Qeyûm nêzî 3 sal in hemû îhaleyên şaredariyê dide birayê Serokê AKP' a Îdirê Alî Kemal Ayaz. Fîrmaya navborî berê i ser navê serokê bajêr bû. Lê piştî bû serokê bajêr, dewrî birayê xwe kir. Ji sedî nodê îhaleyan didin mirovên AKP'î û MHP'î. Esnafên kurd nikarin kar bikin." 
 
MA / Berîvan Kûtlû 
 

Sernavên din

06/07/2023
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma