Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin

  • rojane
  • 09:03 4 Tîrmeh 2023
  • |
img

ÎZMÎR - Ji bo qewimînên di Komkujiya Madimakê de bên ragihandin, Navenda Bîrê ya Otêla Madimakê hat avakirin. Di çarçoveya projeyê de dê heya dawiya salê welatş karibin sûdê ji pirtûkxaneya dîjîtal, muzeya sanal, xebatên belgefîlm û devkî bigirin. 

 
Xebatên projeya NAvenda Bîrê ya Komkujiya Otêla Madimakê ku ji bo bîranîna kesên di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de li Sêwazê di komkujiya Otêla Madimakê de jiyana xwe ji dest dan, didomin. Proje ji aliyê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê hatiye çêkirin û di nîsana 2022'yan de dest bi çêkirina wê hatiye kirin. Proje ji 5 beşan pêk tê. Beşa ewil Pirtûkxaneya Dîjîtal e. Prtûkxaneya dîjîtal di 10'ê hezîranê de hat vekirin û niha jî li benda vekirina Muzeya Sanal, beşên belgefîlm, belgefîlmê web û dîroka devkî ye. 
 
Di dema xebatan de hevdîtin bi 120 şahid û xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin. Hevdîtinê hatine kirin hem dê di dîroka devkî hem jî di xebatên belgefîlmê de bên bikaranîn. Her wiha dê bi Muzeya Sanal re jî bîraînên kesên jiyana xwe ji dest dane zindî bên hiştin. 
 
Koordînatora Navenda Bîrê ya Komkujiya Madimakê Eylem Şen û Endamê Lijneya Rêveber a Federasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê Alî Çagan behsa hûrguliyên projeyê kirin. 
 
Koordînatora Navenda Bîrê Eylem Şenê, anî ziman ku proje ji 5 beşan pêk tê. Şenê ragihand ku ewilî di 10'ê hezîranê de Pirtûkxaneya Dijîtal hatiye vekirin û wiha got: "Di meha îlonê de jî dê Muzeya Sanal bê vekirin. Her wiha xebatên dîroka devkî û belgefîlmê jî tên kirin. Em hewl didin xebateke ku hemû qewimînan vebêje pêk bînin. Dibe ku belgefîlm di meha mijdarê de bê nîşandan. Her wiha dê heya wan çaxan belgefîlma webê jî amade be. Herî dawî jî dê Hevdîtinên Dîroka Devkî bên weşandin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Şen, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bi navenda bîrê re hemû qewimînan xuyangtir bikin û 33 kesên hatine qetilkirin nemir bikin. Şen, diyar kir ku komkujiya Madimakê jî komkujiyeke zindî ye û got ku ji bo vê tu hevrûbûyînek çênebûye. Şen, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger hevrûbûn çêbûna, dê Roboskî û Pirsûs rû nedana. Hevrûbûyîna bi van qewimînan re û afirandina bîra civakê barê me hemûyan e. Em dikarin vê navendî bi hemû pêkhateyên civakîr e temam bikin. Ger têkildarî komkujiya Madimakê û kesên li vir jiyana xwe ji dest dane li ber destê we belge, agahî, dîmen hebin hûn bi navend abîrê re parve bikin dê baş be. Tenê em dikarin bi vî awayî bihêz bibin û bîra civakî biafirînin." 
 
Endamê Lijneya Rêveber a Federasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê Alî Çagan jî ragihand ku ew şahidê zindî yê komkujiyê ye. Çagan, destnîşan kir ku 30 sal derbas bûne lê hê jî ne êşa wan tebitiye ne jî lêgerîna wan a ji bo edaletê bi dawî bûye û wiha domand: "Ez di 2'yê tîrmeha 1993'yan de di hundirê Otêla Madimakê de bûm. Li Swêdê gava em ji mirovan re behsa vê komkujiyê dikin, bawer nakin, dibêjinq ey beşeke fîlman e. Em bûn şahidê bûyereke ku mirov wê fêm nakin. Lewma hê jî dilê me dişewite û êşa me bargiran e. Em dixwazin bi vê xebatê re heya 500 sla şûn de jî rê li ber serdestan bigirin ku hew karibin mirovan ji ber bîr û abweriyên wan qetil bikin." 
 
DIVÊ BIGIHÊ NIFŞÊN BÊ
 
Çagan anî ziman ku êdî şahidên zindî jî jiyana xwe ji dest didin û got ku tiştên ew bûne şahidê wan jî bi wan re diçin. Çagan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wiha difikirin ku divê ew qewimîn bigihên nifşên bê jî. Divê behsa van mirovên me bihata kirin. Kesên li wir hatin qteilkirin tenê ne 33 mirov in. Ez yeqîn dikim dê hezkirin li vê axê şîn bê. Em ê bi hev re hesab ji hemûyan bipirsin." 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

06/07/2023
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma