Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin

  • rojane
  • 20:57 17 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Ahlam Albashir ku ji ber êrişa li Kolana Taksîmê ku 6 kes miribûn, tê darizandin, bilêv kir ku bombeyê ji SÛriyeyê neaniye û got ku kesê bi navê Bîlal boombe dane wê. Doz hat taloqkirin. 
 
Di 13'ê Mijdara 2022'yan de li Kolana Taksîmê êrişeke bombeyî pêk hatibû. Di êrişê de 6 kes miribûn. Ji ber vê Ahlam Albashir ku bombe danîbû Kolana Taksîmê jî di nav de der barê 36 kesan de doz hatibû vekirin.Danişîna dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 36'an a Stenbolê hat lidraxistin. Di îdianameyê de tê xwestin ku 7 caran cezayê muebeda giran û hezar û ji hezar û 949 sal û 6 mehan heya 3 hezar û 9 salan ceza li Ahlam Albashirê bê birîn. 
 
Ahlam Albashirê bi rêya wergêr parastina xwe kir. Albashirê diyar kir ku tiştên di îdianameyê de hin jê ne rast in û got ku bi rêya hevalê xwe Hasan Jamîlî nas kiriye û got: "Birayê min bi artêşa tirk re li Efrînê bû. Hasan xwest bi min re xeber bide. Got ez ê te bi yekî re bişînim Tirkiyeyê û tu yê wekî jina min bê askirin. Paşê ez pê hesiyam ku navê wî Bîlal e. Peymaneke zewacê dan min. Min li sînorê Sûriyeyê li nêzî cihekî dîwar danîn. Em hinekî sekinîn, paşê min xwe di ser dîwar re avêt û ez hatim Tirkiyeyê. Em 4 jin û 7 mêr bûn. Wesayîtek hat. Tirkekî em girtin û em birin li wesayîteke din siwar kirin. Paşê em li wesayîteke din siwar bûn û ez birim malekê. Piştî demekê wesayîtek din hat û em birin. Her kesî li gor cihên diyarkirî daxistin."
 
Albashirê bilêv kir ku ji Sûriyeyê heya Stenbolê rastî tu noqteyeke kontrolkirinê ya cendirmeyan nehatiye.
 
Albashirê di parastina xwe de ev tişt gotin: "Ji min re gotin 'tu yê biçî Taksîmê.' Ez jî çûm Taksîmê û min wêne girt. Herî dawî gotin 'tu yê biçî Fatîhê.' Wêne ji Bîlal re dişandin. Ez jî diçûm. Em li Fatîhê çûn mizgeftekê. Ez ketim hundirê wê min wêne girtin û ez vegeriyam. Min gotibû me bombe ji Sûriyeyê aniye, lê ne wiha ye. Bîlal bombeyê li vir da min. Bîlal ji min re got, wî ser çavê kesê ku bombe daye wî nedîtiye. Paşê Bîlal çû bîzmar stendin. Paşê li yekî geriya got, 'Ez ê hinekî li cem hevjîna xwe bimînim. Tu dikarî hinekî dereng bêyî?' Bîzmarana bi bandê ve zeliqand. Paşê tiştekî wekî hevîr çêkir. Paşê Bîlal çû cihekî. Piştî çend saetan hat. Gava hat dola rpê re bûn. Wî ehr tişt hazir kir û ew xistin hundirê çente. Got, 'Gava tiştek bê serê te bêje ez ê biçim Almanyayê.' Lê yê te bişînin Sûriyeyê. Lê tu yê li cem yên dibin bibêjî ez ê biçim Almanyayê." 
 
ALbashirê bilêv kir ku roja bûyerê Bîlal çente daye wê û jê re gotiye "here li çarşiyê li cihekî rûnê" û got: "Ez jî çûm cihekî ku makyajan difiroşe. Paşê ez çûm li cihekî rûniştim. Gava ez li wir rûniştîbûm Hecî dîmenek ji min re şand. Yekî ji paş min de dîmenên min girtine. Ez tirsiyam. MIn bi çente lîst. Gava çav bi bombey ketim, min telefonî polîsan kir, lê min bi tirkî nizanibû. WÊ kêliyê Hecî, got, 'Çente deyne bimeşe.' MIn pirs abÎlal kir, got 'dets jê bernde.' Ez heya serê kolanê meşiyam. Ez li texsiyê siwar b»m. Ez çûm malê." 
 
 
Dozger mutalaaya xwe eşkere kir û doza berdewamiya girtyina bersûcan kir. Dadgehê jî biryara domandina girtinê da û danişînê taloqî 25'ê Îlonê kir. 

Sernavên din

19/07/2023
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin