Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê

  • rojane
  • 14:45 18 Tîrmeh 2023
  • |
img
MELETÎ - Di danişîna doza Malbata Şenyaşar de dîsa Fadil Şenyaşar ê ku 5 sal in di hucreya yek kesî de girtî ye, nehat berdan. Piştî biryarê malbatê ragihand ku dê çalakiya Nobeda Edaletê bibe ber Wezareta Dadê li Enqereyê. 
 
Danişîna 2’yemîn a doza Malbata Şenyaşar ku bi ku têkildarî ferdên wan ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin pêk hat. Dosyeyên “dikan” û “nexweşxaneyê” ku kirin yek li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin. 
 
Gelek parêzerên endam û rêveberên OHD’ê yên şaxên Riha û Dîlokê, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Ferît Şenyaşar, Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û nûnerên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê beşdarî danişînê bûn. Xizmên malbatên Yildiz û Şîmşek ku tev li danişînê bûn hewl dan êrişî Emîne Şenyaşar kirin. Leşker ketin navberê û bûn asteng. Leşkeran bi hinceta ku navê rojnamevanan û gelek kesan di lîsteya bikevin eywanê de nîne nehişt bikevin hundir. 
 
Parêzerên malbata Şenyaşar, parêzerên aliyê ku qetlîamê pêk anîn di danişînê de amade bûn. Fadil Şenyaşar ku 5 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de girtî ye, bersûcên girtî Enver Yildzi, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz ên li Xarpêtê girtî ne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hatin kirin. 
 
DADGER HATIYE TAYÎNKIRIN 
 
Piştî tespîta nasnameya serokê dadgehê diyar kir ku tayîna wî derketiye û gengaz e ku şandeya dadgehê biguhere û ew dest ji beyanên şahidan berdidin û şandeya bê dê dîsa li şahidan guhdar bike. 
 
Danişînê bi xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin berdewam kir. 
 
Parêzerên ji Baroya Agiriyê xwestin daxilî dosyeyê bibin. Parêzerên malbatên Yildiz û Şîmşek qaîdeyê danişînê binpê kirin û nerazîbûn nîşanî daxwaza daxiliya dosyeyê dan. Şandeya dadgehê daxwazaiya Baroya Agiriyê red kir. 
 
Dozger mutala xwe eşkere kir û xwest bersûc bi awayek girtî bên darizandin. 
 
‘HEKE SÎLEH BÊ DÎTIN DÊ DERKEVE HOLÊ KU SÛCÊ MIN NÎNE’ 
 
Fadil Şenyaşar li dijî mutalayê axivî û wiha got: “5 sal in ez girtî me. Ez sûcdariyan qebûl nakim. Ez li ser derew û îftirayan li vir girtî me. Ez tu tawanbariyan qebûl nakim. Sîleh li holê nîne lê ez girtî me. Heke sîleh bê dîtin dê derkeve holê ku ne min gule berda ye. Ji ber ku ne min sûc kiriye sîlehê vedişêrin. Ez parastinên xwe yên berê dubare dikim û dixwazim negirtî bêm darizandin.” 
 
HEWL DAN ÊRIŞÎ EMÎNE ŞENYAŞAR BIKIN 
 
Bersûcên girtî Enver Yildiz, Celal Yildiz û Mekaîl Şîmşek jî sûcdariyan red kirin û xwestin bên berdan. 
 
Bersûcan ferdên Malbata Şenyaşar wek “terorîst” pênase kirin. Emîn Şenyaşar nerazîbûn nîşanî vê pênaseyê da û wiha got: “Hem zarokên min qetil kirin hem jî ji me re dibêjin terorîst. Terorîst hûn in, hûn li nexweşxaneyê mirovan qetil dikin. Lawê min bi neheqî hatiye girtin.” 
 
Şandeya dadgehê biryar da ku Emîne Şenyaşar ji eywana danişînê bê derxistin. Parêzerên malbatê nerazîbûn nîşanî biryarê dan û destûr nedan ku Emîne Şenyaşar derxin derve. 
 
'BILA YILDIZ Ê AKP’YÎ BÊ GIRTIN’ 
 
Paşê parlamenter Ferît Şenyaşar axivî û wiha got: “Hê nobeda me didomiya 8 parêzer guherîn. Piştî çar salan ev doz hat vekirin û li Meletiyê ye. Heke dayika min tênekoşiya belkî doz jî venebûya. Li nexweşxaneyê qetlîam hat kirin. 5 sal şûn ve dîmenên lêkolîna cihê bûyerê gihîştin ber destê me. Wezîrê Dadê digot, ‘edaleta derengmayî ne tu edalet e’. Li nexweşxaneyê wezîr, walî û qeymeqam hebûn. Qetlîm hat kirin. Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz dest û linge xwe dihejîne û ji nexweşxaneyê derdikeve. Parêzbendiya wî qediya. Divê bê girtin. Em dixwazin li midûrê emniyetê ku şahide bûyerê ye were guhdarîkirijn. Me bi waliyê berê Abdullah Erîn re hevdîtin kir. Ji me re got ku dîmen di arşîva dewletê de heye. Sûcek li dijî mirovahiyê qewimî. Tu rêxistina terorê li nexweşxaneyê li ser sedyeyê mirov qetil nekirine. 5 sal in birayê min bi awayekî neheq girtî. Em dixwazin were beraetkirin.” 
 
'POLÎSÊN KU MUDAXILE NEKIRINE BERSÛC IN’ 
 
Parêzera Malbata Şenyaşar Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û destnîşan kir ku polîsên mudaxileyî qetlîamê nekirine bersûc in û xwest Fadil Şenyaşar bê berdan. 
 
Parêzerê malbatên Yildiz û Şîmşek, Bunyamîn Çelîk, heqaret li Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û parêzerên Malbata Şenyaşar kir. Şandeya dadgehê ragihand heke ku heqaretan bidomîne dê Çelîk ji eywanê derxe. 
 
Piştî navberê şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û da zanîn ku ew ê guhdariya li Wezîrê Çandiniyê û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakibaba yê wê demê di danişîna bê de binirxîne. Şandeyê biryar da ku dibe Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz bi “gumana sûcê bihêz”, Celal Yildiz û Mekaîl Şîmşek jî bi hinceta “komnekirina delîlan” berdana wan red kir û xwest girtî bên darizandin. 
 
EMÎNE ŞENYAŞAR NERAZÎBÛN NÎŞAN DA 
 
Şandeya dadgehê danişînek din taloqî 6’ê cotmehê kir. Emîne Şenyaşar nerazîbûn nîşanî biryarê da û got: “Ev edaletek çawa ye, edalet û dewlet tune ye.” 
 
TÊ PAYÎN ÇALAKIYÊ BIBIN ENQEREYÊ 
 
Ferît Şenyaşar di 16’ê tîrmehê de li ber Edliyeya Rihayê di Nobeda Edaletê de axivîbû û diyar kiribû heke birayê wî Fadil Şenyaşar neyê berdan dê Nobeda Edaletê bibin ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê. 
 

Sernavên din

19/07/2023
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin