Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne

  • rojane
  • 12:08 21 Tîrmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Dîroknasê swîsrî Hans-Lukas Kieser destnîşan kir ku Peymana Lozanê ji bo netew-dewletan “belgenameya baweriyê” ye û got ku Serokkomarê AKP’î Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne.
 
Peyama Lozanê ya piştî Şerê 1’emîn ê Cîhanê ku di 24’ê Tîrmeha 1923'yan de li bajarê Lozana Swîsreyê di navbera Împaratoriya Brîtanya, Komara Fransa, Qraltiya Îtalyayê, Împaratoriya Jopanyayê, Qraltiya Yewnanistanê, Qraltiya Romanyayê û Qraltiyên Sirp, Xirwat, Slovenan û rayedarên Tirkiyeyê de hate îmzekirin. Piştî peymanê ‘netewe dewlet’ sazîbûna xwe temem kirin û mafên neteweyên di bin banê van dewletan de dijîn, di sedsala nû de, tune hesibandin. Peymana Lozanê ya ku bûye belgenmeya tunehesibandina wekhevî û demokrasiyê ya ji bo gelên bindest di sedsaliya xwe de jî tê nîqaşkirin. Profesorê ji Zanîngeha Zurihê ya Swîsreyê û Zanîngeha Newcastle ya Avustralyayê dîroknas Hans-Lukas Kieser ser encamên Lozanê yên siyasî, civakî, aborî yên navneteweyî rewşa heyî ji ajansa me re nirxand. 
 
‘LOZAN DEMOKRASIYÊ AVA NEKIR’
 
Kîeser anî ziman ku Peymana Lozanê di nava hêzên serkeftî yên Şerê 1’emîn ê Cîhanê û Tirkiyeyê de têkçûna dîplomasiyê da sekinandin lê belê aştiyê pêk neanî û got: “Peymana Lozanê bû navê sedsaleke bêyî demokrasiya civakî. Bi taybetî jî ji bo kurdan dihat wateya perçebûna welatê wan. Dîsa peyman berjewendiyên Osmaniyan û împaratoriyên neteweyî mayînde kirin û ewlehiya wan pêk anî. Bi tu awayî li Ewropa û Rojhilata Navîn demokrasiyê ava nekir. Dîplomasiya Navneteweyî hem faşîzma nû ya Mussolînî û Îtalyayê û hem jî faşizma bi tecrube ya tirkan hembêz kir."
 
NETEWEYÊN KÊMHEJMAR NEHATIN HESIBANDIN
 
Kieser diyar kir ku di wê demê de Lozan wek serkeftineke dîplomasiyê hate dîtin û wiha pê de çû: “Ji bo aligirên Xalîfet, Împaratoriyê û Pan-Tirkan Lozan tê wateya windakirin û biçûkxisitnê. Derdorên desthilatê jî bi heman awayî li peymanê dinêrin. Li gorî têkçûna sala 1922’yan em bên: Hikûmeta Enqereyê ya nû ji Şerê 1’emîn ê Cîhanê wek windakirî derket lê bele piştî 1918’an ji şerên Anatolyayê wek serkeftî derketibû. Li ser maseya muzakereyê ya Lozanê tenê dewletên serkeftî rûniştin. Her kes li gor berjewendiyên xwe tevgeriya û guh nedan ên ku ji hêla delegasyanan nayên temsîlkirin û yên nikarin xwe temsîl bikin. Cemîyeta Netewan piştî sala 1918’an li gorî plansaziyên xwe tevnegeriya, bala xwe nedan pêşeroja demokratik ya piştî Osmaniyan.”
 
‘TÊ WATEYA PERÇEBÛNA KURDAN’
 
Kieser Lozanê ji hêla kurdan ve nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lozan dihat wateta perçebûna welatê kurdan û windakirina xweseriyê. Di Konferansa Sevrê ya li Parîsê de Kurd hebûn lê belê di Lozanê de delegasyona Kurdan tune bû. Herwiha di Konferansê de Ermen, Suryan û hin delegasyonên nefermî xwestin dengê xwe bidin bihîstin. Piraniya Kurdan piştî peyman hate îmzekirin pê hesiyan bê ka peyman ji bo pêşeroja Kurdan çiqas dê endamên kujer derxe holê. Gelek ji wan bawer kiribûn ku li dijî Xrîstiyanên xwecihî û hevalên wan ên derve, li cem Enqereyê sekinîn û li gel wan têkoşîneke îslamî meşandin dê li gorî qenciya wan be.”
 
'LOZAN KUJERÊ DEMOKRASIYÊ YE' 
 
Kieser got ku “Lozan kujerê demokrasiyê ye" û wiha axivî: “Lozan hêj jî derbasdar e û ev rewşe hêj jî nehatiye derbaskirin. Lê belê dereng be jî gelek mirov pê hesiyane ku ji bo netewên di Lozanê de tune hatine hesibandin bi roleke navendî rabin, pêwîstiya ninûve avakirina demokrasiyê lezginî ye.” 
 
‘PIŞTA XWE DAN GELAN’
 
Kieser da zanîn ku şirîkatiya Enqereyê û Rojhilatê bi endamtiya piştî sala 1945’an piştrast bûye lê bele her tim dubendiyan bi xwe re aniye û wiha got: “Bingeha vê yekê ya dîrokî Amerîkaya ku dixwest cîhanê ji nû ve ava bike û Rojhilatê Ewropaya ji şeran bêzar bûye ye. Serdestên Ewropayê di faşizm û netewperestiya tuj de lihev kirin. Wek Almanya û Îtalya dewletên din jî wek Con Tirk û Kemalîstan şoreşgeriya rastgir ecibandin. Neteweyên din di vê pêvajoyê de çarenûsa gelên din û yên ku çarenûsa xwe bi baweriya wan re girêdane pişta xwe zivivîn. Heman demê de hêzên rojhiatî di mijarên mafên Ermen, Kurdan û mafên neteweyên kêm mane bi levan dianî ziman û Tirkiyeyê bi zimaneke nermkirî qebûlkirin. Zanayên rast jî ji bo ku sedemên vê hevkariyê yên dîrokî derxin holê neçar man ku gelek bixebitin.”
 
‘NÛKIRINA ERDOGAN A HEYFHILANÎNÊ’
 
Kieser li ser daxwazên Erdogan ên li ser maseya Lozanê sekinî û got: “Em dikarin hewldanên Erdogan wek xwestina nûkirina Lozanê pênase bikin. Erdogan dixwaze qerekterê Tirkiyeyê bigûherîne û bibe qerekterê ‘Bavê Tirkên’ îslamî. Li gorî Pantirkan û alîgirên xelîfetiyê Tirkiyeya Kemalîst mijara şermê bû. Erdogan di vê mijarê de di rêya Riza Nûr û Kadîr Misiroglû de dimeşe. Jinûve avakirina heyfhilanînê ya Erdogan rasterast dijî mirovên demokrat û mexdûriyetên neteweyên biçûk e.”
 
‘ERDOGAN BI LOZANÊ BEROVAJÎ DIKE’
 
Kieser îdia kir ku peymanên navnetewî peymanên sedsalî ne û dema dewletekê piştî sed salan nerazîbûna xwe nîşan bide dê peyman jinûve bê sererastkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sînordarkirina Peymana Lozanê ya bi sedsalan re ne pêkan e. Li ser vê mijarê aligirên Erdogan gelek gotegotan belav dikin û bendewariyeke dê 2023’yan de nûkirinê li Lozanê bikin didin avakirin. Ev hewldana xapandinê ye. Dibe ku otokratê Enqereyê xwe wek aktoreke siyasî pênase bike. Bi îstîsmarkirina kriz û pevçûnan, bi polîtîkayên qencan re hevaltî lê dijminên wan re jî lihevkirnê tenê dikare destkeftyên demkî bi dest bixe. Lê bele serkeftin cudatir e. Rewşa aborî, koçberiya kesên xwende û ji hemûyan zêdetir kêmbûna demokrasiye pêşeroja Tirkiyeyê bêqîmet dike."  
 
MA / Stêrk Sutçu
 

Sernavên din

22/07/2023
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'