Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê

img
ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan da zanîn ku Çetîn Dedeogûllari dixwaze mala ku 7 endamên malbata wî tê de hatine qetilkirin veguherîne “Muzeya Şermê” û wiha got: “Walîtiya Konyayê û wekîlekê AKP’î ji bo pêşîlêgirtina vê ketine nava liv û tevgerê.” 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Bozan, ji ewil bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Hem mewzûatên neteweyî û navneteweyî tên bipêkirin û ev 29 meh in nahêlin birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin. Bi birêz Ocalan re pêşeroj, aştî, aramî û refaha civakî ya vî welatî tê tecrîdkirin. Îktîdara siyasî, di şexsê birêz Abdullah Ocalan de ziman û çanda kurdan înkar dike. Li vir careke din daxwaza milyonan kurdan dubare dikim; tecrîdê rakin û rêya çaresera demokratîk û aştiyane vekin.” 
 
KOMKUJIYA DEDEOGÛLLARI 
 
Bi domdarî Bozan bal kişand ser Komkujiya Dedeogûllari ku di 30’ê tîrmeha 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê hate kirin û 7 kes hatibûn qetilkirin. Bozan, wiha got: “Dewlet seferber bûye ku vê komkujiyê bide jibîrkirin.” Bozan, got ku komkujî bi hestên nîjdperestiyê hatiye kirin û encama xemsarî û bêtevdiriya saziyên dewletê ye. Bozan, wiha dom kir: “Ji malbatê tenê Çetîn Dedeogûllari rizgar bû. Ew jî dixwaze mala komkujî lê hatiye kirin veguherîne ‘Muzeya Şermê.’ Bi vê yekê hewl dide komkujiyê nede jibîrkirin. Di vê qonaxê de walîtî kete dewrê. Ji Çetîn Dedeogûllari re gotin ku dixwazin malê bikirin. Lê dema Dedeogûllari israra xwe domandî, îcar wekîlekî AKP’î kete dewrê. Bi Çetîn re hevdîtin kir. Çetîn jê re got ku çi dibe bila bibe dê dev ji biryara we bernede. Li ser vê yekê wekîlê AKP’î jê re got; ‘heke dewlet bixwaze dê vê derê hilweşîne.’ Çetîn jî jê re got; ‘heke hûn bixwazin hilweşînin hûn dikarin lê ew erd dê li wir bisekine û ez ê erseyî bikim muze. Hewldanên dewletê yên ji bo Komkujiya Dedeogûllari bide jibîrkirin bi vê bisînor neman. Çetîn, mala ku komkujî lê hatiye kirin bi rengê reş boyax kir. Polîs hatin cem wî û jê re gotin; ‘tu nikarî bêyî destûra şaredariyê boyax bikî.’ Lê endamên malbatê dîsa jî mal boyax kirin. Ez dipirsim; Heta niha li vî welatî kê dema mala xwe boyax kirî çûye ji şaredariyê destûr girtiye? Armanc diyar e, dixwazin komkujiya kurdan bidin jibîrkirin. Ma we karî Zîlan û Roboskê bidin jibîrkirin ku dê vê jî bidin jibîkirin. Em ê piştgiriyê bidin biryara Çetîn Dedeogûllari ku dixwaze malê veguherîne ‘Muzeya Şermê.’” 
 
GIRTIYÊ HATIBÛ DERBKIRIN XISTIN HUCREYÊ 
 
Herî dawî jî Bozan bal kişand ser rewşa girtî Vahdettîn Erdemcî yê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Konyayê tê ragirtin û wiha axivî: “Ji hêla gardiyanan ve hatibû derbkirin. Min bi Erdemcî re hevdîtin kir. Ji min re vegot bê ka li girtîgehê rastî êrişên çawa yên gardiyanan tê. Weke mînak; dema li revîrê muayene dibû, ji bijîşk xwest ku gardiyanan bên derxistin û wisa bê tedawîkirin. Li ser vê yekê ji hêla ji xwe re dibêje ‘Tîma A’yê ve ji jêrzemînê heta qata 2’yan lê hate xistin û li erdê hate kaşkirin. Erdemcî jî ev rewş bi malbata xwe re parve kir. Malbatê jî ev bûyer bi raya giştî re parve kir û xwest ku hestiyariyek pêş bikeve. Piştî ku ev agahî li ser çapemeniyê hatin parvekirin, rêveberiya girtîgehê gef lê xwarin. Piştî îşkenceya li Erdemcî hatiye kirin, her wiha 3 cezayên hucreyê yên cuda lê hatine birîn.” 
 

Sernavên din

11/08/2023
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’