Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin

  • rojane
  • 13:19 16 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca li girtîgehê bi siyasetmedar Gultan Kişanak re hevdîtin kir û wiha got: “Piştî merasîma definkirina cenazeyê xwişka xwe, li cihekî mîna depoyê hate ragirtin û îşkence lê hate kirin.”  
 
Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Jinan a Kandirayê tê ragirtin, di 9’ê tebaxê de tev li merasîma definkirina cenazeyê xwişka xwe Zeynep Ozer a li Xarpêtê bûbû. Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca da zanîn ku hem di dema çûna Xarpêtê de û hem jî di vegera girtîgehê de Kişanak rastî sepanên îşkenceyê hatiye.  
 
 
Karaca, diyar kir ku li girtîgehê çûye serdana Kişanak û wê jî tiştên bi serê wê hatin jê re vegotine. Karaca, bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: “Divê hûn tavilê têkildarî vê mijarê lêpirsînê bidin destpêkirin û daxuyaniyê bidin.” Karaca ku duh çû serdana Girtîgeha Kandirayê, bi Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag û Nûrhayat Altûn re hevdîtin kir. Karaca, destnîşan kir ku di serdanê de hîn bû bê ka Kişanak çi jiyaye û li ser hesaba xwe ya medyaya civakî têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “Hêj xwişka wê nû hatibû definkirin ku bi lez û bez ji wir anîn. Wisa difikirî ku dê li Balafirgeha Xarpêtê li balafirê bê siwarkirin, ji wir derbasî Stenbolê û piştre biçe Kandirayê. Lê bêyî agahiya wê jê hebe, derbasî Girtîgeha Xarpêtê hatiye kirin. Dema sedema wê pirsî jî ev bersiv hatiye dayîn; ‘Ji bo cenazeyê 4 saet dabûn we, dem tije bû lewma em we dibin girtîgehê.’ 
 
LI CIHEKÎ MÎNA DEPOYÊ HATE SEKINANDIN
 
Ne dermanên wê û ne jî tiştên ji bo şevê pêwîst li cem wê hebûn. Çawa tev li merasîma cenazeyê bibe, bi heman awayî anîne girtîgehê. Ji bo ku li Girtîgeha Xarpêtê li cem hevalên xwe bimîne serlêdan kir lê wê şevê bi darê zorê li cihekî mîna depoyê û pir qirêjî hate sekinandin. 
 
Serê sibehê jî xwest bi rayedarekî re hevdîtinê bike lê bi saetan bersiv nehatiye dayîn. Ji midûrê nobeder re gotiye; ‘ma hûn mirovan direvînin, we nehişt ez agahiyê bidim malbata xwe û anîm vê derê. Ez ê mafê xwe yê telefonê bi kar bînim. Dixwazim bi parêzerê xwe re hevdîtinê bikim.’ Midûrê nobedar jî jê re gotiye; ‘berpirsyar ne em lê cendirmeyên hûn anîne vê derê ne. Jixwe dê bîsteke din bên.’ Dema Kişanak zêde israr kirî jî li ser telefonê agahî dane malbata wê ku li Girtîgeha Xarpêtê dimîne. 
 
MIAMELEYA HIKÛMXWARAN 
 
Parêzerên wê, piştî agahdarkirina malbata wê hatin girtîgehê. Lê bi hinceta ‘Kişanak hikûmxwar e, hikûmxar nikare di navbera nîvroyê de serdanan qebûl bike’ saetek û nîvan li wir hatin sekinandin. Lê Kişanak hikûmxwar nîne. Ev tam 7 sal in bi awayekî deredaletî, derhiqûqî û neheq bi girtî tê darizandin. 
 
EZYETA 7 SAETAN 
 
Dîsa dema digot qey dê biçe Balafirgeha Xarpêtê, bi wesîleya poşetekî xwarinê yê dane destê wê hîn dibe ku dibin Sêwasê. Sedema wê ya birina Sêwasê jî weke ‘balafir nehatiye peydakirin’ hatiye nîşandan. Rêwîtiya ku mesrefên wê beriya çûnê li îdareyê tên razandin, heke gotin di cih de be veguheriye îşkenceyê. Heta Sêwasê 7 saetan di wesayîta rîngê de hate sekinandin û bi şev saet derdora 03.00’an de gihişt Girtîgeha Kandirayê.”
 
BANG LI WEZARETÊ KIR 
 
Karaca, diyar kir ku divê ev muameleya hovane li tu girtiyan neyê kirin û wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Îcar îşkenceyeke wiha ya li dijî girtiyeka şîna wê heye, ya li dijî siyasetmedareka hatiye hilbijartin, tiştekî derînsanî û derhiqûqî ye. Divê Wezareta Dadê tavilê derheqê van kesên li dijî êşa Gultan Xanimê bêrêzî kirin, yên li ser tenduristiya wê xetere çêkirin û yên malbata wê tirsandîn de lêpirsîn were destpêkirin û berpirsyar bên eşkerekirin. Divê Wezareta Dadê di vê mijarê de daxuyaniyê bide.” 

Sernavên din

17/08/2023
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan