Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê

  • rojane
  • 11:24 17 Tebax 2023
  • |
img
BEDLÎS - Hevjîna Kerem Arvas ê ku piştî li gundê Peyîndas ê navçeya Tetwanê ku qedexe û dorpêç lê didome bi îşkenceyê hate binçavkirin, hate girtin, Sakîne Arvas wiha got: “Destûr nedan ku ez şûşeyeke avê jî bidimê. Ev ne edalet e.”
 
Gundê Peyîndas ê navçeya Tetwan a Bedlîsê di 10’ê tebaxê de leşker, cerdevan û maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Dorpêça li gund bi awayekî fîîlî didome. Piştî dorpêçê ji hewayî û bejahî operasyona leşkerî hate destpêkirin û li çoltera gund di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer derket. Piştî şer leşkeran li gund bi ser malan de girtin û 8 gundî binçav kirin. Li herêmê operasyon hêj didome. 8 gundiyên piştî 5 rojan di bin çavan de man derxistin edliyeyê û ji wan 5 hatin berdan 3 jî ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê. 
 
‘CERDEVANAN PERE TEKLÎF KIRIN’ 
 
Hevjîna Kerem Arvas, Sakîne Arvas, diyar kir ku hevjînê wê bi îşkenceyê hate binçavkirin. Arvas, anî ziman ku piştî dorpêçkirina gund bi operasyona hate destpêkirin re şer derket û têkildarî tiştên qewimî wiha axivî: “Hevjînê min ji bo avê biguherîne çûbû zeviyê. Dema min dengê çekan bihîst rasterast Kerem hate bîra min. Dema min hewl da karê xwe bi lez û bez xelas bikim, du cerdevan hatin tenûrê. Hewl dan bi min re biaxivin. Pirsa ‘li gund çi heye çi nîne’ kirin, piştî min bersiv neda pere teklîf kirin. Min got li gun tiştek nîne carna penaber tên û diçin. Dema min bihîst ku hevjînê min hatiye derbkirin, min dest ji pehtina nan berda. Dema ku Kerem li zeviyê karê xwe dikir bi îşkenceyê binçavkirin. Bi kelepçekirî anîn gund, kincên wî şil bûn û rûyê wî birîndar bû. Cerdevanan destûr nedan ez nêzî wî bibim.”
 
‘KÎJAN EDALET?’ 
 
Arvas, anî ziman ku bi hewldaneke zêde destûr dan ku hevjînê wê cilên xwe biguherîne û şûşeyeke avê bidinw wî û wiha berdewam kir: “ Destûr nedan ku ez şûşeyeke avê jî bidimê. Ev ne edalet e, divê dewlet ev nebe. Tu dewlet van tiştan nakin. Mirovekî bêguneh ê 65 salî ku li ser axa xwe dixebite, bi kîjan edaletê dikarin lê bidin û binçav bikin? Bi kîjan edaletê dikarin wan bigirin? Min bi darê zorê karî kincên hevjînê xwe, gore û pêlava wî bidimê, ew di erebeyê de li xwe kirin. Piştre biryara lêgerînê derket û 2-3 cerdevanan li malê dest bi lêgerînê kirin. Hemû dolab, nivîn, sênîk, hundirê xurekan lêgerîn kirin. Mal ser û bin kirin.”
 
QEDEXEYA FÎÎLÎ DIDOME
 
Arvas, diyar kir ku her du rojên ewil ên operasyonê destûr nedan ku derkevin derve û anî ziman ku ne karîn ne sewalên li govê xwedî bikin ne jî wan bidoşin. Arvas, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî 3 roj bi ser operasyonê re derbas bûn destûr dan ku em pezê xwe bidoşin lê ew jî bi şertê ku em têxin govan ve. Diyar kirin ku divê saet di 22.00’yan de kes li derve nemîne. Aliyê gund ê nizarî hemû qedexe bû. Destûr nedidan ku çûkek jî bifire. Bi rojan kesê nekarî zeviyên xwe av bide. Li hin cihan hêj qedexeya qismî heye.”
 
‘EWLEHIYA CANÊN ME NÎNE’  
 
Yekj i gundiyan Kiymet Arvas jî rewşa gund wiha vegot: “Her der bombe kirin, li gund tu tiştê dîrokî an xwezayî nema. Her tim em dengê bombeyan dibîhizin. 5 roj in ev deng tên. Hemû derfet li gund komkirine. Her roj helîkopter difirin. Em bi dengê bombeyan hişyar dibin. Ne ewlehiya canên me ne jî ya sewalên me nîne.” 
 
‘JI SALA 93’YAN VE HEMAN ZEXT HENE’ 
 
 Arvas, diyar kir ku ji sala 1993’yan ve li gundê Peyîndasê zext hene û di sala 93’yan de gundê wan hate şewitandin û anî ziman ku ji ber zextan qismekî gundê wan neçar man koçî Stenbolê bikin. Arvas, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema bingehîn a van zextan, ji ber ku em mirovahiyê diparêzin. Heke mirovek xwedî wijdan be, ew mirovatiyê diparêze. Tu sûcê me nîne, em tenê axa xwe diparêzin û em ê vê yekê bidomînin. Em li vir wek 3-5 malbat mane lê mayîna gundî gelek ji me re dibînin. Ew dikarin gundiyên ku li zevîyê dixebitin bi derbkirinê bigirin. Dilê me diêşe, lê em dîsa dibêjin bila Xudê vê qebûl neke. Ji kengî ve parastina mirovahiyê sûc e?”
 
MA / Rûken Polat 
 
 

Sernavên din

17/08/2023
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan