Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin

  • rojane
  • 10:05 22 Tebax 2023
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî yaÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku dê ew ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan bidin destpêkirin û got: “Cezayê li Mazlûm hatiye birîn, kurteya hemû bêhiqûqiyan e. Divê her kesê demokrasiyê dixwaze xwedî li Mazlûm derkeve.” 

 
Mazlûm Îçlî yê 14 salî di 6-8’ê Cotmeha 2014’an çalakiyên Kobanê de bi îdiaya Yasîn Boru jî di nav de 4 kesan kuştiye hat cezakirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji sûcên “xerakirina tevkariya welat” û “kuştina 4 kesan” bi giştî 124 sal ceza li Mazlûm Îlçî birî. Tevî ku ew roja bûyerê Mazlûm Îçlî li gundekî 140 kîlometre dûrî Amedê li dawetê bûye û gelek delîl hene jî lê biryara cezakirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat pesendkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn biryara cezakirina Mazlûm Îçlî nirxand û diyar kir ku bi cezakirina Îçlî hatiye xwestin ku kurdan ceza bikin. 
 
Eren Keskîn
 
‘QETLÎAMA HIQÛQÊ’ 
 
Keskîn cezayê ku li Îçlî hatiye birîn wek “qetlîama hiqûqê” nirxand û tiştên der barê Îçlî de qewimî ne di warê hiqûqê de nayên ravekirin û got: “Dewlet tenê xwedî li Yasîn Buro derdikeve. Belê rast e Yasîn Boru zarok bû, lê yên din jî ku hatin kuştin zarok bûn. Dewlet çima qet navê wan bikar nayîne. Mazlûm ji ber ku ewladê malbatek HDP’yî ye dewlet qet wî zarok nabîne. Pirsgirêk ev e ku em nikarin polîtîkaya dewletê ku zarokan aniye vê rewşê nîqaş bikin. Ewqas bêhiqûqiya di dosyeya Îçlî de encama polîtîkayên dewletê ne. Dosye adeta kirin amûrek tolhildanê. Heke hiqûqê bikin, ‘amûra tolhildanê’ nexwê pergalek xeternak ya hiqûqê heye.” 
 
‘MAZLÛM LI GIRTÎGEHÊ MEZIN DIBE’ 
 
Keskîn got tevî ku Mazlûm Îçlî dema bûyerê ne li bajêr bûye jî biryarek wiha ku hatiye dayîn tê wê maneyê ku di asta bilind de mudaxileyek li dosyeyê hatiye kirin û dema bûyer qewimî ye Mazlûm Îçlî li gundekî ku 140 kîlometre dûrî Amedê bûye û ev yek di qeydên HTS’ê de jî derketine holê. Keskîn anî ziman ku Îçlî di 14 saliya xwe de ketiye girtîgehê û niha bûye ciewanek 23 salî û got: “Mazlûm Îçlî di girtîgehê de mezin dibe. Dewlet yanî ev zîhniyet dixwaze zarokên kurdan li ber hev rake û wan li ber hev bike dijminê hev. Di şexsê Mazlûm Îçlî de hemû zarokên kurd tên darizandin û cezakirin. Cezakirina Mazlûm di heman demê de nîşan dide ku dewlet di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dike. A rast sedema van hemûyan meseleya Kobanê ye. Ji bo ku destkeftiya kurdan Kobanê li faîlekî digerin. Jixwe naveroka Doza Kobanê jî vik û vala ye. Hevalên me ku zirara wan negîştiye tu tiştekî, bi salane tên darizandin. Ev 30 sal in ez di nava têkoşîna mafên mirovan de me, cara yekem e ku ez dibînim hiqûq ewqas hatiey binpêkirin.” 
 
JI BO ÎÇLÎ KAMPANYA ÎMZEYAN TÊ DESTPÊKIRIN 
 
Keskîn destnîşan kir ku daraz û dewlet dixwaze di şexsê Îçlî de hemû kurdan ceza bike û wiha axivî: “Piştî biryara cezakirinê, ez li bavê Mazlûm geriyam. Malbat xemgîn e lê qet bêhevî nîne. Malbat ji hemû raya giştî piştevaniyê dixwaze. Li dijî vê bêhiqûqiyê fikrek me ku em bi sernavê ‘Em dixwazin hiqûq bê sepandin” kampanyek îmzeyan bidin destpêkirin. Em dixwazin her kes di nava kampanyayê de cih bigire. Em ê ewilî kampanyek îmzeyan bidin destpêkirin, paşê jî em ê bi biryarek hevpar vê kampanyayê bidomînin. Ez ê di demek kin de serdana Mazlûm bikim. Wê daxwazên wî ji bo me gelek girîng bin.” 
 
BANGA HESTIYARÊ KIR 
 
Keskîn ji bo Îçlî banga hestiyariyêl i raya giştî kir û got: “Wê Mazlûm Îçlî di encama biryarek wiha bêhiqûqî de bi salan di hepsê de bimîne. A rast cezayê ku li Mazlûm hatiye birîn kurteya hemû bêhiqûqiyên ku diqewimin e. Lewma divê her kes li ser xatirê aştî, demorkasî û çareseriyê xwedî li Mazlûm Îçlî derkeve.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

28/08/2023
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû