Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin

  • rojane
  • 15:53 28 Tebax 2023
  • |
img

ENQERE - 193 rewşenbîran têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyek da û ev bang kirin: “Em dixwazin ku tavilê dev ji helwestên ku welatê me ji hiqûq, aştî û demokrasiyê dûr dixin berdin.” 

 
Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê didome. Danişîna din a doza ku 18 siyasetmedarên girtî tê de tên darizandin dê di 4’ê îlonê de bê lidarxistin. 
 
‘MAFÊN DESTÛRA BİNGEHÎN TÊN BİNPÊKİRİN’
 
Têkildarî Doza Kobanê 193 ramangîr û hunermendan daxuyaniyeke hevpar a nivîskî ya bi sernavê “Doza Kobanê hiqûqî nîne, em li dijî wê ne” parve kirin. di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştî êrişa DAİŞ’ê ya li dijî Kobanê ku civaka navneteweyî bêdudilî lanet kiribû, di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Bi hinceta van protestoyan, 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar di Doza Kobanê de tên darizandin. Em vê dozê bi fikareke mezin dişopînin. Tevî biryara binpêkirinê ya ku Daîreya mezin a DMME’yê erê kirî jî 18 siyasetmedarên girtî tên darizandin. Di vê dozê de di serî de mafê darizandina adilane, xebatên siyasî û mafê azadiya xweîfadekirinê, hemû mafên destûra bingehîn tên binpêkirin. 
 
Bi domdarî ev tişt hatin parvekirin: “Weke mirovên huner û fikrê em radigihînin klu li dijî vê derhiqûqtiya eşkere ne. Em dixwazin ku tavilê dev ji van helwestên ku welatê me ji hiqûq, aştî, demokrasî û edaletê dûr dixin berdin.” 
 
NAVÊN 193 KESÊN DAXUYANÎ ÎMZE KİRİN 
 
Navên kesên daxuyanî îmze kirine wiha ne: “A. Halûk Unal, Abdullah Demirbaş, Abdulhakîm Daş, Adîl Okay, Adnan Ozyalçîner, Ahmet Aksel, Ahmet Aykaç, Ahmet Dîndar, Ahmet Însel, Ahmet Kardam, Ahmet Tellî, Akin Atalay, Akin Atauz, Akin Bîrdal, Alî Ekber Kaypakkaya, Alî Topuz, Alîye Ozlu, Asuman Bayrak, Atalay Saraç, Aydin Çubukçu, Ayfer Tunç, Ayşegul Devecioglû, Ayşen Şahîn, Azîz Konukman, Bahadir Altan, Bahadir Ozgur, Bariş Yildirim, Baskin Oran, Bîlge Seçkîn Çetînkaya, Bînnaz Toprak, Burhan Sonmez, Bulent Atamer, C. Hakki Zariç, Celal Yildirim, Cengîz Arin, Cevat Çapan, Cezmî Ersoz, Cûma Boynukara, Çetîn Alî Nergîs, Dînçer Demîrkent, Dogan Ozguden, Elçîn Gîzem Tarhan, Elîf Şafak, Emîn Alper, Ercan Bîngol, Erdal Dogan, Erdogan Aydin, Erdogan Kahyaoglû, Ergîn Cînmen, Ergun Babahan, Esra Calus, Esra Koç, Ezel Akay, Faruk Çikrikçi, Fatîh Polat, Fatma Bostan Unsal, Fehîm Işik, Ferda Koç, Ferhat Tunç, Fethiye Çetîn, Feyyaz Yaman, Fîkret Başkaya, Fîlîz Kardam, Fotî Benlisoy, Gaye Boralioglû, Gencay Gursoy, Gokçe Okay, Gokçer Tahîncîoglû, Gul Gulsun Yildiz, Gungor Şenkal, Gurhan Ertur, Hacer Ansal, Hakki Ozdal, Halîde Yildirim, Hanîfe Yuksel, HannaBeth-Sawoçe, Hasan Oztoprak, Hatîce Ozbay, Huseyîn Habîp Taşkin, Îlgîn Ruhî Su, Îbrahîm Ateş, Îbrahîm Çîftçîoglû, Îlkay Alptekîn Demîr, Îlter Sayin, Încî Hekîmoglû, Încî Tugsavul, Îsmaîl Beşîkçî, Îsmet Alici, Îştar Gozaydin, Julîde Kural, Kadîr Akin, Kadrî Salaz, Kemal Gokhan, Korkut Akin, Kubîlay Dagbatiran, Levent Kaçar, Leyla Şahîn, Mahmût Memduh Uyan, Mazlum Çetînkaya, Mecît Unal, Mehmet Guç, Mehmet Saît Aydin, Mehmet Turkay, Melek Ulagay, Melîha Coşkun, Mesût Kara, Mete Ozel, Mûrat Serhasi Toktaş, Mûrat Uyurkulak, Mûrat Yaykin, Mûrathan Mungan, Mûsa Ozugurlu, Mûstafa Kemal Erdemol, Mûstafa Paçal, Mûstafa Pekoz, Mûstafa Sonmez, Mûstafa Unlu, Nadîre Mater, Namik Kuyumcu, Nazan Aksoy, Nazar Buyum, Necatî Abay, Necmî Demîr, Necmiye Alpay, Nejla Demîrcî, Nesrîn Nas, Nesteren Davutoglû, Neşe Yaşîn, Nevîn Koçoglû, Nevzat Karakiş, Nevzat Onaran, Nezîr Îçgoren, Nîlgun Toker, Niyazî Zorlu, Nûray Sancar, Nûrcan Baysal, Okan Toygar, Onûr Hamzaoglû, Orhan Alkaya, Orhan Pamuk, Orhan Sîlîer, Osman Bozkurt, Osman Okkan, Oya Baydar, Omer Faruk, Omer Madra, Ozcan Sapan, Ozge Dogar, Ozgur Başkaya, Ozgur Muftuoglû, Ozgur Zeybek, Ozlem Îşbîlîr, Racho Donef, Ragip Zarakol, Recep Maraşli, Riza Turmen, Saît Çetînoglû, Salîh Ozturk, Sema Kaygusuz, Semih Gumuş, Serap Ogan Eren, Serdar Keskîn, Seyît Soydan, Sezaî Sarioglû, Sîbel Ozbudun, Şahabettîn Demîr, Şanar Yurdatapan, Şebnem Îşîguzel, Şengun Kiliç, Tahsîn Yeşîldere, Tamer Guven, Temel Demîrer, Tugrul Eryilmaz, Turgut Toygar, Vartkes Keşîş, Vecdî Erbay, Vehbî Koca, Vîkî Çîprut, Vîvet Kanettî, Yasemîn Bektaş, Yasemîn Goksu, Yavuz Baydar, Yetvart Danzîkyan, Yucel Demîrer, Yucel Tunca, Zafer Kose, Zafer Yilmaz, Zehra Çinar, Zehra Kabasakal Arat, Zelîha Demîrel, Zerrîn Kurtoglû Şahîn, Ziya Halîs û Zulfu Lîvanelî."
 

Sernavên din

03/09/2023
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin