HSD: Şerê me li dijî çeteyan e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya HSD'ê diyar kir ku tu nakokiya wan bi gelê Dêrazorê re tune ye, lê şerê niha li herêmê rû dide bi Tirkiyeyê-hêzên paramîlêter re ye û endamên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê re ye. HSD'ê bang li şêniyan kir ku neyên lîstokên hêzên dijber.
 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî pêşketinên Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Daxuyaniya HSD'ê wiha ye: 
 
"Hêzên me operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' li dijî şaneyên DAIŞ'ê û kesên sûcdar da destpêkirin. Piştre hêzên cuda yên derve destwerdan kir û xwestin vê operasyonê wekî fersendekê ji bo pêkanîna planên xwe bi kar bînin. Bi taybetî di 3 rojên dawîn de navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li aliyekî û çeteyên çekdar ên girêdayî hin saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê yên ku derbasî aliyê rojavayê çemê Firatê bûn ji aliyekî din ve, şer qewimî. Çeteyên ku di çemê Firatê û xeta Salihiyê re derbasî herêmê bibûn, hewl dan fitneyê û şer navbera gelên herêmê derbixin. Her wiha di aliyê propogandayê de jî hewl didin wêneyekê bidin nîşandan ku ev şerê navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û gelê Dêrazorê ye. Ev îdia derew e û ne rast e, nemaze ku operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' li ser daxwaza gelê Dêrazorê û şêx û eşîran pêk hat. Tu nakokî an pirsgirêk di navbera gelê Dêrazorê û hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk de tune ye, berevajî vê yekê her kes dizane ku HSD'ê gelê herêmê ji zilma DAIŞ'ê rizgar kir û niha gelên herêmê diparêze û heta niha ewlehî û îstiqrarê pêk tîne.
 
Armanca ji propogandaya hewl dide rewşa li ser erdê wekî şerekî di navbera hêzên me û eşîrên Ereb de bidin nîşandin, ji bilî derxistina fitneyê û şikandina yekitiya HSD'ê û gelên herêmê ne tiştekî din e. Her wiha hinek aliyên dijber hewl didin wî rewşê wekî nakokiyeke Kurd û Ereban bidin nîşandan. Ev lîstok ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve berdewam e, her tim hewl dan xeta şoreşê biguherînin û wekî şerekî navbera ol, mezheb û neteweyan bidin xuyakirin.
 
Ji sala 2013'an ve gelek aliyan hewl dan şerê Hêzên Sûriya Demokratîk yê li dijî DAIŞ'ê wekî şerê di navbera Kurd û Ereban bidin xuyakirin û ev polîtîkayên wan heta roja me ya îro dewam dike.  Lê ya rast tu nakokiyên gelê Ereb bi gelê Kurd re tune ye û tu nakokiyê gelê Kurd bi gelê Ereb re tune ye. Her du gel bi salên dirêj bi hev re di nava aramî û îstiqrarê de dijîn, her wiha tevahî saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk ku 8 sal di ser damezirandina wan re derbas bûne, bi keç û xortên wê yên Ereb, Kurd, Suryan û Ermen mil bi mil şer dikin û xwîna wan a pak li ser vê xakê herikî ta herêmên me ji destê çeteyan rizgar kirin. Di esas de HSD'ê nîşaneya herî bihêz e ku yekitiya tevahî gelên herêmê, bi taybetî yekitiya gelên Ereb û Kurd îsbat dike. Lewra mîna van bi van îdiayên xirab hewl didin bi hasten gelên herêmê bilîzin û wan li hemberî hev din bin sorkirin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me ha ji van lîstokan heye, helwesta HSD'ê ya li hemberî van lîstokan jî parastina herêmê bi tevahî pêkhateyên wê ye, ev yek jî bersiva herî xurt a li dijî tevahî fitne û lîstokan e.
 
Heman demê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin vê rewşê wekî fersendekî bi kar bînin û li ser vê yekê ji 5 aliyan ve êrişî eniyên parastinê yên Meclisa Leşker ya Minbicê kir. Lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi lehengî şer kir, tevahî êriş têk birin û koma çete ya ku xwe gihand nuqteya meclisê kontrol kir, gund paqij kir û zirarên mezin gihand çeteyên dewleta Tirk a dagirker. Ev bersiva herî mezin a HSD`ê ye li hember her kesê hewl dide gelê herêmê û ewlehiya wê şantaj bike.
 
Li ser vê yekê, di serî gelê me yê Dêrazorê em bang li tevahî gelên herêmê dikin ku neyên mîna van lîstok û fitneyan. Hêzên Sûriya Demokratîk hêza parastina tevahî gelên herêmê ye. Şerê niha di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û çeteyên dewleta Tirk a dagirekr- endamên girêdayî ewlehiya rejîmê de ye. Tu nakokî di navbera HSD û eşîrên herêmê de tune ye, em her timî bi eşîran re di nava têkiliyan de ne. Fedakariyên ku em didin ji bo xurtkirina ewlehî, îstiqrar û aştiya gelên herêmê ye. HSD'ê dê ji pêkanîna mîsoyona xwe ya parastina herêmê ji tevahî êrişên dijber ên li dijî yekitiya gelên herêmê û îstiqrara wê dudilî nabe.”
 

Sernavên din

06/09/2023
17:43 Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î
16:20 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye
16:16 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an
16:06 Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?
15:53 2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin
15:11 24 roj in encama testa DNA’yê ya Leyla Gulcu derneketiye
14:48 Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
14:25 Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin
13:07 Li Geverê gelek darên fêkiyan şewitîn
13:06 ‘Bila Abdulmenaf Osman radestî malbata wî bê kirin’
11:40 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 3’yan
11:02 Li Amedê jinek birîndar bû
10:40 Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin
10:28 Li Rihayê ciwan dê li dijî şerê taybet konserekê li dar bixin
10:23 Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansek mezin amade dike
10:04 Daneyên tundiyê yên JINNEWS'ê: 28 jin hatin qetilkirin
09:57 Rojnamevan Bîlgîn: Li Dêrazorê gelên herêmê bi hev re li ber xwe didin
09:15 Li Stenbolê di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Partiya Çepên Kesk amadekariya kampaneyeyeke li dijî tecrîdê dike
09:03 Li Wanê meseleya xizmeta tenduristiyê: Pirsgirêk bi pansûmankirinê çareser nabe
09:02 Di salekê de du caran êriş birin ser heman gorê: Bêdengî rê li ber zilmê vedike
09:00 Li Semsûrê dibe ku mexdûrên erdhejê vê zivistanê di konan de derbas bikin!
09:00 ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2023’YAN
08:55 Erdogan kesê ji ber Komkujiya Sêwasê hatibû girtin efû kir
05/09/2023
22:50 Îfadeya kesên ku li Bagcilarê hatibûn binçavkirin temam bû
19:35 Li Hezroyê gundî pev çûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:42 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
16:39 Li Amedê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
16:38 Egîtîm Senê foruma ‘mafê perwerdeya bi zimanê dayikê’ li dar xist
16:16 Tevî dîmenan jî wezareta parastinê îşkence red kir
15:53 Komeleya Wêjekarên Kurd: Divê Menaf Osman demildest bê berdan
15:29 OHD: Bila Abdulmenaf Osman neyê dersînorkirin
15:28 HSD: Di operasyonê de 18 çete hatin kuştin û 4 jî hatin girtin
14:32 Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Bul hate berdan
14:26 Rejîma Îranê mamê Jîna Emînî girt
14:16 Hevserokên HDP’ê yên berê derbasî Partiya Çepên Kesk bûn
14:06 Malbatên 2 kesên li Qelqeliyê jiyana xwe ji dest dan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
13:29 Parêzer Uçar a ji bo îfadeyê çû edliyeyê hate binçavkirin
12:56 HPG: Cenazeyên 4 leşkeran di bin kontrola me de ne
12:56 Di şerê Zapê de leşkerek hate kuştin
12:19 Danişîna Aysel Tûglûk hate taloqkirin
12:18 Parêzer Coşkun: Hewl didin nivîskar Osman bişînin Sûriyeyê
11:48 Li Şemzînanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:36 Stranbêj Yarrahî sewqî Girtîgeha Evînê hate kirin
11:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Rojnameger Mihemed: Li Dêrazorê şer di navbera HSD û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê de ye
10:51 Cezayê hefsê li rojnamevan Nazila Marofian hate birîn
10:47 Kesên li ser daxwaza ENKS’ê vegeriyan Efrînê tên revandin
10:23 Hevalên Mîr Perwer ên hunermend gora wî dan çêkirin
09:49 Nivîskar Osman ji bo dersînorkirinê şandin GGM’a Edîrneyê
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan şewba girûyê
09:04 Bav Yilmaz Ûzûn: Rêya wan rêya me ye, xeyalên wan xeyalên me ne
09:03 Şenyaşar: Wezîrê Dadê ji edaletê direve
09:02 Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê:Armanca wan zarokan tev li nava komele û weqfên olî bikin
09:01 Însel: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûc e
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2023'YAN
04/09/2023
23:06 Êrîşî gundên Şehba û Hesekê hat kirin
20:34 Piştî 30 salan hat berdan: Bi awayekî fiîlî di binçavan de ye
16:26 Li Geverê mirineke biguman
16:01 Mehmet Sîncar di salvegera 30'yemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:57 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Ezyeta li miriyan tê kirin aştiya civakî xera dike
15:49 Tuncel: Em ê ji bo girtiyên nexweş 3 rojan çalakiyê li dar bixin
15:41 Ciwanên kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
14:59 Ûçar: Haya dewletê ji cînayeta Mehmet Sîncar heye
14:59 Pêşnûmeya Aram Tîgran bi îdiaya ‘qebe ye’ hat vegerandin
14:45 Biraziyê şaredarê AKP'î rojnameger derb kir û gefa kuştinê lê xwar
14:05 Bûldan: Em ê nehêlin ezyet li gelê me bê kirin
14:04 Doza Kobanê: Dosyaya tolhildana ji pêvajoya çareseriyê ye
13:08 Li Rojava di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin
12:59 Eşîra ereb a Tewadifê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand
12:55 Di danişîna rojnamevan Çaglar de dadger matmayî ma
12:01 DEDAŞ’ê li gundê Tilvaqiyê dîsa trafo jêkirin
11:55 Cezayekî mîna xelatê dan polîsê Cîhan Can kuştî: 21 hezar û 200 TL
11:45 Profesorê kurd ê piştgirî dabû çalakiyên li Îranê ji kar hate avêtin
10:42 Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
10:12 Li cigarê zem hate kirin
09:50 Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye
09:20 Li Menderesê erdhej çêbû
09:05 ‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê'
09:03 8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû
09:02 ‘Divê girtiyên nexweş bêşert werin berdan'
09:01 Ertak ê 32 sal in li bavê xwe digere: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir