Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne

img
AMED - DFG’ê Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Meha Tebaxê parve kir û da zanîn ku bi girtina 3 rojnameger-nivîskaran re hejmara rojnamegerên girtî bû 59. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Tebaxê parve kir. Di raporê de hat gotin ku bi girtina 3 rojnameger-nivîskaran re hejmara rojnamegerên di girtîgehê de bûye 59. Di raporê de qala 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jî hate kirin û ev tişt hatin parvekirin: “Em xemgînin ku di van rojên ku hêviya aştiyê tê kirin de jî di mijara azadiya xweîfadekirinê û azadiya çapemeniyê de li welêt pirsgirêkên mezin hene. Hêj niha jî gelek rojnameger di girtîgehê de ne. Lewma mimkin nîne mirov qala azadiya xweîfadekirinê bike. Ji ber ku ev rewş hêj xerabtir dibe û binpêkirin didomin, fikarên me zêdetir dibin.” 
 
3 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku bi taybet jî rojnameger li qadan rastî astengiyên mezin tên û ev tişt hatin gotin: “Rojnamegerên di dema şopandina nûçeyan de tên astengkirin, di heman demê de tên derbkirin, îşkencekirin û rastî miameleyeke nebaş tên. Di meha tebaxê de 3 rojnameger-nivîskar hatin girtin û bi vê yekê re hejmara rojnamegerên girtî derket 59’an.” 
 
‘CIHÊ ŞERMÊ YE’
 
DFG’ê di heman demê de bertek nîşanî girtina Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can da. Bi domdarî hat bibîrxistin ku Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û gelek rojnameger girtî ne û ev yek weke “cihê şermê” hat pênasekirin û banga berdana rojnamegeran kir. 
 
ROJNAMEGERÊN KETINE GREVÊ 
 
Bi domdarî DFG’ê bal kişand ser rojnamegerên li Sputnikê ketin grevê û wiha bang kir: “Êrişên li dijî mafên aborî û civakî yên rojnamegeran didomin. Xebatkarên Sputnîkê yên ji kar hatin derxistin jî mînakeke vê ne. Divê mafên van xebatkaran bên dayîn û yên ji kar hatine avêtin dîsa bigirin kar.” 
 
BERTEKA LI DIJÎ RTUK’Ê 
 
DFG’ê da zanîn ku di meha tebaxê de jî astengkirina nûçeyan a ji hêla RTUK’ê ve berdewam kir û wiha got: “Êdî cezayên RTUK li televîzyonan dibire veguheriye sepaneke jirêzê. Her wiha hêj jî malperên înternetê tên girtin. Bi hêsanî jî nûçeyan asteng dikin. Ev zîhniyet, zîhniyeta sansûrê ye. Rojnameger tên sansûrkirin û dixwazin heqîqetê veşêrin. Dema em bi giştî li meha tebaxê dinihêrin; di vê mehê de zexteke mezin li ser azadiya çapemenî û xweîfadekirinê hebû û hewl dan bi sansûrê rojnamegeran bifetisînin. Em baş dizanin ku naxwazin gel rastiyan bizane. Lewma em careke din bang dikin; dev ji van hewldanên li dijî rojnamegeran berdin. Hûn nikarin pênûsên azad zincîr bikin.” 
 
Navên Rojnamegerên girtî yên DFG’ê parve kirin jî ev in: 
 
* Abdurrahman Gok - Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê 
 
* Ahmet Metîn Sekîzkardeş - Rojnameya Zamanê
 
* Ahmet Uzan - Midûrê Nûçeyan a Rojnameya Sabah Egelî 
 
* Alaattîn Akkaşoglû - Xwediyê Rojnameya Akîsê 
 
* Alî Aşîkar - Rojnameya Azadiya Welat 
 
* Alî Unal - Nivîskarê Rojnameya Zamanê 
 
* Aytekîn Gezîcî - Rojnameger - Nivîskar 
 
* Baran Karadag - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat
 
* Bariş Pehlîvan - Rojnameger
 
* Cengîz Dogan - Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Mavî ve Kentê
 
* Çetîn Çîftçî - Nûçegihanê Rojnameya Bugunê yê Parlamentoyê 
 
* Derya Ren - Nûçegihana JINNEWS’ê 
 
* Devrîm Ayik - Xebatkara Kovara Ozgur Halkê 
 
* Dîcle Muftuoglû - Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê 
 
* Dîlan Oynaş - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
 
* Elîf Ersoy - Berpirsyarê Karên Nivîsan ê Kovara Yuruyuşê
 
* Ercan Gun - Midûrê Nûçeyan ê Fox TV’yê
 
* Erdal Susem - Edîtorê Kovara Eylûlê 
 
* Erol Zavar - Xwedî û Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Odakê 
 
* Ferhat Çîftçî - Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Dîlokê 
 
* Firat Can Arslan - Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) 
 
* Gultekîn Avci - Nivîskarê Rojnameya Bugunê 
 
* Hamdullah Bayram - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê 
 
* Hasan Taşar - Nûçegihanê TRT’ê yê Enqereyê
 
* Hatîce Duman - Xwedî û Midûrê Karên Nivîsna ê Rojnameya Atilimê 
 
* Hudaverdi Yildirim - Edîtorê Nûçeyan ê Can Erzincan TV’yê
 
* Îbrahîm Karakaş - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê 
 
* Îsmaîl Çoban - Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat ê berê 
 
* Kenan Karavîl - Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Radyo Dunyayê 
 
* Mahmut Gulecan - Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Ozgur Halkê
 
* Mehmet Baransu - Nivîskarê Rojnameya Tarafê 
 
* Mehmet Şah Oruç - Rojnameger
 
* Mehmet Gundem - Rojnameger
 
* Melîh Gasgar - Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Cîhanê yê Balikesirê
 
* Merdan Yanardag - Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE1’ê 
 
* Mîktat Algul - Gerînendeyê Giştî yê Weşana Mezîtlî FM’ê 
 
* Mîkaîl Barut - Rojnameger 
 
* Mûrat Çapan - Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Noktayê 
 
* Mûrat Verîm - Rojnameger
 
* Mûstafa Gok - Nûnerê Dovara Ekmek ve Adalet ê Enqereyê 
 
* Mûstafa Unal - Rojnameya Zamanê 
 
* Nadiye Gurbuz - Edîtora ETHA’yê 
 
* Osman Çalik - Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Radyoya Samanyolu Haberê 
 
* Ozden Kinik - Xebatkarê TRT’ê 
 
* Ozlem Seyhan - Rojnameger
 
* Recaî Morkoç - Edîtorê Buroya Herêma Antalyayê yê Ajansa Nûçeyan a Cîhanê 
 
* Remzî Akkaya - Rojnameger
 
* Rifat Soylemez - Xwediyê Rojnameya Adana Haberê 
 
* Samî Tunca - Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Mucadele Bîrlîgiyê 
 
* Sedat Yilmaz - Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê 
 
* Semîh Elîtaş - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat 
 
* Serkan Sedat Guray - Produktorê Bernameyê yê Burç FM’ê 
 
* Sertan Onal - Rojnameya Halkin Gunlugu 
 
* Sîbel Mustafaoglû - Xebatkarê Azadiya Welat 
 
* Taner Talaş - Rojnameger 
 
* Turgut Usul -  Nûçegihanê TRT’ê 
 
* Tulay Canpolat -  Nûçegihana Rojnameya Sabahê yê Enqereyê 
 
* Zafer Ozcan -  Edîtorê Aboriyê yê Rojnameya Bugunê 
 
* Ziya Ataman - Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA)
 

Sernavên din

09/09/2023
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN
08/09/2023
19:52 Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin
19:44 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hat binçavkirin
18:59 2 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:54 Li Girtîgeha Panosê 3 jin bi saetan rastî îşkenceyê hatin
16:47 Li Wanê du kes hatin binçavkirin
16:45 Cenazeyên Akdenîz û Koç hatin definkirin
16:22 Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin
16:05 44 roj in heman bersivê didin Malbata Şenyaşar: Wezîr nîne!
15:28 Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin
15:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin
14:17 Onder ji şandeya Doza Kobanê re got: Hûn nikarin min bidarizînin
14:11 ‘Dest ji xeletiyên li ser sûr û Baxçeyên Hewselê berdin’
12:44 Yuksekdag û Kişanak peyam şandin: Îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinan e
12:07 Kampanya veguhestin Çûkûrovayê: Li dijî tiryakê bibe barîkat
11:52 Girtiyê cezayê muebbetê lê hatiye birîn di statûya ‘muebbeta giran’ de tê ragirtin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Êrişa berfireh a li dijî gundên Minbicê hate têkbirin
10:49 Konferansa jinan dest pê kir: Dem dema mezinkirina têkoşîna serdema nû ye
10:31 ‘Dîmenên heyî nîşan didin bê ka dewletê ji bo DAIŞ’ê çi derfet pêşkeş kirine’
10:27 Qala Yilmaz Guney kir: Huner bi daxwazên gel re kir yek
09:38 Ji malbata ku parêzvanê dozger re şer kiribû 6 kes hatin girtin
09:22 Cezayê Ozgun hate betalkirin: Lîstika dînîtiyê bi raporê vala hate derxistin
09:09 Tînaş: Girtiyê nexweş Fevzî Arslan bi mirinê re rû bi rû ye
09:05 Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê
09:04 Qeydên kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê
16:10 Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe
15:08 Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin
14:53 BES: Ji qesrê edalet dernakeve
14:18 Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe
13:44 ‘Doza ava lîmonê’ ya siyasetmedarên jin hate taloqkirin
13:38 ‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’
13:28 Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt
13:18 Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir
13:18 Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin
13:02 Doza Kobanê: Di hilbijartinên herêmî de jî dê ev dosya bê axaftin
13:01 Cihê konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk guherî
12:01 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:53 Tirkiye dixwaze şanogerê ji Îranê yê li GGM’ê girtî ye deportî Îranê bike
11:45 Li Erzînganê girtî bêbêhn tên hiştin!
10:08 Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin
09:05 Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be
09:04 ‘Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dijhiqûqî bên betalkirin'
09:02 Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin
09:01 Wezaretan ji bo kuştina Surme Înce îdia kirin ku 'li wir pevçûn hebûye'
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2023’YAN
06/09/2023
23:41 Li Amedê şanoya 'Kulav û Peyk'
22:39 Tûrnûvaya fûtbolê ya ciwanan didome
20:52 Satici ya ji girtîgehê derket li Şemzînanê hat pêşwazîkirin
20:35 Bîrdal: Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye
19:13 Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi şahiyekê bi dawî bû
18:59 Rewşa dawî ya lehiyê: 7 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek winda ye
17:49 Hevşaredarên Panosê hatin berdan
17:43 Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î
16:20 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye
16:16 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an
16:06 Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?
15:53 2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin
15:11 24 roj in encama testa DNA’yê ya Leyla Gulcu derneketiye
14:48 Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
14:25 Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin
13:07 Li Geverê gelek darên fêkiyan şewitîn
13:06 ‘Bila Abdulmenaf Osman radestî malbata wî bê kirin’
11:40 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 3’yan
11:02 Li Amedê jinek birîndar bû
10:40 Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin
10:28 Li Rihayê ciwan dê li dijî şerê taybet konserekê li dar bixin
10:23 Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansek mezin amade dike
10:04 Daneyên tundiyê yên JINNEWS'ê: 28 jin hatin qetilkirin
09:57 Rojnamevan Bîlgîn: Li Dêrazorê gelên herêmê bi hev re li ber xwe didin
09:15 Li Stenbolê di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Partiya Çepên Kesk amadekariya kampaneyeyeke li dijî tecrîdê dike
09:03 Li Wanê meseleya xizmeta tenduristiyê: Pirsgirêk bi pansûmankirinê çareser nabe
09:02 Di salekê de du caran êriş birin ser heman gorê: Bêdengî rê li ber zilmê vedike