Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne

  • rojane
  • 09:05 11 Îlon 2023
  • |
img
WAN - Parêzer Dersîm Erîşen ku bi jinên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi îşkenceya benê berazan re rû bi rû mabûn hevdîtin pêk anî, diyar kir ku pêkanînên îşkenceyê ji tecrîdê qut nîne û banga hestiyariyê li partiyên siyasî û rêxistinên hiqûqê kir. 
 
Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê tên ragirtin di 31’ê adarê de îtîrazî hejmartina gardiyanên mêr kirin. Li ser vê yekê 40 gardiyanên mêr ên bi ser qawîşê de girtin îşkence li girtiyan kirin. Jinên girtî yên rastî êrişa gardiyanan hatin 4 saetan bi “benê berazan” hatine girêdan û li odeya sekinandinê hatine rawestandin. Girtiyên îşkence li wan hate kirin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi gotinên “Hûn in pirsgirêkên li vê derê diqewimin ji derve re dibêjin? Heke hûn pirsgirêkan ji derve re ragihînin dê rewşa we wiha be” gef li girtiyan hate xwarin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê parêzer Dersîm Erîşen a bi girtî Lale Kabîşen a îşkence lê hate kirin re hevdîtin kir, êrişên li dijî girtiyan vegotin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. 
 
LI HEMAN GIRTIYAN ÎŞKENCEYA DUYEMÎN 
 
Erîşen, da zanîn ku ji girtiyan Mizgîn Kayitbey û Lale Kabîşen ên hatin derbkirin di sala 2021’an de jî rastî îşkenceyê hatine û anî ziman ku ji ber bêdengiya raya giştî girtî cara duyemîn rastî îşkenceyê hatin. Erîşen, bi lêv kir ku li ser serlêdana malbatan serdana girtîgehê kir û diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi salan e pirsgirêkên cidî lê diqewimin û ev pirsgirêk di serdana wan a dawî de jî hatine ragihandin. 
 
BI BENÊ BERAZAN BI SAETAN ÎŞKENCE 
 
Erîşen, da zanîn ku piştî jinên girtî di 31’ê tebaxê de îtîrazî hatina gardiyanên mêr a hejmartina êvarî kirin bûyer qewimî ye û wiha got: “Li ser îtîraza jinên girtî rojekê pişt re jin tên îşkencekirin û derbkirin. Di rewşa asayî de leşkerên mêr di lêgerînên mehane de tev li lêgerînên qawişên jinan dibin. Gardiyanên mêr ji ber hejmartinan an jî ji ber sedemên din nikarin bikevin qawîşên jinan. Li gorî îdîayên ku ji me re hatine gotin, girtiyên jin bi benê berazan tên girêdan û îşkence bi saetan dewam dike. Piştî hevdîtina hefteyekê jî dest û milên girtiyên jin reş û şîn bûn û birînên wan ên qalik girtine hebûn.”
 
‘ÎŞKENCE JI TECRÎDÊ SERBIXWE NÎNE’ 
 
Erîşen, bi lêv kir ku îşkenceya li girtîgehan diqewime ji tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin qut nîne û wiha berdewam kir: “Yek ji sedemê belavbûna pirsgirêkan jî belavbûna pergala tecrîdê ya li girtîgehan e. Rêveberiya girtîgehê ji vê pêvajoyê hêzê digire û bêtirs êriş dike. Bertekên partiyên siyasî û saziyên mafan jî qels in. Partiyên siyasî yên beriya hilbijartinê digotin ‘Em ê bi hemû hêza xwe deriyên tecrîdê bişikînin’ divê li gorî gotinên xwe kedê bidin û di nav hewldanan de bin.”
 
‘POLÎTÎKAYEKE NECEZAKIRINÊ HEYE’ 
 
Erîşen, destnîşan kir ku ji bo faîlên îşkenceyê cezayên pewîst nehatine dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedemekî din ê îşkenceyê jî ew e ku di heman bûyeran de lêpirsîn bi neşopandinê encam digirin. Polîtîkayeke necezakirinê heye. Bi kurtasî berpirsyar bi feraseta ‘tişta ez dikim li cem min dimîne’ bê bersiv dibin. Sedemeke din jî ew e ku bertekeke xurt ji derve û ji aliyê saziyên sivîl ên civakî û saziyên hiqûqê ve nayê nîşandan. Heta saziyên ku em endamên wan e jî bi amadekirina raporên periyodîk û ragihandina raporan bisînor dimînin. Ji ber pirsgirêk bi awayekî cidî nabin rojev, civakê bêhiş dike û rewşeke xwezayî ya razîbûnê pêş dikeve.”
 
‘JI BER AV XWEST CEZAYÊ HUCREYÊ WERGIRT’ 
 
Erîşen, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî sîstematîk zextê li girtî Mizgîn Kayitbey û Lale Kabîşen dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî agahiyên ji me re hatine ragihandin; di nava 3 mehên dawî de 11 cezayên hucreyê li Mizgîn Kayitbeyê hatine birîn û piraniya wan hatine înfazkirin. Dîsa di nava 3 mehan de 8 cezayê hucreyê dane Lale Kabîşenê û 4 cezayên wê yên hucreyê hatine înfazkirin. Kabîşenê diavêjin hucreyê û avê nadinê. Ji ber Kabîşen avê dixwaze, di nava gardiyanan de nîqaş derdikeve û ji bo ku girtî av xwestiye cezayê hucreyê lê dibirin.”
 
MA / Bêrîvan Kûtlû
 

Sernavên din

15/09/2023
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin
09:47 Parêzer Uçar ji ber hevdîtina bi miwekîlên xwe re hate sûcdarkirin
09:20 Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê
13:20 Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
12:49 MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
12:49 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir
12:39 Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome
12:27 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:52 Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn
11:50 Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn
11:47 Li Efrînê teqîn çêbû
11:28 AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da
11:27 DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin
11:01 Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan
10:40 Hunermendê kurd Beytocan wefat kir
10:34 Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e
10:23 Leşker ketin qada nobetê ya Daristana Akbelenê
10:07 Derheqê Mizrakli de bi îdiaya ‘lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir’ îdianame hat amadekirin
10:02 6 sal in ji bo cenazeyê xwişka xwe bigire têdikoşe
09:42 Teqîna Koşuyoluyê: Bûyer baş nehat ronîkirin