Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê

  • rojane
  • 10:09 11 Îlon 2023
  • |
img

MÊRDÎN - Qeyûman, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di nava çirava deynan de hiştine. Hat zanîn ku kesên ji hêla van qeyûman ve weke Midûrê Nivîsgeha Taybet a MARSU’yê hatin peywirdarkirin, niha li saziyên cuda hatine peywirdarkirin. 

 
Mifetîşên Mûlkiyeyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundir têkildarî Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, raporek amade kirin. Di raporê de hûrgiliyên balkêş hene. Hinek lêkolîn di navbera 2019-2023’yan de hatine kirin ku serdema qeyûman e. Îhaleyên di navbera 31’ê adara 2019’an û 2020’an de hatine kirin û wergirtinên kar bi sedema “Di çarçoveya biryara erêkirinê ya di 17’ê tîrmeha 2020’an a Wezareta Karên Hundir de weke Fermana Peywira Serokatiya Lijneya Teftîşa Mulkiyeyê hatiye nirxandin” di raporê de cih negirtin. 
 
AVA JI SEDÎ 20’Ê ABONEYAN HATE BIRÎN
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku MARSU’yê di navbera salên 2019 û 2023’yan de ji 184 hezar û 860 aboneyan ava 36 hezar û 415’an birî ye. Fatûreyên nehatin dayîn û teqîbata îcrayê jî weke hincet hatine nîşandan. 
 
Di raporê de hat gotin ku divê MARSU’yê 532 memûr bixebitiyan lê tenê 99 kes hene û karê divê memûr bikin jî bi karkeran didin kirin. Rewşa behsa xeberê jî weke “li dijî qanûnê” hatiye nirxandin û pêşniyar hatiye kirin ku li gorî hiqûqê tevbigerin. 
 
KESÊN AKP’Î KIRIN MIDÛR
 
Beşa herî balkêş a raporê jî derheqê Midûriyeta Nivîsgeha Taybet de bû. Hat destnîşankirin ku rêveberiya MARSU’yê di navbera 2020 û 2023’yan de ji bo midûriyetê ji derve 5 kes tayîn kiriye. Di raporê de hat diyarkirin ku Furkan Dogan, Mehmet Mesût Tanrikulu, Hanîfe Çelîkel, Zeynep Gurkut û Şuayb Işik weke midûr hatine tayînkirin. 
 
Ji van kesan Mehmet Mesut Tanrikulu endamtiya Lijneya Rêveberiya Baskên Ciwanan a AKP’ê, Koordînatoriya Herêma Behra Spî û Lijneya Biryar û Rêveberiya Navendî ya Baskên Ciwanan a AKP’ê (MKYK) kiriye. Tanrikulu li Mêrdînê 6 mehan Midûriyeta Nivîsgeha Taybet kir û niha li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin weke Serokê Daîreya Çand û Karên Civakî xuya dike. 
 
JI NIVÎSGEHA TAYBET DERBASÎ MEMÛRTIYÊ BÛN
 
Hat zanîn ku Furkan Dogan jî kurê Cîgirê Şaredarê Yurtbaşi ya Xarpêtê yê AKP’î Nîhat Dogan e û mezûnê dibistana amadehî ye. Dogan, piştî midûrtiya nivîsgeha taybet li Walîtiya Xarpêtê hate peywirdarkirin. 
 
Hanîfe Çelîkel ku nêzî kesên AKP’î ye û ji zanîngehê mezûn bûye jî piştî peywira li şaredariyê li Wezareta Karên Hundir hate peywirdarkirin. 
 
Zeynep Gurkut li MARSU’yê 6 mehan weke Midûra Nivîsgeha Taybet xebitî û piştre li Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirov û Perwerdeyê hate peywirdarkirin. 
 
20 ROJ PIŞTRE LI ENQEREYÊ HATE PEYWIRDARKIRIN
 
Şuayb Işik ku nêzî Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Hayatî Yazici ye jî di 7’ê tîrmeha 2023’yan de weke Midûrê Nivîsgeha Taybet a MARSU’yê hate peywirdarkirin. Işik, di 26’ê tîrmehê de li Serokatiya Lijneya Reqabetê hate peywirdarkirin.  
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber peywirdarkirinên dawî, di dema teftîşê de kadroya Midûriyeta Nivîsgeha Taybet vala bû. 
 
HIŞYARÎ: RAYEYA TEQDÎRÊ YA BÊSÎNOR A RÊVEBERIYÊ NÎNE 
 
Mifetîşan gotin ku divê kadroya Midûriyeta Nivîsgeha Taybet zêde neyên guherandin û ev hişyarî kirin: “Li gorî rêgezên giştî yên hiqûqa îdareyê; rayeya teqdîrê ya bêsînor a rêveberiyê nîne û dema ev rayeye tê bikaranîn jî divê li gorî hukmên mewzûatê û wijdana cemaweriyê tevbigerin. Divê ‘memûriya îstîsnaî’ di memûriyeta ku gelek hemwelatî di serî de ezmûn di encama gelek prosedûran de bi dest dixin de weke wergirtina personelan a îstîsnaî û rêya terfîkirinê neyê fêmkirin. Ev sepanên ku weke suîstîmalkirina vî mafî tên nirxandin dê bandoreke neyînî li ser aştiya xebatê ya peywirdarên din, mirûz, motîvasyon û performansê bike. Ev yek jî dê baweriya ji bo dewletê qels bike. Lewma di mijara memûriya îstîsnaî de divê ji bilî hewcedariya bi xizmeta cemaweriyê tu armancên din nebin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

15/09/2023
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin
09:47 Parêzer Uçar ji ber hevdîtina bi miwekîlên xwe re hate sûcdarkirin
09:20 Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê
13:20 Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
12:49 MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
12:49 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir
12:39 Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome
12:27 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:52 Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn
11:50 Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn
11:47 Li Efrînê teqîn çêbû
11:28 AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da
11:27 DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin
11:01 Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan
10:40 Hunermendê kurd Beytocan wefat kir
10:34 Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e
10:23 Leşker ketin qada nobetê ya Daristana Akbelenê
10:07 Derheqê Mizrakli de bi îdiaya ‘lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir’ îdianame hat amadekirin
10:02 6 sal in ji bo cenazeyê xwişka xwe bigire têdikoşe
09:42 Teqîna Koşuyoluyê: Bûyer baş nehat ronîkirin