MED-DER: Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin

  • rojane
  • 13:39 11 Îlon 2023
  • |
img
 
AMED - MED-DER’ê bi boneya serdema nû ya perwerdehiyê daxuyanî da û wiha bang kir: “Bi taybetî li dê û bavan û pê re jî li tevahiya gelê kurd em bang dikin ku li hemberî vê helwesta înkar û tunehesibandina zimanê kurdî ya ku di sedsala 21’emîn de bi polîtîkêyên bişaftinê li ser gelê kurd tê meşandin, dengê xwe bilind bikin.”
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) têkildarî serdema nû ya perwerdehiyê ya 2023-2024’an li ber Peykerê Mafên Mirovan ê Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” ku bi zaraveyên kurmancî û zazakî hatiye nivîsandin, hat vekirin. Rêveber û nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Wêjekarên Kurd,  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), TMMOB, Odeya Endezyarên Zîraatê (ZMO), Egîtîm-Sen û gelek saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di destpêkê de hevserokê berê yê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî û bal kişand ser giringiya perwerdekirina zarokan ya bi zimanê zikmakî. Ronî got ku niha bi milyonan zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar dimîne. Ronî diyar kir ku ew nêzîkbûna rayedarên dewletê yên li dijî kurd û zimanê kurdî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. 
 
‘ZIMAN Û ÇANDA XWE TU CAR JI BÎR NEKIN’
 
Li ser navê Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê Samed Ûcaman axivî û bi bîr xist ku heta niha li ser ziman û çanda kurdî qedexe hatiye danîn. Ûcaman anî ziman ku li ser vê erdnîgariyê bi deh hezar salane kurd jiyan e û li ser vê axê jiyana xwe, çanda xwe, hebûna xwe pêk anîne. Ûcaman bi domdarî wiha got: “Feqiyê Teyran, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Seydayê Cîgerxwîn û Ehmedê Xanî jî bi zimanê kurdî perwerde dîtine û bi zimanê kurdî jiyana xwe berdewam kirine. Em weke Platform dibêjin ku pêşiya çanda kurdan vekin. Em bang li hemû aliyan dikin ku piştevaniya gelan bikin û girîngiyê bidin çand û zimanê kurdî. Em ji gelê xwe re jî dibêjin ku ziman û çanda xwe tu car ji bîr nekin.”
 
‘EM Ê TEKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
 
Piştre Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hayrettîn Altun axivî û wiha got: "Bi qasî jimara kurdan divê mamosteyên kurdî hebin. Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî. Heya ku li sûk û dibistanê bi awayekî fermî kar neke, asîmîlasyon heye. Ji ber vê yekê divê zimanê kurdî di zûtirîn demê de bibe zimanê fermî. Divê jê re zimanê 'X' neyê gotin. Me kurdan bi salan e ev çewisandin qebûl nekir û li dijî vê bêrêziyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘LI MILYONAN ZAROKÊN KURDAN PERWERDEHIYA BI TIRKÎ TÊ FERZKIRIN’
 
Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç metna daxuyaniyê xwend. Daxuyanî wiha ye: “Di 11’ê Îlonê de li Tirkiyeyê serdema perwerdeyê ya 2023-2024’an dest pê dike. Destpêkirina vê serdema perwerdeyê ji bo zarokên Kurdan jî derbasdar e. Li gorî xala 42’yemîn a zagona bingehîn a Tirkiyeyê, li dibistanên dewletê ji bilî zimanê tirkî bi tu zimanê dayikê perwerde nikare were dayîn. Ev jî tê wê wateyê ku mîna sed salên borî yên Komara Tirkiyeyê, dîsa li ser bi milyonan zarokên kurdan perwerdeya bi zimanê tirkî dê were ferzkirin û zarokên kurdan dê dîsa ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar bên hîştin. Bi vê yekê, dê bi milyonan zarokên kurdan di nava diranên çerxa bişaftinê de werin helandin û ji zimanê xwe, rastiya xwe, nasnameya xwe û ji çanda pêşiyên xwe dûr bikevin.
 
TEKOŞÎN HÎN JÎ BERDEWAM E
 
Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi vê helwest û nezîkatiya bişaftin, înkar û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî vê nêzîkatiya nebixêr a dewletê nerazîbûna xwe nîşan daye û têkoşiyaye ku çand û zimanê xwe û nirxên xwe yên din ên neteweyî biparêze û ev tekoşîn hîn jî berdewam e. Bê guman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û zimanê xwe hêmana bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de daxwaza azadiya çand û ziman heye. Di têkoşîna gelê kurd de jî azadiya çand û zimanê kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye.
 
PEYMAN JI BO GELÊ KURD JÎ DERBASDAR IN
 
Daxwaza gelê kurd a ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê’ rewa û însanî ye. Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê kurd jî derbasdar in. Di vî warî de, UNESCO (Saziya Perwerde, Zanist û Çandê) binê rêgezeke gerdûnî xêz dike û dibêje: ‘Ji bo ku zarok bi awayê herî baş hîn bibin, divê bi zimanê xwe yê dayikê dest bi xwendin û nivîsandinê bikin’. Her wiha zimanzan û perwerdekar jî dibêjin ku zarok di temenê destpêkirina perwerdehiyê de dikarin ji yekê zidetir zimanan hîn bibin. Ango bi du zimanan an jî sê yan çar zimanan werin perwerdekirin û gihandin.
 
LI EFRÎKAYA BAŞÛR 11 ZIMANÊN FERMÎ HENE
 
Ji nav 194 welatan ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne, li 113’an hejmara zimanên fermî ji yekê zêdetir e û di qadên cemawerî de pirzimanî di meriyêtê de ye. Bo nimûne, li Çînê 51, li Hindistanê 22, li Rûsyayê 33, li Îtalyayê 12, li Filîpînan 18, li Efrîkaya Başûr 11 ziman an wek zimanên fermî yan jî wek zimanên herêmî tên naskirin û bikaranîn. Ji nav welatên ku cîranên Tirkiyeyê ne, li Îraqê 4, li Îranê 8 ziman bi awayekî fermî di zagonên bingehîn ên van welatan de cih digirin û tên naskirin. Li 22 welatên Ewropayê 458 ziman tên axaftin û ev hêjmar her roj zêdetir dibe û li gel van zimanan zaravayên wan jî tên parastin. Bi vî awayî, nifşên nû hem zimanê xwe yê dayikê hem jî zimanê welatê ku lê dijîn hîn dibin û Ewropayeke pirzimanî, pirçandî, xwedî huner û felsefeyeke pêşketî derdikeve holê.
 
STATÛ ARMANCA SEREKE YA TEKOŞÎNA GELÊ KURD E
 
Lê gava ku em li welatê Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê naxwazin pêşketinên cîhana hemdem bibînin û bi hişmendiya avakarên komarê dibêjin ‘Darê min kulavê min, rehmet li dê û bavê min’. Ji aliyê polîtîkayên bişaftin, înkar, tunehesinandin û tunekirina çand û zimanan ve rehmetê li dê, bav û li pêşiyên xwe yên wek Mehmûd Esat Bozkurt ê ku wezîrê dadê bû di 18’ê Îlona 1930’yî de gotibû: ‘Fikra min û qenaeta min ew e ku ev welat, welatê Tirkan e. Li welatê tirkan yek peywira gelên ku ne tirk in heye, ew jî ew e ku ji gelê tirk re xizmetkarî û koletiyê bikin’. Ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê ku gelê kurd ji hemû maf û azadiyan bêpar hatibû hiştin, ji wê demê heta roja îro, parastina çand û zimanê xwe û bidestxistina statûyeke siyasî armanceke sereke ye di têkoşîna gelê kurd de.
 
ZAROKÊN KURD PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ XWE DIXWAZIN 
 
Gelê kurd di daxwaza xwe ya ‘Ji Pêşdibistanê Heta Zanîngehê Perwerdeya bi Zimanê Dayîkê’ de bi israr e. Lîstikên wekî TRT 6, Dersên Hilbijartî û li Zanîngehan vekirina beşên kurdî polîtîkayên dewletê yên ku bi gelê kurd demê didin wendakirin û ji çareseriyê dûr in. Bi milyonan zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe bixwînin, xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin, helbestên xwe bi zimanê xwe bixwînin, romanên xwe bi zimanê xwe binivîsin. Ev maf wek hemû zarokên cîhanê mafê zarokên kurdan e jî. Ev mafekî rewa, bingehîn, insanî û gerdûnî ye ku ji bo zarokên kurdan bi qasî nan, av û hewayê girîng û jiyanî ye. Bi taybetî li dê û bavan û pê re jî li tevahiya gelê kurd em bang dikin ku li hemberî vê helwesta înkar û tunehesibandina zimanê kurdî ya ku di sedsala 21’emîn de bi polîtîkêyên bişaftinê li ser gelê kurd tê meşandin, dengê xwe bilind bikin. Heta ku xala 42’yemîn a zagona bingehîn neyê derxistin û betalkirin, dewleta Tirkiyeyê, şerh û îtîrazên xwe yên li ser xalên 17, 29 û 30emîn ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî yên ku bi azadiya çand û zimanî re pêwendîdar in betal neke û li vî welatî zimanê kurdî nebe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê nebe zimanê perwerdeyê, dê gelê kurd têkoşîna xwe ya parastina zimanê kurdî ranewestîne.”
 

Sernavên din

15/09/2023
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin
09:47 Parêzer Uçar ji ber hevdîtina bi miwekîlên xwe re hate sûcdarkirin
09:20 Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê
13:20 Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
12:49 MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
12:49 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir
12:39 Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome
12:27 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:52 Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn
11:50 Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn
11:47 Li Efrînê teqîn çêbû
11:28 AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da
11:27 DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin
11:01 Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan
10:40 Hunermendê kurd Beytocan wefat kir
10:34 Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e
10:23 Leşker ketin qada nobetê ya Daristana Akbelenê
10:07 Derheqê Mizrakli de bi îdiaya ‘lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir’ îdianame hat amadekirin
10:02 6 sal in ji bo cenazeyê xwişka xwe bigire têdikoşe
09:42 Teqîna Koşuyoluyê: Bûyer baş nehat ronîkirin