Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin

  • rojane
  • 08:33 23 Îlon 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Nûnerê KNK’ê Denîz Bulbun ê li Hewlêrê hate qetilkirin, li bajarê xwe Geverê bi merasîmeke girseyî ku bi bi hezaran kes beşdar bûn hate veşartin. 
 
Cenazeyê Denîz Bulbun ê di êrişa li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya di 18’ê îlonê de li bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe hate qetilkirin, tevî hemû astengiyan jî li bajarê xwe navçeya Gever a Colemêrgê hate veşartin. Cenazeyê nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Bulbun, piştî li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi saetan hate sekinandin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku ji bo otopsiyê anînê heta êvarî radestî malbata wî nehate kirin. 
 
CENAZEYÊ BULBUN BI GIRSEYÎ HATE PÊŞWAZÎKIRIN 
 
Cenazeyê ku piştî kirariyên otopsiyê ji laiyê malbata xwe ve teslîm hate wergirtin, tevî astengiya leşker û polîsan a li noxteyên kontrolê bi konvoyê anîn bajarê wî Geverê. Cenazeyê Bulbun ê li gundê Boluk bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” birin gundê Dêlezeyê. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên partiyên siyasî jî di nav de bi hezaran kes tev li merasîma cenaze ya Bulbun bûn. 
 
BI DIRÛŞMEYÊN ‘ŞEHÎD NAMIRIN’ HATE OXIRKIRIN 
 
Cenazeyê Bulbun, piştî wecîbeyên olî, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” , “Bimre îxanet, bijî Kurdistan” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” bi meşê birin goristanê. Bulbun li vir bi dirûşmeyan hate veşartin.  
 
ÛÇAR: KURDAN DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDAN 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a li ser gora Bulbun axivî, ji KNK’ê û gelê kurd re sersaxî xwest û wiha got: “Hemû canên ku me ji dest dane, nirxên gelê kurd û têkoşîna wan e. Nirxên ku hemû xwedîderketinê heq dikin ev in. Têkoşîneke ku bi sedsalane ji aliyê gelê kurd ve tê meşandin heye. Ev têkoşîn mixabin hem li Tirkiyeyê hem jî li her qada ku kurd lê dijîn li Rojhilata Navîn rastî êrîşên kûr hat. Piştî ku Wezîrê Karên Derve yê vî welatî Hakan Fîdan çû Herêma Kurdistanê, êrîş her ku diçe zêde dibin. Herêma Kurdistanê ya Federe veguheriye qadeke cinayetê. Gelê kurd li ser sînorên Tirkiyeyê şer kir, hêza xwe îspat kir û dest ji berxwedana xwe berneda. Baş e, niha Tirkiye çi dike? Hewl dide di şerê xwe yê li dijî kurdan de tifaqên nû biafirîne.”
 
EV CÎNAYET ÇAWA HATE KIRIN? 
 
Ûçar a bi lêv kir ku “gotina me ji PDK’ê û malbata Barzanî re ye” anî ziman ku kurdên ji ber zextên desthilatê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê diçin Herêma Kurdistana Federe tên qetilkirin û wiha berdeawm kir: “Nûnertiya KNK’ê li cihekî ku 7 roj 24 saetan di bin kontrola Asayîşê de ye, çawa ev cinayet tê kirin? Çawa xeberê we jê çênebû? Çawa çêbû ku têkildarî vê bûyerê we nekarî gotinekê jî bêjin? Heta ku faîl neyên aşkere kirin, hêzên li pişt wan neyên aşkerekirin, PDK û Malbata Barzanî hevkarê vê cinayetê ne.”
 
Ûçar, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rêzdar Denîz tu bi xêr hatî li ser axa ku tu jê dayik bûyî. Tu bi tenê nehatî. Tu bi têkoşîna jê bawer kirî û ked dayî hatî vir. Gelê te li vir tu hembêz kirî. Em soz didin, têkoşîna ku te li ser navê yekitiya netewî ya kurd dimeşand, di serî de hevalên tê yên vir hemû gelê kurd tê xwedî derkeve û bîne asteke bilind. Serê me hemûyan sax be.”
 
Ji bo Bulbun dê li gundê Dêleze şîn bê dayîn.  
 
 

Sernavên din

24/09/2023
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'