8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir

img

AMED - 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê bi fîlmê “Zimanê Dayikê” dest pê kir.

8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê bi fîlmê “Zimanê Dayikê” dest pê kir. Eywana ku fîlm lê hat nîşandan, bi flamayên mîhrîcanê hat xemilandin. Roja yekemîn ya mîhrîcanê rastî eleqeyeke mezin hat. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş, sînameger, derhêner û gelek kes tev li mîhrîcanê bûn. 
 
Di destpêkirina bernameyê de pêşkêşvan Ardîn Dîren bal kişand ser keda ji bo mîhrîcanê hatiye dayîn û wiha got: “Me piştî salan dîsa dest pê kir, hevalên me bi mehan e ked didin. Hem ji bo Amed û hem jî ji bo sînemaya kurdî gavek pir girîng bû. Cih û komeleyên me bi salan e hatine girtin, lê em ê bi her awayî hunera xwe bidomînin û gav paşde navêjin.”
 
‘ÇI DIBE BILA BIBE DÊ SÎNEMAYA AZAD SERBIKEVE’
 
Pişt re derhêner û sînemager Metîn Ewr axivî û destnîşan kir ku wan ji ber hin hincetan demekê mîhrîcanê li dar nexistine. Ewr anî ziman ku ew îro dîsa bi hevkariya hunerhezên xwe hatine cem gelê xwe û ew ê di van belgefîlman de rewşa welatê xwe pir baş bibînin. Ewr wiha berdewam kir: “Dixwazin bi talanê welatê me xera bikin. Sansûrên tên kirin nîşan dide ku karê me çiqas girîng e. FilmAmed helwesteke li dijî sansur û talanê ye, li ber xwe dide. Di demên dawî de êrîş li Yilmaz Guney tên kirin, Yilmaz Guney derhênerekî berxwedêr e, di sînemayê de helwestek e. Ew êrîşî nasnameya wî dikin. Lê weke ku Yilmaz Guney jî got, 'çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin’. Çi dibe bila bibe dê sînemaya azad bi ser bikeve.”
 
‘FÎLMAMED BERXWEDANEKE MEZIN NÎŞAN DIDE’
 
Herî dawî Parlamentera Erziromê ya Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş axivî û wiha got: “Sînema û sansur rewşeke ku desthilatdar dev jê bernade ye. Di vê wateyê de FilmAmed berxwedaneke pir girîng nîşan dide. Qeyûman ne tenê şaredarî desteser kirin, polîtîkayên xwe yên îmha, înkar û asîmîlasyonê jî domandin. Hemû saziyên me desteser kirin. Zextên giran li ziman û çanda me kirin. Zexteke giran ne tenê li ser civaka Kurd li ser tevahiya qada hunerê heye. Îro dema ku yek dibêje 'me nekarî hegemonyaya xwe ya çandî ava bikin', baş dizanin ku çima nekarîn ava bikin. Ev civak rê nade vê yekê. Polîtîkayên xwe yên dijminatiyê çiqas zêde bikin jî em ê dev ji çand, huner û zimanê xwe bernadin.”
 
MIJARA FÎLMÊ ‘ZIMANÊ DAYIKÊ’
 
Piştî axaftinan fîlma "Zimanê Dayikê" ya ji derhêneriya Sarkew Mesgarî hat pêşandan. Fîlm çîroka çalakvanên civaka sivîl û mamosteyan vedibêje ku hewl didin alîkariya zarok û xwendekarên ku ji mafê xwe yê fêrbûna kurdî bêpar mane, bikin û wan fêrî zimanê kurdî bikin.
 
Herî dawî beşa pirs û bersivan hat lidarxistin û derhênerê lîstikê pirsên temaşevanan bersivandin. Piştî pirs û bersivan Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz plaket da derhêner Sarkew Mesgarî û roja yekem ya mîhrîcanê bi dawî bû.
 

Sernavên din

03/10/2023
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'