Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin

  • rojane
  • 09:00 28 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Bi ser qetilkirina Ceylan Onkol a 12 salî re 14 sal derbas bûn. Kiryarên Ceylanê hê jî nehatine dîtin, lê piştî wê herî kêm 228 zarok bi heman "çarenûsê" re rû bi rû man. 
 
Ceylan Onkol di 12 saliya xwe de, di 28'ê îlona 2009'an de li mezrika Xanbazê ya gundê Kanîspiyê yê Licêya Amedê gava heywanên xwe diçêrand, bi guleyeke hawanê hat qetilkirin. 14 sal di ser kuştina Ceylanê re derbas bûn, lê heya niha kesek jî nehatiye darizandin. Piştî Ceylanê gelek zarok bi heman aqûbetê re rû bi rû man. 
 
PIŞTÎ CEYLANÊ 228 ZAROK HATIN QETILKIRIN
 
Li gorî rapora Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di navbera 2011-2021'ê de herî kêm 228 zarok hatine kuştin. Piraniya kiryarên van zarokan nehatine darizandin û yên hatine darizandin jî yan beraet kirine yan jî cezayekî hindik li wan hatiye birîn. 
 
PARÊZER ZEYTÛN BAL KIŞAND SER BÊHIQÛQÎTIYAN
 
Ji parêzerên malbata Onkolê Abdûllah Zeytûn pêvajoya dozê û polîtîkaya bêhiqûqîtiyê nirxand. Zaytûn ku got "Helwesta bêcezahiştinê ya darazê, tenê hêleke helwesta dewletê ya li hemberî kurdan e" polîtîkayên li ser esasên "ewlehîparêziyê" rexne kirin. 
 
Zeytûn bibîr xist ku têkildarî mirina Onkolê biryara "lêgerîna daîmî" hatiye dayîn û wiha pê de çû: "Di biryara navborî de 'delîl û raporên di dosyeyê de ji bo dîtina kiryaran kêm in' wekî hincet hat nîşandan. Lê belê vekolîna li cihê bûyerê piştî bûyerê bi 3 rojan û tew ji aliyê meleyê gund ve hat kirin. Parçeyên materyalên aîdî çeka ku Ceylan pê hat kuştin ji aliyê kesên serbixwe û pispor ve nehatin berhevkirin. Karê otopsiyê jî di nav de hemû kar û barên edlî yên din li gor usûlê nehatin kirin. Ev bêhiqûqîtiyên berbiçav in. Lêpirsîn ji destpêkê ve li dijî hiqûqê hat kirin, çendî me ev yek destnîşan kir jî kiryar nehatin tespîtkirin û darizandin." 
 
BIRYARA DMME'YÊ
 
Zeytûn diyar kir ku têkildarî kuştina Onkolê du caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û wiha domand: "DMME, di biryara xwe ya 2017'an de biryara binpêkirinê neda. Di biryarên DMME'yê de tiştên razber hebûn; alîgiriya meqamên darazê û karên wan ên biqisûr, raporê hêzên dewletê esas hatin girtin û biryar li gor wê hat dayîn. DMME bi vê biryara xwe bû şirîkê polîtîkaya bêcezahiştinê ya meqamên darazê ya Tirkiyeyê." 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ
 
Zeytûn bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tundiya di çarçoveya neçareserkirina meseleya kurd de li hemberî kurdan tê kirin, ne li derî darazê ne. Lê helbet divê mirov wê tenê wekî pirsgirêkeke pergala darazê nenirxîne. Ev nêrîn di heman demê de hêla polîtîka a pirsgirêkê dide der. Pêkanînên bêcezahiştinê yên darazê ku bi israr didomîne, ne li derî hêla siyasî ya meseleyê ne." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

08/10/2023
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin