Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû

  • rojane
  • 09:03 28 Îlon 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Hevalên Denîz Bulbun diyar kirin ku ew bi sekna xwe ji wan re mînak bû û wî wek “evîndarek Kurdistanê bû” pênase kirin û bertek nîşanî xemsariya PDK’ê ya li hember êrişan dan. 
 
Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (NK) ê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun, di 18'ê îlonê de li avahiya kongreyê ya li Hewlêrê di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. 10 roj di ser êrişê re derbas bûne lê hê jî kujerên Bulbun nehatine zevtkirin. Her wiha div ê der barê de xemsarî ango bêdengiya rayedarên Herêma Kurdistanê jî berdewam dike û tu daxuyaniyek nedane. 
 
Li Gevera ku warê Bulbun e û cenazeyê wî lê hat veşartin, di şîna wî de nerazîbûn û hêrsa gel xwe dide nîşandan. Bulbun bi salan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ked da û xebatên zimanê zikmakî bi rê ve bir. Hevalên zarokatiyê yên Bulbun qala wî kirin. 
 
‘HER TIM LI ÇARESERIYÊ DIGERIYA’ 
 
Evliye Alkan diyar kir ku ew û Denîz Bulbun li KURDÎ-DER’ê di heman heyamê de bi hev re mamoste bûn e, ew li heman gundî mezin bûne û wiha got: “Ji ber kar û bar û xwendinê me zêde hev nedidît, lê me hev ji nêz ve nas dikir û dişopand. Denîz hevalek nefsbiçûk, bi rêxistinkirî û dilpak bû. Ne wek me bû. Li şûn şer û nîqaşan her tim dostaniyê, lihevkirinê û çareseriyê digeriya. Me zanîngeh qezenc kir û me demek dirêj hev nedît. Di sala 2012’an de vegeriya Geverê. Wê çaxê ez li KURDÎ-DER’ê bûm. Çawa ku hat Geverê di saziya ziman de bi rolek çalak rabû. Denîz ji zarokatiya xwe ve hevalek her dixwest hîn bibe û bide hînkirin. Di demên xwe yên vala de her tim helbest, pirtûk dixwend û gotûbêjan dikir.” 
 
‘EVÎNDARÊ KURDISTANÊ BÛ’ 
 
Alkan da zanîn ku Denîz Bulbun piştî demekê ji mamostetiyê di rêveberiya saziyê de cih girt û her qadê veguherandibû qada perwerdehiyê û wiha axivî: “Denîz hevalek pir cuda bû, ez niha behsa wî dikim jî lê gelek taybetmendiyên wî ku ez nikarim bînim ziman hene. Çi dibû bila bibûya di warê hînbûn û zanebûnê de qet xwesteka xwe nediqediya. Her tim rû li ken bû. Her tim dixwest ciwanan, zarokan hînî tiştekî bike. Ez dikarim viya pir eşkere bêjim, Denîz evîndarê Kurdistanê bû. Lewma wî dixwest her tim kurdbûn û Kurdistan li pêş bikeve. Em jî gelek tişt jê hîn bûn. Qetilkirinek wiha hovane pir bi êş e. Çimkî Denîz mamosteyê hemû Kurdistanê bû.” 
 
Alkan anî ziman ku kesên ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiya Kurdistanê re dikin her tim dibin hedef û got: “Piştî ku Denîz hat şehîdkirin, min carek din xwe di ber çavan re derbas kir û min soz da xwe. Denîz mirovek li dijî şer bû, lewma wî kirin hedef. Me jî soz da ku em ê li ser rêya ked û heqîqeta wî bimeşin.” 
 
NÊZÎKATIYA WÎ LI HEMBER JINAN 
 
Ergun Ozkesîcî ku hevalê zarokatiyê yê Bulbun e jî destnîşan kir ku Denîz ji wan re her tim kesayetek mînak bû û wiha axiv^: “Rojek malbata xwe, hevalên xwe nedîta nerehetiyek pê re çêdibû. Li gund ji bo xwişk û jinên din ên gund bixwînin çi ji destê wî dihat dikir. Wî her tim bi felsefeya ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’ tevdigeriya û kir ku hemû xwişkên wî bixwînin û biçin zanîngehan. Pir girîngiyê dida ku jin bixwînin, xwe li ser pêya bigirin û bingeha vê jî li gund avêtibû.”
 
'RÊ NÎŞANÎ ME DA’ 
 
Ozkesîcî anî ziman ku ew ê tu carî mamosteyê xwe, hevalê xwe Denîz ji bîr nekin û wê di bîra wan de cih bigire û got: “Li her qadê ji bo me mînak bû. Her tiştê ku ji me re got kir ku rê nîşanî me bide. Têkoşîna wan ne van rojan dest pê kiribû. Bi salan bû têdikoşiya. Divê rêveberiya Herêma Kurdistanê li ser vê bûyerê bisekine. Bêdengî, xemsarî jî dibe şirîkatiya vê sûîqestê. Em ê bûyerê bişopînin û heta ku berpirsiyar werin dîtin em ê têbikoşin.” 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz - Rûken Polat
 

Sernavên din

03/10/2023
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'